Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên “Nan û Dadê” de li navçeya Torbaliya Îzmîrê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî û cotkaran kir. Karker û cotkaran bi lêdana çepikan û fîkandinê Bakirhan û şandeya pê re pêşwazî kirin. Bakirhan li gel karker û cotkaran sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir.
Karkeran gilî û gazincên xwe ji Bakirhan re vegotin û anî ziman ku ew di nava çerxa krîza aborî û bihabûnê de mane û yewmiyeyê ew heq dikin nagirtin. Cotkaran jî gilî û gazincên xwe anîn ziman û gotin kar û zirara wan hev dernxe.
Bakirhan ê ku li karker û cotkaran guhdar da zanîn ku li her deverê karker û cotkar ketine nava rewşek perîşaniyê û ew jî li dijî vê pergalê têdikoşin. Bakirhan got armanca serdana wan ew e ku pirsgirêkên karker û cotkaran bibin rojeva Meclisê û Tirkiyeyê.
Bakirhan di nav zeviya îstoan de kêliyekî li gel karkeran îsto berhev kirin. Bakirhan û şandeya pê re paşê ji vir berê xwe dan herêmên şewatê yên li navçeya Karşiyakayê û Bayrakliyê û dê serdana welatiyên mexdûr bûne bikin.