Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê li dijî gundewarê rojhilatê kantonê meşek lidar xist.
Meş ji pêş avahiya Meclisa Rêveber bi beşdariya xelkê Dêrazorê, şêx û rûspiyên wê, nûnerên ji saziyên sivîl û hêzên ewlehiyê destpê kir û li Çerxerêya Sebe Kîlo sekinî.
Di meşê de dirûşmeyên ‘na ji hikumeta Şamê re’, ‘Bijî berxwedana jinê’ û ‘Bi can bi xwîn em te bi te re ey şehîd’ hatin berzkirin.
Li wir endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Senûbiya Sena El Mihemed axivî û got: “Di demekê de ku gelên Rojhilata Navîn bi biştî û gelê Sûriyeyê bi taybet tevî hemû pêkhateyên xwe li dijî rejîmê dîktator û neteweperest di oxira pêkanîna azadiya xwe de têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Asta sûcên hovane û barbarî li dijî jin, zarok û gelê me yê li Dêrazorê zêde dibin.”
Sena wiha domand: “Armanca van sûcên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên hikumeta Şamê ji qetilkirin, tirsandin û topbarankirinê dikin, derxistina fitne û têkbirina îstîqrara herêmê ye.”
Sena wiha pê de çû: “Tişta li dijî Dehle yê gundewarê Dêrazorê bûye komkujî ye. Di encamê de 11 şehîd piranî zarok bûn qurban.”
Sena sersaxî da malbatên şehîdan û sûcên dermirovî şermezar kirin.
Di dawiyê de Sena bang li xelkê herêmê kir ku nekevin xefka van fitneyan û destkeftiyên şoreşê yên bi saya fedakariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hatin pêkanîn, biparêzin.