Bizûtnewey Kurd le Turkiya (4)
Eweye ke pêwîste mêtodeke bigorê, pêwîste zêhnîyeteke bigorê qisem le ser eme kirdûwe, leber ew dû hoye ke eme zimkan, zeman û mekanêkî ciyawaze berhev nadrê be hîç şitêk, dûhem durust bûnî ew herekete ke ciyawaze le sed salî hereketî xoyan ke weha kirawe bo ewey ke heman tecrebey nebê û heman feyl û feşelîşî nebêt naxwêndirêtewe be tîorî baw, be tîorî sa-îd naxwêndirêtewe. Min hatûm nizîkî bîst hezar wişe le naw kitêbekem da, hatûm qisem le ser tîorîye komelayetîyekan kirdûwe, legel ziyatir le sî kes qisem kirdûwe. Bo numûne meselen min qisem le ser tîorî komelayetî kirdûwe be pêy nezerî Alan Torin ke salî 1981 kitêbêkî heye le ser çînekan. Meselen Alan Torin pêy waye komelêk hêzî narazî durust debin em hêze narazîyane le astêkî piçkole da tenya detuwanin protêstêk biken yan narazî bûnêk nîşan biden emane pêyan nakutrê hereketî îctîma’î belkû pêyan degutrê komelêk protêst. Eger gewretir bê ebê be astî organizationêk etuwanîn nawî binêyn hêzêkî siyasî ya gurûpêkî fişar belam eger gewre bû bû be şitêkî fire rehend û fire rewge ke zorbey kanalekanî jiyan bigrêtewe ew kate etuwanîn eme wekû bizûtnewey komelayetî wekû cunbuşêkî îctîma’î bideyne qelem. Le layekî tirewe bo tewaw kirdinî ew resme penam birdûwete ber Manuel Castells ke yekêke le feylesûfe Êspanyekan û le barey bizûtnewey komelayetî da destêkî balay heye, çendîn kitêbî heye. Kitêbî axiryan qise le ser ewe deka ke, tesnîfêkî zor cuwan û waq’î deka le ser meseley bizûtnewey siyasî le beranberî bizûtnewey komelayetî. Pêy waye bizûtnewey siyasî bizûtneweyeke ke yek rewge û yek arastey heye ewîş eweye gorînî hukim, gorînî dewlet û girtne destî dewlet û zemamî umûr. Belam bizûtnewey komelayetî yek rewgey nîye, fire rewgeye, fire rehend û daymênşine û îşî be gorînî qîmetî îctîma’î ye le nêw xelik da. Nirxî komelayetî ye le naw xelik da nek ewey demuçawekan bigorêt. Numûneyekî zor cuwan dehênêtewe delê bo numûne le salî 2008 da ême yek cunbuşî gewre, yek hereketî gewreman bînîwe le nêw Emrîka da be nêwî ” Yes we can” / belê ême detuwanîn, Obama hatûwe le duway ewey ke George Bush le heşt salî rabirdû da muşkîleyekî zorî bo siyasetî xarîcî û daxlî Emrîka durust kirdûwe pêyan waye ke êsta wextî gorane, belê deygorîn. Belam pirsyareke eweye çîyan gorî. Belê demuçawyan gorîwe êsta le cêy ewey ke George Bush lewê bê Obama lewêye. Le cêy ewey wezîrî xarîcî elif bê êste buwe be ba, belam Wall Street lewêye, cadey wall lewêye sîstimî kapîtalîzm her lewêye, sîstimî siyasî û abûrî û komelayetî lew wilate da wekû xoy mawe belkû sîstimî siyasî gorawe, le beranber da bizûtneweyekî komelayetî dêt ke zêhnîyetî xelk egorêt. Ke îdî lemewla bo min şitêk ke dwênê ‘eyb bû emro ‘eyb nîye bo min şitêk ke dwênê şeref bûwe êste şeref nîye. Bo min şitêk ke dwênê zor cîdî bûwe êste cîdî nîye. Yanî gorînî ew xelke. Ewe etuwanim bilêm bê nezîre ta radeyek, etuwanim ewe bilêm le Êspanya weha bûwe, meselen le Êspanya xelik dête ser cade delê ême birsîman nîye, muşkîleyekman nîye, belam ême îtir ême hezman le êwe nîye, hezman lew sîstme nîye, emanewê êwe bigorên. Sîstîmêkman ewê, ew sîstîmey le parlimantar û ewe pêk hatûwe. Ewe meselen corêke. Le Tûnis hewlêk dirawe ke Bin ‘Elî yan nawêt, Bin ‘Elî ke corêk xeyalî heye îdî ew xeyale pêwîste bigorêt le duway îxmat bûn û serkûbkirdinêkî dirêjxayen corêk le sîstimî komelayetî durust debê ke îdî razî nîye be sîstime komelayetîye koneke.
Qazî: Başe ew alugorane eger rebt bideynewe be wez’î Bakûrî Kurdistan ya Kurdistanî Turkya pêt wa heye lewê alugorreke le salî 2005dest pê deka.
Sîvan Se’îd: Wekû şitêkî visible belê
Qazî: Çunke dezanîn lewêş şêwazî serekî xebat xebatî çekdarî bûwe û pêt waye ew xebate çekdarîye gorawe berew bizûtneweyekî komelayetî berbilawti. Her layenî çekdarî na, layenî kultûrî û komelayetîyşî hebûwe.
Sîvan Se’îd: Hîç parçeyek lew rehendaney ke xebat heyetî pêwîst nîye bibê be bedîl bo ewîtir. Ye’nî xebatî çekdarî la biçê le duway ewe xebatî medenî werêt; eme bedîlî ew bêt. Eme nîye. Meseley bedîl nîye. Meseley giştgîr bûnî îşekane û fokis xistne ser hemû îşekane nek tenha yekêkyan. Meselen etuwanim bîgêrmewe bo heftakan ke seyr ekeyn PKK durust ebê. PKK belê cîdître, belê tuwanay ewey heye ke bituwanê be qasîtir rûberûy sîstimî beha komelayetîyekanî gelî Kurd bibêtewe lewey ke backward in, ric’în, sîstimî axayetî lewê wez’êkî zor narehettirî heye le parçekanî tirî dinya û hî parçekanî Kurdistanîş, lege dewletîş da be şêweyek. Belam dîsan dirêjepêderî ew xeyaleye ke le pêştirîş hebûwe. Ye’nî PKK ferqêkî ewende gewre nîye be lay minewe, eme renge rexneyek bê emin deykem, legel partîye siyasî û xeyale siyasîyekanî tirî pêşû da çunke ewîş le nîhayetî metaf da xerîkî durustkirdinî şitêkî tire ke her yek rewgeye ewîş gorînî xelke, gorînî dewlete. Xew bînînî ewey ke em hêze rojêk ebê be hêzêkî Kurdî le cêy ewey bilêyn Turkyay meizn, ewcar elêyn Kurdistanî mezin. Îdî ew rewgeye. Belam le newedekanewe, le seretay newedekanewe ew herekete têgeyişt lewey ke be rastî bem şêweye xebat kirdin, yeksane mehkûme be şikist. We şikistî hêna û çendîn heley zor zor îftîzah rûy dawe le salî heştakan heta newedîş ke PKK be mu’cîze mawe ebwa nemayêt çunke be heman hele da dûbare bûwetewe ke le pêşewe kirawe belam tenya ewe ewî hêştûwetewe ke ew cîdî tire we le nebûn tuwanîwyetî şitî tir bixulqênêt egîna ebwa mehkûm baye be neman be rastî, be taybetî le ber dem hêzêkî gewrey wekû Turkya da. Belam wextêk ke xebateke degorêt le gorînî demuçawekan û gorînî naw û qisekanewe bo gorînî nirxî komelayetî le xelik da xelik bar ehênêt ke şitêkî tirî biwêt, îdî ciyawaz bê xelik, bew şêwe visible e, bew şêwe diyare ke ême deybînîn le dû hezarekanewe eybînîn. Le dû hezarekanewe ewey ke pêy degutrê sîstimî KCK û KCK durust debê be lay minewe KCK reaction nîye, ‘eksul’emelêk nîye. PKK ‘eksul’emelî ew siyasete qem’î yeye ke dewletî Turkya kirdûyetî be nawî turkîfîkeyşin, asîmîleyşin û yunîfîkeyşin, yekangîr kirdin û be Turk kirdin û xerîb bûnewey xelk le xoyan. Xelik xerîb kirdin lewey ke, riaksyonêk bûwe beramber be me. PKK riaksyonek boye eweş dawa eka ke ewan heyane. Madam emane wayan le ême kirdûwe xoşyan dewletyan heye û êmeş dewletman ewêt. Ba dewleteke nawî Kurdistanî soşyalîstî musteqîl bêt. Ême wekû ewan bîn ke dewletî Turkyayan heye. Ye’nî le edebîyatî pêşûy PKK da debînî meselen hêndêk car delê Kurd be Turk kirawe ba êmeş ewan bikeyne Kurd. Turkîfîkeyşin kirawe ba êmeş kurdîfîkeyşin bikeyn, belam êsta ewe nîye. Gorînî zêhnîyetî xelik, aya êsta meselen ew kesaney ke pêyan degutrî repressed people, xelkî bin dest, ew xelkey ke mafyan xurawe le Turkya da KCK le wane xawen derdekewêt. Meselen kesêkî ‘Elewî, kesêkî Êzîdî, jinêk, cewanêk emane meselen emane be piroseyek da deron ke pêy delên pirosey tuwana sazî, empowerment, hêz pêdan. Hêzyan pêdedrê dehênrêne pêş sehne. We dekrên be sahêbî xoyan, dekrên be xo ser. Eger emey min basî dekem praktîke eger bîxeme naw tîorî komelayetî dîsanewe heman piroseye ke pêy degutrê pirosey nation building legell state building. Bo durustkirdinî dewletêk to pêwîstit be nasyonalîzmêkî qasî heye ke bêt komelêk xwên birêjê yanî wekû Elie Kedourie basî deka yekêke le tîorî zanekanî nasyonalîzm.
Dirêjey heye…