Daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê bi vî rengî ye:
“Tirkiye û Iraqê civîna xwe ya çaran a bi navê ‘mekanîzmaya ewlehiyê ya asta bilind’ li Enqereyê pêk anîn. Ji aliyê Iraqê ve wezîrê parastinê û ji rêveberiya herêmî ya Kurd wezîrê karên hundir ê PDK’î beşdarî civînê bûn û ev yek nîşan dide ku civîn bi kîjan armancê û bi rojeveke çawa hatiye lidarxistin. Piştî civînê wezîrê karên derve yê Iraqê yê PDK’î Fuat Huseyîn wiha gotiye: ‘ji ber xaka Iraqê her cure gefa li ser welatên cîran, ne li gorî pejirandin û hêmanên me ne.’ Fuat Huseyîn di dewamê de ev tişt gotiye, ‘ev yek tê wateya parastina desthilatdariya Iraqê jî’. Yanî li gorî Fuad Huseyîn û hikûmeta Iraqê her çend nav negotibin jî, PKK’ê weke xeter dibînin. Lê belê PKK’ê ti carî li dijî qanûnên Iraqê tevnegeriya ye, ewlehî û berjewendiyên dewleta Iraqê û gelan her tim esas girtiye û girîng dîtiye. Dewleta Iraqê û gelên Iraqê jî vê yekê baş dizanin. PKK’ê bi berdêlên mezin li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst têkoşîn meşandiye, gelên Iraqê û dewleta Iraqê bi xwe şahidê vê yekê ne. Ji ber vê yekê ye ku gelên Iraqê bi dostane nêzî PKK’ê dibin û dewleta Iraqê jî berxwedana PKK’ê silav kiriye. Rastî ev e. Lê çawa niha ji nişka ve PKK weke tevgereke ku ewlehiya Iraqê tehdît dike, tê dîtin.
Eşkere ye ku hikûmeta Iraqê di nava xwexapandineke mezin de ye. Xaka Iraqê qasî bi sedan kîlometreyê ye û bi dehan kîlometre yê ku dagir û îlhaq kiriye, yê ku erdnîgariya Başûrê Kurdistanê û welatê Iraqê dişewitîne, tam polîtîkayeke qirkirina xwezayê pêk tîne, gel bi zorê ji cihê wê dike, bandorê li jiyana gelê herêmî dike û nasnameyan dipirse û mudaxileyê her tiştê wê dike, dewleta Tirk a dagirker bi xwe ye. Yê ku DAÎŞ li Mûsilê xwedî kirî, berê êrîşên wê dayî Sûriye û Rojava jî Erdogan û dewleta AKP’ê ye. Yê ku bêyî erêkirina dewleta Iraqê hêzên leşkerî şand Başîkayê, weke mayînde li xaka Iraqê bi cih bûyî û hîna jî hewl dide hêza xwe zêde bike dewleta Tirk e. Hikûmeta Iraqê vê yekê nabîne yan jî ji vê yekê razî ye û bi temamî bêbandor, pasîf û bêbertek dimîne. Helbet ev rewş ne li gorî rastiya dewletek serbixwe-desthilatdar e. Ji ber ku desthilatdariya Iraqê bi fermî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û emperyal ve hatiye binpêkirin. Hikûmeta Iraqê vê yekê dibîne û dikare mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî binirxîne û li dijî dewleta Tirk a dagirker helwest bigire. Li şûna ku vê yekê bike, hîna li Bexdayê ‘odeya operasyona hevpar a li dijî terorê’ ava dike. Herî dawî li Enqereyê civîna lûtkeya ewlehiyê hate kirin. Biryarên ku di civînê de hatine dayîn, tê wateya erêkirina dagirkeriya Tirk, mayîndebûna dagirkeriyê û hevkariya vê yekê. Li vir eşkere ye ku hikûmeta Iraqê bi dewleta Tirk a dagirker û emperyal re Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hedef digire. Jixwe dewleta Iraqê eger hîna ji destpêkê ve êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê û avakirina bi dehan baregehan nepejirandiba, nepêkan bû ku tevî hiqûqa navneteweyî jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe zêde kiriba û bidomandiba.
Dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkaya Osmanîtiya nû hewl dide li ser Rojhilata Navîn bi bandor bibe. Iraq jî di nav de, gelek herêm welatên xwe hîna weke wilayet û eyaletan dibînin û xwedî komplekseke emperyal in. Li Rojhilata Navîn kaos çêkirin, berjewendiyên xwe parastin û pêş xistin, polîtîkaya esas a dewleta Tirk a dagirker e. Ji bo vê yekê bi rengekî bêexlaqî xwe ji bikaranîna her cure nakokiyên etnîk û baweriyê, nade paş. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku nebin hevkarê van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk û divê girîngî bide têkîliyên bi dostane yên bi perspektîfeke ku berjewendiyên gelên Iraqê esas digire.”