KCDK-E ji ber wefata yek ji kesayetên girîng û rêzdar ê civaka Êzidî Xalê Emîn peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama sersaxiyê ya ji bo Xalê Emîn a ku 2 zarokên wî di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, ev tişt hatin parvekirin: “Xalê Emîn ê ku di têkoşîna azadiyê de kedeke mezin daye û bavê 2 şehîdan e wefat kir.
Xalê Emîn kedkarekî ku her tim deriyê xwe ji têkoşîna azadiyê re vekirî hişt û du zarokên wî şehîd in.
Xalê Emîn jî yek ji kesayetên girîng û rêzdar ê civaka Êzidî bû. Di hemû xebatên xwe de bi dil û can dixebitî û tu car xwe ji kar û xebatan dûr nedigirt. Em bi wefata Xalê Emîn ê ku di nav civaka Kurd de dihate hezkirin û rêzgirtin, xemgîn in.
Xalê Emîn bi sekna xwe ya fedakarî, biryardarî û daxwazên wî wê her tim di têkoşîna ya azadiyê de bijî. Weke KCDK-E em careke din Xalê Emîn bi rêz û hurmet bi bîr tînin û ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”