Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şahidên Komkujiya Kobanê: Em ê wê rojê ti carî ji bîr nekin
Rojava

Şahidên Komkujiya Kobanê: Em ê wê rojê ti carî ji bîr nekin

Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Her çend di ser komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya 25’ê Hezîrana 2015’an de ya li bajarê Kobanê bi salan derbas bûbe jî, kesên ku wê rojê jiyane êşa xwe ji bîr nakin. Welatiyên ku xizmên xwe winda kirine ji ANF’ê re axivîn.

Mustafa Hesen, ku di Komkujiya Kobanê de hevsera xwe û du kurên xwe winda kir, got, “Wê şefaqê ez rabûm û min berê xwe da mizgeftê û nimbêja xwe kir. Piştî vegera min ya malê weke her rojê ez û hevjîna xwe rabûn da ku ez pezên xwe bibim çêrê. Hevjîna min jî di destê wê de gezikek hebû û bermahiyên pez yên li ber deriyê cîrana paqij dikir. Çawa em ji hev û dû dûr ketin, min dît dengê guleyan li aliyê rêya Helebê ve hat.

Hesen, anî ziman ku demeke kurt şûnda, kurê wî yê li Bakurê Kurdistanê dijî, telefona wî kiriye û wiha domand, “Kurê min telefonê min kir û ji min re got ku ‘dayê û du birayên min şehîd bûne.’ Di wê kêliyê de cîhana min hilweşiya. Min nizanibû çi bikim. Ew êş ji mirinê bi xwe girantir bû.”

Mustefa Hesen, diyar kir ku tevî derbasbûna salan jî ew nekariye wê rojê ji bîr bike û got ku dema ku ew piştî du rojan vegeriya malê, wî dît ku mal vala û bêdeng e.

JI HEMAN MALBATÊ DU ŞEHÎD Û 4 JÎ BIRÎNDAR

Hedîbe Ehmed ku di komkujiyê de hevjîn û kurê xwe winda kir, diyar kir ku dengê çekan serê sibehê dest pê kir û destnîşan kir ku wan dengê qîrîna cîranên xwe ji bo alîkariyê bihîstiye.

Hedîbe Ehmed got ku hevjîn û kurê wê derketine derve û demek kurt piştî wê êrîş ber bi mala wan ve hatiye û wiha domand, “Mêrê min û yek ji kurên min şehîd bûn. Ez, her du keçên min û kurekî min birîndar bûn. Em bi saetan li erdê man. Piştre heval hatin me rizgar kirin.”

Hedîbe Ehmed diyar kir ku wê laşên bêcan ên hevjîn û kurê xwe li ber çavên xwe dîtine û got ku ew ê wê sibehê di tevahiya jiyana xwe de ji bîr neke.

PÊNC ZAROK SÊWÎ MAN

Yek ji encamên herî wêranker ên komkujiyê windakirina gelek endamên heman malbatê bû. Wedha Mihemed Şahîn, anî ziman ku wan di êrîşê de du xizm, hevjînên wan û pitikek ku tenê 40 rojî bû winda kirine.

Wedha Mihemed Şahîn, da zanîn ku wê agahiya komkujiyê di sibehê de wergirtiye û bûyeran wiha kurteber kir, “Malbatek hema hema bi tevahî hate tunekirin. Tenê zarok li dû wan man. Wan zarokan laşên dê û bavên xwe dîtin. Ne gengaz e ku mirov vê êşê vebêje.”

Wedha Mihemed Şahîn da zanîn ku wê bi salan li zarokên sêwî nihêriye û got, “Ew bûne zarokên min. Lê tiştek nikare valahiya ku dê û bavên wan hiştine tijî bike. Her ku salvegera komkujiyê nêzîk dibe, êşa me ji nû ve kur dibe.”

‘ÊŞA WÊ ROJÊ HÊ JÎ ZINDÎ YE’

Şahidên komkujiyê dibêjin ku, tevî derbasbûna salan jî, bandora windahiyên ku wan jiyane û hovîtiya ku wan dîtiye hîn jî berdewam dike.

Malbatên ku xizmên xwe winda kirine, diyar dikin ku komkujiya Kobanê ne tenê kesan, tevahiya civakê hedef girtiye û got ku ew dixwazin bûyer neyên jibîrkirin û bîranîna komkujiyê zindî bimîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çavkaniya jiyanê û aboriya xweser: Geliyê Kersê
Nûçeya Pişt re Nivîskar Şivan Zeren hate berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê ku ‘poşmanî’ qebûl nekir, careke din nehate berdan

Berdana girtî Adem Er ku zexta poşmaniyê lê tê kirin cara 3'yemîn hate taloqkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê

Heyeta ji Silêmaniyeyê gihîşt qada merasîma gerîlayên azadiyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li Qamişloyê cenazeyê şervanek hat veşartin, 2 şervan hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rimêlanê konê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Laleş Êzidî: Hevalê Mazlûm têkoşîneke pîroz meşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?