Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cenazeyê Endamê Koma Aştiyê li Meletiyê hate veşartin
Rojane

Cenazeyê Endamê Koma Aştiyê li Meletiyê hate veşartin

Cenazeyê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da, li Taxa Taruca ya navçeya Arxan a Meletiyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Koma Duyemîn a Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku di 29’ê cotmeha 1999’an de ji Ewropayê hate Tirkiyeyê, dema li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedawîkirin, di 12’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş li bajarê wî gundê Taruca yê navçeya Arxan a Meletiyê hate definkrin. Li gel endamên malbatê, her wiha Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Sebahat Tuncel, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehan, partiyên siyasî û gelek welatî jî tevlî merasîma definkirinê bûn.

Kesên beşdarî torena cenazeyê ya li Cemxaneya Daricayê bûn, wêneyên Aktaş hilgirtin. Toren, bi hişyarkirina cenazeyê ya ji hêla Pîrê Cemxaneyê ve dest pê kir. Piştre xwişka Aktaş, Fadîme Aktaş axivî û wiha got: “Serê gelê kurd sax be.”

Piştre jî rojnameger Haydar Ergul axivî ku li gel Aktaş di heman Koma Aştiyê de cih digirt. Ergul, da zanîn ku jiyana Aktaş bi têkoşînê derbas bûye û wiha got: “Tu kes bi dilxwazî naçe girtîgehê. Lê hevalê Alî, di çarçoveya banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a aştiyê de bi dilxwazî hate vê derê. Nîqaşa ‘gelo em ê çiqas di girtîgehê de bimînin’ nekir. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê hate vir. Me bi hev re di 4 rojên binçavkirinê de pêvajoyeke giran jiya. Lê tu caran serî netewand û li ber xwe da. Hevalekî dilnizm bû û dilsozê doza xwe bû. Kesayeteke kedkar û fedekar bû. Her tim li ber xwe dida. Ji hêla fikrî ve xwe kûr dikir, li çareseriyê digeriya û dizanî ku ji bo demokrasî û azadiyê hewcehî bi aştiyê heye. Yek ji kesên herî çalak bû lê tu caran pêşçav nebû. Ev jî çandeke ku tevgera azadiyê afirandiye.”

Di berdewamê de Ergul anî ziman ku weke Koma Aştiyê di salvegera damezirandina komarê de hatine Tirkiyeyê û wiha got: “Dîroka hatine me girîng bû. Ji bo komara înkarger veguherînin komareke demokratîk me bersiv da daxwaza aştiyê. Heval Alî jî ji bo vê daxwazê li vir bû. Ji heqiyê hat û di rêya heqîqetê de çû.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Heval Alî derwêşekî kurdan bû. Ji bo heqîqetê têkoşiya. Em jî dê di rêya wî de bimeşin. Li ser banga aştiyê ya birêz Ocalan hat vê derê. Têkoşîna xwe li vir jî domand. Zîhniyeta înkarê ji wê demê ve didome lê hevalên weke heval Alî têkoşîna xwe domandin. Dê bi milyonan hevalên wî jî meşa xwe ya di rêya wî de bidomînin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Alî Şukran şoreşgerek bû ku ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê têkoşiya. Ji bo aştiya Tirkiyeyê şensekî mezin bû. Hevalên weke heval Alî Şukran ne tenê gelê kurd, li Tirkiyeyê tovikên pêkvejiyanê reşandin û mohra xwe li xebatên dîrokî dan.”

Piştî xwendina gulbangê, li ser wesiyetê cenazeyê Aktaş birin goristana gund. Jinan cenazeyê Aktaş hilgirtin û bi tililî û çepikan birin goristanê. Aktaş, bi dirûşma “Şehîd namirin” li rex dayika xwe hate definkirin.

Merasîma definkirinê piştî belavkirina loqmeyê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MELETÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên YPS JIN depoya marketa zincîran da ber agir
Nûçeya Pişt re 17 qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komeleya 68’an a Mêrsînê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anîn

Komeleya 68’an a Mêrsînê di 52’emîn sala bidarvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş ê ku xwînrijiya ser mejiyê wî dîsa birin girtîgehê

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê ji bo parastina herêma xwe, berxwedana xwe xurtir bikin’

Gelê Rojava ku bi ruhê şerê gelê şoreşgerî tevdigerin wiha gotin, “Em ê dev ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?