Li bajarokê Southport ê li bakurê rojavayê Îngilistanê, êrîşkarekî 3 zarokên keç kuştin. Rastgirên tund têkildarî netew û olê êrîşkar li ser torên dîjîtal, daxuyanî belav kirin û piştre xwepêşandan destpê kirin. Li ser torên dîjîtal bi lez gotin belav bûn ku êrîşkar misilman e.
Ji wê demê û vir ve darazekî li Liverpoolê navê êrîşkar eşkere kir: Axel Muganwa Rudakubana, hîna 17 salî ye û ne koçber ne jî Misilman e. Hat nirxandin ku daxuyaniya hatî kirin hewldaneke ji bo sekinandina bûyeran e. Lê belê, bi kêr nehat. Di rojên dawî de carna mizgeft yan jî cihên ku koçber lê bi cih bûne, hatin hedefgirtin.
Roja Şemiyê xwepêşandan li dehan bajar û bajarokan hatin lidarxistin. Liverpool (bakurêrojava), Hull (bakurê rojhilat), Belfast (Bakurê Îrlanda) û Leeds (bakur) jî di nav de, li gelek cihan pevçûm qewimîn. Di dîmenên li ser torên dîjîtal belav bûne de, bi eşkere tê dîtin ku çalakger girêdayî rastgiriya tund in û hetta bi hin kesan re sembolên Nazî jî tên dîtin.
Di xwepêşandanên bi dirûşmeya “Êdî bes e” hatine lidarxistin, dirûşmeyên dijberê koçber û îslamfobîk hatin berzkirin û alên Îngîlîz li ba kirin. Hat ragihandin ku zêdeyî 90 kes hatin binçavkirin.