În, 6 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Semsûrê meş: Nayê jibîrkirin, nayê efûkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê bîranîna erdhejê: Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka DEM Partiyê li dijî girtinên li ser ESP’ê û pêkhateyên wê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3’yemîn salvegera erdhejê de li qadan e: Ji bîr nakin, efû nakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berê me li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya hunermendên ji Rojava vegeriyan: Metirsî dewam dike, divê em berxwedanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Aryen: Dem dema serketin û rizgariyê ye
Kurdistan

Aryen: Dem dema serketin û rizgariyê ye

Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen gotina Rêberê Gelê Kurd; ‘Vejîn temam bûye, dema azadiyê ye’ bi bîr xist û got, “Di salvegera 40’emîn a 15'ê Tebaxê de dem dema serketinê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen anî ziman ku guleya yekemîn a vejînê di 15’ê Tebaxê de hat teqandin bû destpêka pêvajoyeke ku wê daxwaza azadiyê veguheze hêvî û îradeya azadiyê û got ku niha bi zehmetiya têkoşîna gerîla bigihînnin her qadê re rû bi rû ne. Em nêzî 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê dibin. Nêzîkî nîv sedsal e di ser guleya yekem a li dijî mêtingeriyê hat teqandin re derbas bûye û ev yek di têkoşîna birêxistinkirî ya bi taybetî jinên Kurd û gelê Kurd de guhertin û geşedanên mezin rû da. Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen geşedanên şoreşgerî yên Pêngava 15’ê Tebaxê ya li Kurdistanê derxistiye holê, bandora wê ya li ser artêşbûna jinê û lehengiya di şexsê Fermandar Egîd de li Kurdistanê belav bûye ji ANF’ê re nirxand.

Di dema pêşxistina Pêngava 15’ê Tebaxê de pirsgirêkên hundir û derve çi bûn? Li Kurdistanê têkoşîna çekdarî ya li dijî mêtingeriyê hatiye destpêkirin di domandina Tevgera Azadiya Kurdistanê de geşedanên çawa derxist holê û di kesayeta Kurd de pêşketinek çawa çêkir?

Ev gaveke pir dîrokî bû û ne tenê li dijî rejîma darbeya 12 Îlonê, li dijî îdeolojiya înkar û îmhayê ya kemalîst a tekparêzî ya Komara Tirkiyê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatibû damezrandin jî, pêngavek bû. Ya herî girîng jî kuştina koletiya ku hatibû qebûlkirin e. Ji tiştên ku qewimîn dihat fêmkirin ku ev yek pir rehet nabe. Bi taybetî jî rêbertiya taktîkî ya ji vê re ne amade bû, bi mewzîbûna hêzên gerîla re pêşneketina îradeya ku wê têxe nava çalakiyê û hewldana PDK’ê ya ji bo pêşîgirtina tevgera gerîla, berxwedana çekdarî ya ku diviyabû di sala 1983’yan de dest pê bikira, dereng ket. Heval Egîd weke hevrê û milîtanekî rast ê Rêbertiyê aliyê ku wî cuda dike û jêhatî dike, biryardariya wî ya israrkirina xeta Rêbertiyê û daxwaza azadiyê vedigurîne gotineke radîkal. Heval Egîd bi taybetî xebata li Botanê meşand, encama xebatên wî yên ji bo pêşxistina hişmendiya welatparêziyê di nava gel de, şikandina bandora dijmin, avakirina cesareta civakî, hewldana gerîla bike îradeya hêzê û çalakkirina gerîla, weke kesayetek fermandar û biryardariya wî ya şoreşgerî ye. Yên ku azadiyê di xwe de bixurtî bi rêxistin dikin, tenê dikarin bibin milîtanên Rêber Apo. Rastiya heval Egîd tam bi vê ve girêdayî ye. Apo, Egîd (Mahsum Korkmaz) bi Elî (Abdullah Ekîncî) re hewldanên bi israr û perspektîfên Rêber û di şert û mercên Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêşengiya yekemîn rêxistina leşkerî ya tevgera gerîla ya nûjen kirin û berpirsyariya Pêngava 15’ê Tebaxê ya Dihê-Şemzînanê girtin ser milê xwe. Li ser vê bingehê yekîneya propagandaya çekdar a 14’ê Tîrmehê ya di bin fermandariya heval Egîd û yekîneya 21’ê Adarê ya di bin fermandariya heval Elî de şeva 15’ê Tebaxa 1984’an de guleya yekemîn hem li dijmin û hem jî li rastiya Kurd a ku zilm û zordarî qebûl kiribû, xistin. Mohra xwe li destpêk nû û serkeftinek dîrokî xistin.

BI QASÎ REDKIRINA MÊTINGERIYÊ REDKIRINA DESTHILATDARIYÊ YE

15’ê Tebaxê di têkoşîna me ya şoreşgerî de xwedî taybetmendiya pêngaveke radîkal a jêveneger e. Di şexsê dewletê de hedefgirtina dewletê û pergala serdest a mêr, tê wateya nepejirandina pergalên desthilatdarî û her wiha redkirina mêtingeriya li Kurdistanê. Bê guman weke ku Rêbertiya me pênase kiriye, vejîna nasnameya Kurd, bingeha welatparêziyê e. Kurdê qels û qederperest kir xwedî îradeya azad, wêrek, xwebûn, hişmendiya netewî pêşxist, her kes berprisyariya xwe bibîne û bi pêşketina civakî re di aliyê siyasî de dijmin hejand. Bi vê çalakiyê re dîroka komarê ya dewleta netewe-tekparêzî, bi taybetî jî înkar, komkujî, hewldanên çewisandin-tinekirin û polîtîkayên asîmîlasyonê têk çûn. Her wiha di aliyê wateya berfireh de jî darbe, destwerdan û serhildana li hemberî hêzên emperyalîst ên ku Rojhilata Navîn jinûve dîzayn dikin û bi taybetî jî bi cografyaya Kurdan veguherandine mêtingeriyeke klasîk û siyaseta mêtingeriyê ya bi rêya rejîmên hevkar re dimeşandin, bû.

DI ASTA CÎHANÊ DE GIRÎNGÎ Û ENCAMÊN WÊ HENE

Ji ber vê yekê çalakî û geşadanên 15’ê Tebaxê di asta cihanê de xwedî wate, nirx û encam e. Ger ev îrade pêş neketibûna, niha em ne di vê rewşê de bûn. Ev gelekî eşkere ye. Geşadanên 15’ê Tebaxê rastî û pêşengtiya Rêber Apo nîşan didin û rast dikin. Weke pêngava pêşeng a pêvajoyekê li gorî çavkaniya wê çalakiyeke serkeftî û radîkal e.

RÊBAZA TÊKOŞÎNA ÎDEOLOJÎK A SERKEFTÎ YE

Ev çalakî li hemberî penaberbûn, bêbiryarbûn û derbeya 12’ê Îlonê nenîşandana têkoşînê û meyl û helwestên bêbiryarbûn û neamadebûnê weke mînakeke rast rêbazeke têkoşîna serkeftî ye. 15’ê Tebaxê tê wateya ku PKK wê di xeta Rêber Apo de bi awayekî bibiryar bimeşe û her wiha di warê têkoşîna di nava rêxistinê de jî encamên mezin bi xwe re aniye. Bidestxistina Erûhê ji bo Tevgera me ku wê demê ne xwedî tecrûbeya gerîla bû û li Şemzînanê nîşandana hêza lêxistinê ya bibandor, hê di pêngavên yekem de nîşan da ku têkoşîna gerîlayan gelekî rast e û dewlet li hemberî vê yekê çi qasî lawaz e.

HELWESTA STATUKOPARÊZ GERÎLATIYÊ LAWAZ DIKE

Her wiha ez dixwazim bibêjim ku gerîla ne pênaseyeke statîk e. Ji berawirdkirina gerîlatiya klasîk û modern wêdetir, paşguhkirina guherîna şertan yanî helwesta statukoparêz gerîlatiyê lawaz dike. Yanî klasîkbûn ku tê wateya statukoparêziyê di cewhera gerîlatiyê de tune ye. Sepanên şaş û pirsgirêka adaptenebûna li gorî şertan heye. Jixwe Rêbertiya me. Me di vê çarçoveyê de rexne dike. Lênêrîna li gorî van yekan wê pênaseya gerîlatiyê baştir bide fêmkirin.

GERÎLATÎ NE TENÊ RÊBAZEKE LEŞKERÎ YE

Tişta ku wesfanita gerîlayan diyar dike, îdeolojî ye. Ev yek ji bo me derbasdar e û gerîlatî ne tenê rêbazeke têkoşînê ya leşkerî ye. Di heman demê de avabûneke civakî ye. Yanî gerîlatî rastiyek e ku xwe dispêre bidestxistina peşketina kollektîf. Pêngava wê ya yekem jî girêdayî vê pênaseyê bû û niha jî vê yekê îfade dike.

Pêvajoya Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de ji aliyê gerîlatiya jinan ve jî di wê serdemê de ye ku tecrûbeyên yekem hatine bidestxistin. Çalakiya 15’ê Tebaxm ji aliyê artêşbûna jinan û têkoşîna azadiyê ya jinan ve xwedî girîngiyeke çawa ye?

Çalakiya 15’ê Tebaxê weke rêbaza çareserikina pirsgirêkên ku hatine tespîtkirin yekem pêngavên çekdarî yên li pêşiya azadiyê yên îdeolojiyekê ne. Ji ber vê yekê azadiya zayenda armanca sereke ya têkoşîna me gerîlayan diyar dike. Ji pêngavên yekem yên hevrêya me Sakîne Cansiz pê ve têkoşîna çekdarî stratejiyeke têkoşînê ya mîlîtanên jin ya ku berê xwe dane rizgarbûna xwe ya nasnameyî.  Li hemberî darbeya 12’ê Îlonê ji tecrûbeya yekem ya bejahiyê bigirin heya vekişîna qada Rojhilata Navîn û hebûn, tevlîbûn û bibiryarbûna bi sedan hevalên ku bi biryara vegerê berê xwe dane çiyayan, pêşketin û şaxa gerîlatiya jin bû sedema pêşketineke dîrokî. Girêdayî vê yekê rastiya gerîlatiya jin ku şoreşa jinan hedef dike, ji roja ewil heya niha bi awayekî bênavber bi pêşketin û hêza xwe ya têkoşînê berê xwe daye çareserkirina nakokiya zayendî. Ji ber vê yekê têkoşîna gerîlayan di heman demê de weke doktrîneke çareserkirina nakokiya zayendî pêş dikeve. Her wiha girêdayî vê yekê di pêşengtiya Rêbertiya me de di 15’ê Tebaxê de starda çalakiyan hatiye dayîn. Yanî yek ji şaxeke bingehîn ya vê çalakiyê ev e. Ji ber vê yekê serkeftina 15’ê Tebaxê pêşketina têkoşîna çekdarî ya girêdayî xweparastinê weke taybetiya rêvebirina têkoşîna zayendî derdikeve pêşiya me.

PÊNGAVA NIRXÊN NÛ YE

Rêber Apo dibêje ku dewlet sazîbûna mêrparêziyê ye. Têkoşîna li hemberî dewlet û pergala desthilatdariyê sekna li hemberî zihniyeta serwer a mêran û sazîbûnan e. Yanî avakirina nasnameya xwe, xwedîderkerina xwe, nîşandana hebûna xwe geherîn pêşketina di vê qadê de mecbûrî kiriye.  15’ê Tebaxê pêngava zîncîreya nirxên nû ye. Hewla gerîlayên jin a xwedîderketina welat û têkbirina dijmin e. Welatparêzî di qonaxa yekem de bi van nirxan distûra xwe distîne. Ji ber vê yekê wekeçalakiyeke leşkerî ya artêşbûn û azadbûna jinan 15’ê Tebaxê destpêkek e.

BINGEHÊN BAŞ HATIN AVAKIRIN

Li gel derbasbûna qada welat ya di sala 1983’yan û mewzîbûna li Botanê ya hevrêyên jin ên li qada Rêbertî perwerde distandin; di şexsê hevrêyên Havva û Rahîme de pêşengên me yên li çiyayan pêngavên rast yên di warê pratîkbûna gerîlatiyê de weke bingehên saxlem xwe nîşan didin. Hevrêya Havva di yekîneya hevrê Egîd de bi qasî ku bibe fermandara mangayê pêşketinekê nîşan dide. He wiha bêguman di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi çavkaniyên rêxistinî-îdeolojîk yên Rêber Apo de pêş ketiye, israr û tevlîbûna jinan jî pêşketin diyar kiriye. Bêguman ger ger pêşengên me nebûna artêşbûna jinan û têkoşîna me ev qasî zêde pêş nediket. Tesîra 15’ê Tebaxê ya di nava civakê de gelek e û guleya yekem ku di nava xwe de wateya vejînê dihewîne li gel gelê me û jinan daxwaziya azadiyê veguherandiye destpêka pêvajoyeke îradeya rizgarbûnê.

Yek ji karekterê ku di pêkanîna 15’ê Tebaxê de xwedî roleke diyarker jî Fermandar Egîd e. Fermandar Egîd di pêkanîna 15’ê Tebaxê de xwedî roleke çawa bû? Rastiya lehengiyê ya di kesayeta Fermandar Egîd de xwe nîşan dayî wateyeke çawa îfade dike?

Hevrê Egîd bi perspektîfên xwe yên sepandin û rastfêmkirina Rêber Apo fermandarekî gerîlayan ê girêdayî felsefeya azadiyê ye û weke pêşengê taktîkî yê çalakiya yekem helbet xwe di warên derbaskirina serweriya mêran, paşverûtî û Kurdbûna kole û bêîrade ya klasîk de gelekî pêş xistiye. Hevrêyê me Egîd li hemberî nêzîkatiyên bêîradebûnê pirsgirêka azadiyê rast fêm kiriye û weke xwebexşekî vê yekê bi sekna xwe ya leheng, welatparêz, wêrek û exlaqê azadiyê tevlîbûneke ku rê li ber geşedanên dîrokî veke, nîşan daye. Têkoşîna ji bo azadiyê nirxan diafirîne û vediguhere encamên şênber. Kesayeta Egîd weke encama şênber a sekna zilamê serkeftî yê xwe di xeta Rêbertî de pêşxistî ye. Mîlîtan, hevrê, fermandar û çalakgerekî rast rêxîner e. Xwedî temsîliyet û îrade û exlaqê azadiyê ye. Ji ber vê yekê pêşengtiya hevrê Egîd di nava têkoşîna me ya azadiyê de pîvanên zilamtiyê diyar dike. Ji ber vê yekê di warê azadbûna mêran de serkeftineke mezin e, çimkî pîvana wî di pêşengtiyê de şênbertî bi dest xistiye.

Niha li çiya û bajarên Kurdistanê şerekî berxwedan û azadiyê yê bêhempa heye. Weke dawiyê di salvegera 40’emîn a vê pêngavê de hûn dixwazin çi bînin ziman?

Weke ku em di dîrok û jiyana xwe ya têkoşînê de dibînin ku wê ji her rojê jî were fêmkirin, ev geşedan girêdayî artêşa fedaî ya şehîdên me yên mezin pêş dikeve. Em dizanin ku azadiya rastîn ne hêsan e lê belê rê li ber geşedanên birûmet û girîng vedike. Ger em bizanibin ku em kî ne û xwe dispêrin kijan nirxan em ê exlaqê azadiyê û xeya çalakiyê di kesayet, jiyan û şerê xwe de bi awayekî rast temsîl bikin û bi awayekî rast berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Bi vê hişmendiyê em Rêbertiya xwe ya ku rûmeta şoreşgerbûnê û hêza têkoşînê daye me bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê bi hez, rêz û hesret silav dikin. Di şexsê Fermandar Egîd de em hemû şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Rêber Apo piştî pêngava 15’ê Tebaxê got: ‘’Vejîn pêk hat, niha dora rizgarbûnê ye.’’ Rizgarbûn, jiyana azad, welatê azad û herêmê weke vesazkirinê pênase dike. Di 40’emîn salvegara 15’ê Tebaxê de dem dema serkeftin û rizgariyê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em li hemberî lîstikên provakatîf û gefên mîna DAÎŞ’ê yên li dijî Yekîtiya me hişyar bin!’
Nûçeya Pişt re Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Arslan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koçberên Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin

Koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Eyn Îsayê bi xwepêşandanekê komkujiyên dewleta Tirk ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Çekdarên ser bi Şamê êriş birin ser gundên Siwêdayê

Hate ragihandin ku çekdarên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê bi çekên giran gundewarê bakurê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tîma futbolê ya Rojava ya li Viyanayê

Kûlûba tîma futbolê ya Rojava li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hemberî gelek kûlûban lîst.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berê me li Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?