Televîzyona dewletê got, “Otobusek ku heciyên Pakistanî tê de bûn, şeva Sêşemê li derveyî benda kontrolê ya Dehşîr-Teft a li navenda eyaleta Yezdê wergeriya û agir pê ket.”
Di nûçeyê de hate gotin, “28 kes mirin û 23 kes birîndar bûn” û hate ragihandin ku hejmara miriyan dibe ku zêde bibe.
Serokê rêveberiya krîzê ya eyaleta yezdê Alî Melîk-Zadeh ji televîzyona dewletê re axivî û anî ziman ku rewşa hin ji birîndaran krîtîk e.
Melîk-Zadeh got, “Ji 23 birîndaran 6 kes ji nexweşxaneyê derketin, rewşa 7 ji birîndaran krîtîk e.” Rayedar got, “11 jin û 17 mêr di qezayê de mirin.”
Otobusa heciyên Pakistanî ji bo tevlî bîranîna Erbain (Bi Erebî ‘Çil’) bibe, ku balê dikişîne ser 40 rojiya şîna neviyê pêxember Mûhammed, Îmam Huseyîn û li gorî teqwîma Şîa çalakiyeke girîng e, di ser Îranê re diçû Iraqê.
Li gorî daneyên fermî par di vê bîranîna li bajarê Kerbela yê Iraqê de ku Huseyîn û birayê wî Abbas lê veşartî ne, nêzî 22 milyon amade bûn. Ev bîranîn jî weke yek ji kombûnên herî mezin ên olî yên cîhanê tê naskirin.