Berdevka Yekîtiya Jinê ya Zenobiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehrazat El Casim piştî rizgarkirina herêmên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê ji DAÎŞ’ê, ji ANF’ê re qala karên jinan û avabûna Yekîtiya Jinê ya Zenobiyayê kir.
Şehrazat El Casim anî ziman ku Kobanê di avabûna saziyên jinan ên li herêmê de bû xwedî rola pêşengiyê û got, “Li herêmên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, pênc salan jin di nava sîstemeke tarî de bûn, zextên giran li wan dihate kirin. DAÎŞ’ê xwest jinan bê îrade bihêle, têkiliya wan a bi jiyanê re qut bike. Jinên li van herêman dema herî zehmet û giran a jiyana xwe derbas kirin. Mejiyê tarî yê DAÎŞ’ê pêkanînên li dijî jinan giran kir. Lê belê têkoşîna li dijî barbariya DAÎŞ’ê ku ji Kobanê destpê kir û li Bahozê bi dawî bû, piştî pênc salan ji bo jinan bû şensê jiyaneke azad. Bi saya van pêngavên bi pêşengiya YPG û YPJ’ê, herêm ji barbaran rizgar bû. Bi taybetî têkoşîna ku YPJ pêşengiyê jê re dike, ji bo jinên ku bi salan zordarî dîtin bû hêviyeke mezin, hêzeke mezin. Jin hemû bi YPJ’ê re bûn yek dil û di her pêvajoyeke rizgarkirinê de piştgirî dan YPJ’ê.
Piştî ku ev herêm hatin rizgarkirin ji bo jin di nava jiyana civakî de careke din xwe bidin pêş û bibin xwedî îrade, pêvajoya rêxistinbûnê destpê kir. Jin tevlî nava saziyên civakî bûn. Di bin dîlgirtina DAÎŞ’ê de gelek zilm li jinan hate kirin; revandin, destavêtin, kuştin, êşkence tirs û travmayeke mezin xistibûn dilê jinan. Jin ji bo vê rewşê ji ser xwe biavêjin hêdî hêdî tevlî nava saziyên civakî bûn. Bêguman ev pêvajo bi hêsanî nebû; feraseta DAÎŞ’ê ya ku li nava civakê belav bû, mejiyê kevneşop ê civakê, sîstema dewletê ya bi salan bi mejiyê mêr ava bû, qutkirina jinan ji jiyanê û civakê, ji karên herî mezin ên vê sîstemê bûn.
Ev hemû di heman demê de dibûn sedem ku nêzîkatiya civakê gelekî hişk bibe û bi vê ferasetê nedihate qebûlkirin ku jin tevlî nava civakê bibin. Kobanê ya ku pêşengî ji şoreşê re kir, di heman demê de pêşengî ji avakirina saziyên jinan re jî kir. Ji ber ku Kobanê di şerê dijî DAÎŞ’ê de berdêlên gelekî mezin da. Lewma piştî ku Kobanê hate rizgarkirin, saziyên jinan ên destpêkê li vê derê ava bûn. Piştî Kobanê Minbic hate rizgarkirin. Minbic li ser sînor bû û timî dibû hedefa êrişê; ji ber vê yekê jî ji bo jin karibin pêşengiyê bikin pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt hebû. Hewldanên jinan ên ji bo tevlîbûna li nava vî karî encamên girîng û erênî bi xwe re anî. Li Minbicê perwerdeya ji bo jinan, serdan û karên giştî yên hatin kirin bûn sedem ku gavên girîng bêne avêtin. DAÎŞ’ê Reqa ji xwe re kiribû paytext û li vê derê pêkanînên giran li jinan ferz dikir. Ji ber vê jî dema ku Reqa hate rizgarkirin, jinên Reqayî bi kêfxweşiyeke mezin YPJ, YPG û QSD pêşwazî kirin.
Îro jin li vê derê di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser de ji bo karibin jiyaneke azad ava bikin gavên mezin avêtine. Ya ku herî dawî hate rizgarkirin herêma Dêrazorê bû. Lê belê herêma ku herî zêde zehmetî lê hate kişandin jî herêma Dêrazorê bû. Ji ber ku ev dever naşibe deverên din. Taybetmendiya kevneşop a vê derê li ser sîstema eşîran ava bûye. Lewma nedihat qebûlkirin ku jin derkevin derveyî malê û li saziyan bixebitin. Her wiha li herêma Dêrazorê aliyê din ê avê di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, beşek ji eşîran li aliyê me, beşek jî li aliyê din dimîne. Têkiliyên van eşîran bi hev re hene. Ev rewş bandoreke yekser li karên ji bo jinna dike. Ji ber vê yekê li Dêrazorê birêxistinkirina jinan, tevlîkirina jinan li saziyan û qadên din ên jiyanê, têkoşîneke mezin dixwaze û divê gavên bi wêrek bêne avêtin.”
JIN LI DIJÎ FERASETA KEVNEŞOP TÊDIKOŞIN
Şehrazat El Casim anî ziman ku jin ji bo li dijî vê ferasetê têbikoşin destpêkê ji xwe û piştre ji malbata xwe destpê dikin û got, “Jinên li Tebqa, Minbic, Dêrazor û Reqayê heta sala 2021’ê rêxistiniya xwe ava kirin. Di sala 2021’ê de jinên li van herêman ji bo karibin rêxistiniya xwe hîn bi rêk û pêk bikin û xwe bigihînin hîn bêhtir jinan, Yekîtiya Jinê ya Zenobiyayê ava kirin. Navê Zenobiya bi taybetî hate hilbijartin ji ber ku Zenobiya ji bo jinên li vê herêmê fîgureke girîng e. Lewma temsîliyeta jinên ji herêmên rizgarkirî ya vê yekê, ji bo me gelekî girîng bû. Em hemû gihîştin wê baweriyê ku divê kesayeta jin a azad di şexsê xwe de ava bikin, di têkoşîna ekolojîk, civakî û zayendî de jin bigihêjin asta pêşengiyê. Jinên li van herêman herî zêde ji ber zordariya DAÎŞ’ê zehmetî kişandin. Lewma me ji xwe destpê kir, me xwest destpêkê xwebûna xwe ava bikin, ji nû ve bibin xwedî îradeya xwe. Piştre jî ji me re bû wezîfeya bingehîn ku vê têkoşînê li qada civakî belav bikin. Weke ku tê dîtin, Yekîtiya Jinê ya Zenobiya li hemû herêmên ji DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin pêşengiyê ji her tiştî re dike. Bi taybetî li hemberî hewldanên tevlîhevî û fitneyê Yekîtiya Jinê ya Zenobiya bi biryardarî têdikoşe.”
Şehrazat El Casim diyar kir ku ji niha û pê ve jî li dijî her cûre êrişê ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin û got, “Xeta ku em ji xwe re dikin esas, xeta jinê ya azad e. Ji bo jinûve bidestxistina azadiya xwe û parastina wê em ê têkoşîna pêwîst bimeşînin.”
Şehrazat El Casim destnîşan kir ku ji bo mejiyê DAÎŞ’ê careke din serwer nebe ew neçar in têkoşîna xwe her roj hîn mezin bikin û got, “Liv û tevgera şaneyên DAÎŞ’ê yên li herêmê bandoreke neyînî li karên jinê dike. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em ê têkoşîna xwe rawestînin. Berevajî, em hewl didin têkoşîna xwe hîn xurt bikin, perwerdeyên xwe berfireh bikin û vê pirsgirêkê ji holê rakin. Li gel hemû pirsgirêkan û êrişên ji bo astengkirina me hatin kirin jî me destketiyên mezin bi dest xistin. Bêguman dem bi dem karên me hatin astengkirin, yan jî asêkirin, lê belê me ti carî gav paşve neavêt.”
RÊ Û RÊBAZÊN XEBATÊ
Şehrazat El Casim li ser rê û rêbazên rêxistinî û kar ên Yekîtiya Jinê ya Zenobiya jî got, “Navenda me li Reqayê ye. Çar meclîsên me bi ser vê navendê ve hene, ji ber ku Yekîtiya Jinê ya Zenobiya li ser çar herêman hatiye avakirin: Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê. Her yek jê xwedî meclîsekê ye. Her çar meclîs bi ser Reqayê ve ne û Reqa jî koordînasyona van meclîsan dike. Her wiha her herêm xwedî navenda xwe ye. Li navçe, bajarok û gundan komîte hene û ev komîte jî li wan herêman kar dikin. Her herêmek xwedî berdevkekê ye û ev berdevk jî ji kar berpirsyar e. Di nava vî karî de perwerde, tenduristî, beşên civakî û edaletê hene. Her wiha Mala Jinê jî heye; bi ser Yekîtiya Jinê ya Zenobiya dixebite.”
4 SALÊN DI BIN DÎLGIRTINA DAÎŞ’Ê DE
Şehrazat El Casim destnîşan kir ku weke jineke 4 salan di bin esareta barbariya DAÎŞ’ê de maye, ew êş û bendewariya jinên niha li herêmên dagirkirî ne baş hîs dike û got, “Ji bo min gelekî bi wate bû ku tevlî karekî bi vî rengî bibim. Dema ku herêm ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, karên jinan, rêveberiya jinê, saziyên jinan gelekî balkêş bûn. Mînak dema ku qala rêveberên jin dihate kirin, me meraq dikir, ku rêvebera jin çi ye? Çi karî dike? Pirsên bi vî rengî diket aqlê me. Lê belê dema ku em tevlî vî karê ji bo rizgarkirina ji tarîtiya DAÎŞ’ê bûn, hîn bêhtir bala me kişand û em tevlî bûn. Her ku em ketin nava kar me baştir nas kir, rewş fêhm kir. Çar salan ez di bin zilma DAÎŞ’ê de mam. Ji ber vê jî piştî ku tevlî kar bûm min fêhm kir ku divê destpêkê xwe û malbata xwe ji vî mejiyê tarî rizgar bikim. Dixwazim vê yekê jî bibêjim, gihîştina encameke bi vî rengî ji bo me ne hêsan bû. Piştî ku herêm ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin û jinên li herêmê dest bi kar kirin, şerekî navxweyî jî rû da. Di navbera mejiyê DAÎŞ’ê û mejiyê jinê yê azad de şerekî navxweyî hebû. Dikarim bibêjim ku têkoşînê destpêkê bi rengekî navxweyî destpê kir. Lê belê piştî ku me hêz û îradeya jinê, mîsyona rasteqîn a jinê ya li nava civakê fêhm kir hêzeke hîn xurt a têkoşînê peyda bû. Wê demê projeyên jinê li herêmên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê hatin afirandin û bi saya wan projeyan dengê jinan li van herêman bilind bû. Jin li dijî pîvanên kevneşop ên li nava civakê û avaniyên eşîrî, ji bo parastina xwe û mafên xwe bûn xwedî hêz.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZEWACA DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE Û PIRZEWACÎ
Jin êdî li ber pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de rabûn ku di dema DAÎŞ’ê de zêde bûbû. Me destpêkê hewl dan bala civakê bikişînin ser vê mijarê. Di encama vê têkoşînê de jî encameke girîng bi dest ket. Lê belê ev nêzîkatî li nava civakê bi temamî bi dawî nebûye. Li gel vê yekê jî dikarim bibêjim ku di nava civakê de hesasiyeteke girîng pêk hatiye. Nikarim bibêjim ku em bi temamî azad bûne û mafên xwe bi dest xistine. Hîn jî li gelek deveran zext û tundî li dijî jinan dewam dikin. Bi taybetî li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, jin di nava heman tarîtiyê de ne. Heta ku em wan rizgar nekin û mejiyê civakê yê li nava herêmên me yên li dijî jinê bi temamî neguherînin em nikarin bibêjin her tişt temam bûye. Çawa ku bi salan em di bin zexta wî mejî de bûn, êşên giran kişandin û di her kêliyê de li benda rizgarkirinê bûn, îro jî ew jin di nava heman hest û bendewariyê de ne. Karê me yê sereke rizgarkirina wan jinan e.”
Di dawiya axaftina xwe de Şehrazat El Casim destnîşan kir ku li dijî helwdanên tasfiyekirina projeya neteweya demokratîk û têkbirina têkoşîna jinê ew ê têkoşîn û karê xwe dewam bikin û got, “Weke Yekîtiya Jinê ya Zenobiya em ê li dijî hemû êrişan têkoşîna xwe hîn bêhtir bilind bikin.”