Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Êrişên li ser Dêrazorê êrişên li ser tevahiya herêmê ne’
Rojava

‘Êrişên li ser Dêrazorê êrişên li ser tevahiya herêmê ne’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî got, "Di heman dema êrişa li ser Dêrazorê de êriş li xeta Minbic û Til Temirê jî hatin kirin. Her rê û rêbazê bi kar tînin. Lê belê bersiveke tund wergirtin û wê werbigirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hêzên hikumeta Şamê û koma çekdar a bi navê Dîfa El Wetenî di 7’ê Tebaxê de li ser Kantona Dêrazorê dest bi êrişeke berfireh kirin. Bi taybetî êriş birin ser cih û warê sivîlan û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bersiveke tund dan êrişan û êriş têk birin.

 

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî li ser êrişan ji ANF’ê re axivî.

Cizîrî anî ziman, ku demek beriya êrişan agahî gihîşt wan ku koma çekdar Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê amadekariya êrişeke bi vî rengî dikin û got, “Agahî hatin ku ev komên ji bo pereyan hatine birêxistinkirin li dora Ebû Hemam û Çemê Firatê hewl didin xwe bi rêxistin bikin. Van koman 7’ê Tebaxê bi hucreyên razayî û piştgiriya hêzên ser bi hikumeta Şamê li Dêrazorê êrişeke berfireh birin ser rojhilatê Firatê. Bêguman bersiveke tund ji van êrişan re hate dayin. Hêzên QSD’ê derbên giran li êrişkaran xistin. Di encama van êrişan de 2 hevalên me şehîd bûn. Lê belê êrişên hikumeta Şamê yên bi çekên giran ên li ser herêmên sivîl dewam dikin. Di van êrişan de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Weke bersiva li êrişan û hilanîna tola xelkê me yê sivîl hevalên me li hemberî Dîfa El Wetenî sê çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de jî derbên giran li wan hate xistin. Ji xwe piştre şikestin.

Lê belê ev êriş tenê ji aliyê van çeteyan ve nehatine kirin. Li pişt êrişan hin hêzên herêmî jî hene. Di van êrişan de hin dewletên mîna dewleta Tirk jî hene. Armanca wan tevlîhevkirina herêmê û xerakirina aramiyê ye. Lê belê em li vê derê li dijî her cûre êrişên li ser gelê me em ê her tim bibin mertal û derbên giran li dijmin bixin ku ewlehî û aramiya herêmê têk dibe. Di van êrişan de peyama me ya ji bo komên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî zelal bû. Divê gelê me jî li hemberî lîstikên bi vî rengî hişyar be. Divê destûr neyê dayin ku ev komên bi pereyan hatine kirîn negihêjin armanca xwe. 12 sal in komkujî li gelê Sûriyeyê tê kirin. Êrişên gelekî giran hatin kirin. Hêz û komên çete ji van hemûyan de berjewendiyên xwe hene. Ji ber vê jî divê gelê Sûriyeyê bigihêje çareseriyeke siyasî.”

‘HESABÊ GELEK HÊZ Û DEWLETAN LI SER VÊ DERÊ HENE’

Cizîrî anî ziman ku herêma Dêrazorê stratejîk û dewlemend e, gelek hêz û dewlet li ser vê derê xwedî hesaban e û got, “Herêma Dêrazorê dewlemend e. Hem ji aliyê civakî û eşîrî ve hem jî ji aliyê dewlemendiyên ser û binê erdê ve herêmeke gelekî dewlemend e. Her kes dixwaze sûdê ji vê taybetmendiya Dêrazorê werbigire. Mînak, van hêzan bi navê ‘eşîran’ komek ava kirin û bi rêya vê yekê hewl dan nîşan bidin ku QSD dixwaze eşîran belav bike û rewşa herêmê têk bibe. Bi vî rengî hewl dan pêkhateya herêmê li dijî QSD’ê sor bikin.

Dêrazor her wiha li sêgoşeyeke stratejîk e. Li ser sînorê Iraqê ye, nêzî Urdunê ye. Her wiha rêyeke stratejîk a ber bi Lubnan û Îsraîlê lê ye. Ev yek jî dibe sedem ku gelek hêz hewl didin sûdê ji vê rewşê werbigirin. Di heman demê de bi rêya van êrişan dixwazin QSD’ê lawaz bikin û nîşan bidin ku hêzeke nikare gelê xwe biparêze. Lê belê bi bersiva ji wan re hate dayin re careke din hate dîtin ku QSD hêzeke bi tecrûbe û profesyonel e. Hêzeke dikare gelê xwe biparêze û li dijî dijmin pêngavên mezin bike.

‘BERSIVA TUND WERGIRTIN Û WÊ WERBIGIRIN’

Ev êrişên li ser Dêrazorê ne cara yekê ye. Berê jî êrişeke bi heman rengî hatibû kirin. Di êrişa destpêkê de helwesta eşîrên li Dêrazorê zelal bû, di vê êrişê de jî eşîran û gel li hemberî van koman helwesteke şênber nîşan dan. Di êişa destpêkê de eşîran ji wan re gotin, ‘Em weke eşîr li vê derê ne û ti eleqeya me bi van koman re nîne’. Ev kom di nava lîstika dewleta Tirk û hikumeta Şamê de ne û bi vî rengî xwestin li herêmê tevlîheviyeke mezin bikin. Ev plan ne tenê li ser Dêrazorê ye. Planek li ser tevahiya herêmê ye. Ji xwe ew jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin. Dibêjin wê ji Dêrazorê biçin heta Qamişloyê. Bala xwe bidinê, dema ku êriş li ser Dêrazor hate kirin di heman demê de êrişên li ser Minbic û Til Temirê jî destpê kirin. Lewma ev êriş berfireh e. Ji bo karibin bigihêjin armanca xwe her cûre rêbazê bi kar tînin. Eger ev êrişên wan bi ser ketibûna wê dewam bikira. Lê belê ji ber ku bersiveke tund wergirtin neçar man xwe vekişînin. Ji xwe eşîran, rûspiyên eşîran bi daxuyaniyên xwe helwestek li hemberî wan nîşan dan. Vê helwesta zelal kir ku ev hêz têk biçin.

Ji xwe weke ku me got, ew bi pereyan hatine kirîn û li dijî gel têne bikaranîn. Îbrahîm Nafîl yek ji van mînakan e. Di şexsê Îbrahîm Nafîl de xwestin li ser eşîran vê planê bikin lê belê ne xelkê Dêrazorê ne jî rûspiyên eşîrên Dêrazorê ketin vê xefikê. Qebûl nekirin. Jİ ber vê jî plana wan têk çû. Her wiha li Reqa, Dêrazor û herêmên din helwesta ku eşîran nîşan dan, raxist pêş çavan bê li aliyê kê ne. di êrişa beriya salekê de, beriya êrişê bi taybetî li saziyên çapemeniyê yên nêzî hikumeta Şamê û dewleta Tirk dest bi propagandayê kirin. Balkêş e ev hêzên ku 12 sal in bi zimanekî êrişkar êrişî hev dikin di mijara Dêrazorê de heman ziman bi kar anîn. Ev yek jî planên wan nîşan dide.

‘EV KOM HEMÛ BI PEREYAN HATIN KIRÎN’

Êrişa destpêkê, piştî ku ji aliyê din ê avê derbas bûn û ketin herêma me, hate kirin. Lê belê di vê êrişa dawî de kes nekarî ji aliyê din ê avê derbasî aliyê me bibe. Ji ber ku hêza me amade bû, bersiveke tund ji hemû hewldanên wan re hate dayin. Bêguman ji ber daran li hin deveran ji nêz ve şer qewimî. Her wiha 2 hevalên me şehîd bûn. Ev ne ji ber yên ji aliyê din ê avê hatibûn qewimî. Ji ber ku hucreyên razayî yên wan li aliyê me hene. Ji ber ku beşek ji wan xizmên hev in. Ji heman eşîrê li vî alilyê avê hene, li wî aliyê avê hene. Eşîra Şîhadatê li vî alî jî gundên xwe hene, li aliyê din jî gundên xwe hene. Van kesan di bin navê xizmbûyînê de hewl dan hin tiştan bikin. Hin ji wan bi pereyan hatin kirîn. Ji xwe yên ku bi pereyan hatin kirîn piştî ku pereyê xwe wergirtin, dema ku dîtin nikarin bi ser bikevin reviyan. Ji xwe gel jî ew qebûl nekir û destûr neda wan. Gel bi xwe dibêje ew van mirovan li vê herêmê naxwaze, xwe bi pereyan firotine, hewl didin li herêmê tevlîheviyê bikin, ji ber vê jî xwestine ev mirov ji herêmê biçin. Gelê me li vê derê heta dawiyê li pişt hêza xwe ye, dema ku em alîkariyê dixwazin yekser dibe alîkar. Xelkê li vir bi hêza xwe heta dawiyê piştrast e. Ji ber ku zane, hêza ew ji DAÎŞ’ê rizgar kir QSD ye. Di sala 2014’an de DAÎŞ’ê li gundê Şahîdatê komkujiyeke mezin kir. Hêzên QSD’ê ew ji DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xelkê Şahîdatê ji wê demê ve dibe alîkar. Ji ber ku heta dawiyê bi hêza QSD’ê bi bawer e. Zane ku çawa wê demê ew ji tarîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin, wê îro jî bi heman rengî wan li hemberî her cûre êrişan biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRAZOR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kelarê ser rola pirtûkxaneyan semînerek hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Şikakî: Pêngava 15’ê Tebaxê moral da gel
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pezeşkiyan endamên hikûmeta xwe ji bo erêkirinê pêşkêşî meclîsê kir

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, roja Yekşemê endamên hikûmeta xwe ku yek ji wan jin e…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevseroka PJAK’ê: Yekane civaka ku dikare pêşengiyê ji guhertinê re bike Kurd e

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan diyar kir ku Kurd yekane civak e ku li Rojhilata Navîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan serdana Emîne Şenyaşar kirin

Xizmên girtiyan serdan Emîne Şenyaşar kirin ku di roja 109’an de çalakiya xwe ya Nobeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Demhat Girê Spî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Axîn Koçber hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?