Komîsyona Ewropayê di serî de Ûkrayna xwe amade dike ku amadekariyên nû yên têkildarî pêvajoya endamtiya welatên ji YE’yê re namzet roja Sêşemê eşkere bike.
Armanca sererastkirina ku Brukselê weke ‘’berfirehbûna pêş’’ pênase kir, avakirina mekanîzmayên aborî û siyasî yên ku ger YE bigihîje 30 endaman, derkevin holê ye.
JI BO ÛKRAYNAYÊ TEDBÎRÊN TAYBET
Qeredax, Albanya, Moldova û Ûkraya di pêvajoya endamtiyê de weke çar welatên ku di qonaxa herî pêş de ne. Lê belê endamtiya Ûkraynayê ya YE’yê re ku Ûkrayna nêzîkî nifûseke 40 milyonî ye, xwedî çandiniyeke mezin e û di nava wêraniya şer de ye, tê payîn ku li gorî welatên din aloztir bibe.
Li gorî dîplomatên li Brukselê, bi armanca parastina berjewendiyên welatên endam ‘’hukmên parastinê’’ tên amadekirin. Bi taybetî ji bo welatên weke Fransa, Polonya û welatên din bandorên ku ji ber endamtiya Ûkraynayê derkevin holê, mijareke girîng e.
Di nava hin vebijarkan de vederkirina Ûkraynayê ya ji hin beşên Polîtîkaya Çandiyê ya Hevpar (CAP) cih digire.
NÎQAŞA TÊKILDARÎ MAFÊ VETOYÊ
Her wiha welatên endam bi fikar in ku endamên nû mekanîzmaya biryargirtina di nava Yekîtiyê de bloke bikin. Bi taybetî astengkirina hin biryarên têkildarî Ûkraynayê ya beriya niha a ji aliyê Macarîstanê ve dibe sedema zêdebûna fikarên bi vî rengî.
Ji ber vê yekê di çarçoveya sererastkirinên nû de vebijarkên weke sînordarkirina mafê vetoyê û sepandina pêkanînên li dijî welatên ku ji serweriya hiqûqê û nirxên hevpar ên YE’yê paşve gav biavêjin tên nirxandin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî pêşniyar dike ku welatên namzed beriya endamtiyê ji polîtîkayên YE’yê yên weke Erasmus û bernameyên lêkolînê zûtir werin daxilkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku her çar welat jî beriya 2030’an bibin endam, Qeredax jî armanc dike ku ger pêkan be di sala 2028’an de bibe endam. Ji bo Ûkrayna û Moldovayê jî wê reformên ku di demên pêş de werin kirin leza pêvajoya endamtiya wan diyar bikin.
YE, xwe ji bo endamtiya Ûkrayna û welatên din amade dike
Komîsyona Ewropayê beriya endamtiya muhtemel a Ûkrayna, Moldova, Albanya û Qeredaxê jibo ku Yekîtiya Ewropayê xwe ji bo avaniya ku zêdetirî ji 30 endaman pêk tê amade bike, xwe amade dike ku sererastkirinên nû pêşkêş bike.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

