Li gorî wan agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine bidestxistin, îro êvarê saet di 6:45’an de, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Şûreyê yê nêzîkî gundê Gelaleyê û gundê Sefreyê yên bajarokê Şarbajêra parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve li ser herêmê dizivirin, îro êvarê Geliyê Şûreyê li nêzîkî gundê Gelaleyê 3 caran hatiye bombebarankirin û ji ber vê yekê agir pê ketiye. Her wiha navenda gundê Sefreyê carekê hatiye bombebarankirin.
Li gorî agahiyan, ji ber bombebaranan zerareke mezin gihîştiye rez û bostanên hemwelatiyan. Xelkê van her du gundan nerazîbûneke tund li hember êrişên dewleta Tirk nîşan didin.
Hê hûrgiliyên zêdetir ne berdest in.