Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyê de hatin qetilkirin, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
EDENE
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Edeneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li ber avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin. Dema polîsan hewl dan daxuyaniyê asteng bikin jinan dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin û tevî hemû hewldanan jî daxuyanî dan.
Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya komkujî şermezar kir û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl didin tevahiya Kurdistanê dagir bikin û got, “Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nekir û wê qebûl neke jî. Divê demildest PDK dev ji hevkariya van sûcan berde. Hedefkirina rojnamevanan bi zanebûn û rêxistinî ye. Bi êrîşên li ser rojnamevanan hewl didin sûcên şer ên li herêmê tên kirin veşêrin. Armanca vê êrîşê kûrkirina polîtîkayên dagirkirin û îlhaqkirinê ye. Em ê rê nedin ku sûcên şer ên hatine kirin bi komkujiyên sivîlan bên nixumandin. Em bang li hemû jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê helwestê nîşan bidin.”
WAN
Gelek endam û rêveberên MKG, DFG, DBP û DEM Pariyê û gelek saziyên sivîl û pîşeyî beşdarî daxuyaniya TJA’yê ya li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê hat lidarxistin bûn.
Endama TJA’yê Edîbe Babûr di çalakiyê de axivî û got, “Rejîma AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê berfireh dikin û hewl didin her çar parçeyên Kurdistanê îlhaq bike. Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê bi hevkariya xwe beşdarî kuştina zarokên Kurdistanê dibe. Gelê Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nekiriye û qebûl nake jî. Divê demildest PDK dev ji hevkariya van sûcan berde. Em baş dizanin ku rejîma mêtinger a AKP-MHP’ê bi van êrîşên li dijî gelê Kurd destkeftiyên jinan jî hedef digire.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
ÎDIR
Bi pêşengiya DBP’ê ya Îdirê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn, Hevşaredar Necla Kum, encumenên giştî û bajêr beşdarî daxuyaniya li ber Navenda Karsaziyê ya Zagrosê bûn. Endama Meclisa Giştî ya bajêr Ozlem Torzuk daxuyanî xwend û destnîşan kir ku armanca vê êrîşa li dijî rojnamevanan ew e ku dengê Çapemeniya Azad qut bike û sûcên şer ên li Kurdistanê negihêje raya giştî ya cîhanê ye.
AGIRÎ
Bi pêşengiya DBP’ê ya Agiriyê li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê Agirî yê DEM Partiyê Heval Bozdag beşdarî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Hikmet Adigûzel ve hat dayîn.
MÛŞ
Polîsên Tirk bi hinceta qedexeya walîtiyê ya li ser “çalakî û çalakiyan” mudaxeleyî daxuyaniya ku wê li Mûşê bihata dayîn kirin. Jinên TJA’yê li nav kargehekî çalakiya rûniştinê li dar xistin, wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin û Nagîhan Akarsel hilgirtin. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Narîn Gezgor bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û got, “Bi îmzeya walîtiyê biryara qedexeyê bidin me ku em jî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya demokratîk azadî û aştiyê bînin vî welatî.”
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê yw 5 deqeyan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
ŞIRNEX
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Şirnexê daxuyanî hat dayin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin û “Çapemeniya azad deng, awaz û hebûna me ye” dinivisî hilgirtin.
Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk daxuyaniya hevpar xwendin. Alturk diyar kir ku ew qetilkirina rojnamevanên Çapemeniya Azad şermezar dikin û gotin, “Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser qirkirina jin û gelê Kurd siyasetê dike, dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanperestiyê pêk bîne. Rejîma AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan dixwaze bi polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê Herêma Federal a Kurdistanê dagir bike. Em baş dizanin ku rejîma AKP-MHP’ê bi van êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dike hedef. Di encama van êrîşan de li Silêmaniyê 2 rojnamevan hatin qetilkirin. Ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî qirkirinê bibin xwedî helwest.”
Daxuyanî bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.