Hat ragihandin ku piştî daxuyaniya berpirsê PDK’ê yê li Şengalê Qasim Şeşo ku bê rêzî li pêxemberê îslamê kiriye doz hat vekirin û biryara girtina wî hat dexistin û hinek melayên li Behdînanê gef li Êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarine. Ji ber gefa êrîşan a li ser kampên koçberên Êzidî yên li Dihokê, bi hezaran Êzidî konên xwe berdane û berê xwe didin Şengalê. Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo parastina civaka Êzidî, bang li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir daku mudaxileyî rewşê bikin.
Li gorî agahiyan her ku diçe rewşa li wan herêman aloz dibe, ji ber van gef û gefên êrîşkirina ser kampan, koçberên Êzidî yên li kampên Çemmişîko ya li Zaxo û kampên din ên Şengalê, kampên xwe berdidin û ber bi Şengalê direvin.
CIVAKA ÊZIDÎ DI BIN GEFEKE MEZIN DE NE
Li ser vê yekê, Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi daxuyaniyekê bangek lezgîn li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir. Rêveberiya Xweser ji Iraqê xwest destwerdana li rewşê bike, ji ber ku rewşa civaka êzidî ya di kampan de xeter e. Rêveberiyê bang li hemû koçberên di nav wargehan de kir ku berê xwe bidin Şengalê.
Rêveberiya Xweser her wiha daxwaz kir ku bi lezgîn Deriyê Sînor ê Pêşxabur ji bo Êzidiyan were vekirin.
Hate zanîn ku rayedarên PDK’ê zordestiyê li ser Êzidiyan dikin ku li kampan bimînin, malbatên ku dixwestin di Deriyê Sînor ê Pêşxabur re derbasî Rojava bibin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Hate hînbûn ku niha li Deriyê Sînor ê Pêşxebûr kombûneke mezin heye.