Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Bînbîr: Biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan yekane dermanê rizgariya Tirkiyeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şehîdên Qamişloyê bi merasîmekê hatin veşartin
Rojava

Şehîdên Qamişloyê bi merasîmekê hatin veşartin

Xalîde Şerîf û kurê wê Hejar Silêman ku li Qamişloyê di êrişekê de şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo wergirtina cenazeyên her du şehîdan Xalîde Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman berê xwe da morga Şehîdan a li taxa Enteriyê. Herdu şehîd di 28’ê Tebaxê di encama teqîna erebeya wan de şehîd bûn, ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk ji êrişên berpirsyar dîtibû.

Girseyê herdu cenaze hildan ser milan û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman sersaxî da malbata herdu şehîdan û got: “Ka edalet, ka mafên mirovan, ka NYˊyê? Werin vî cihî pîroz û binêrin çawa welatê tên hedefgirtin. Ev dayik û kurê xwe di êrişeke hovane, îxaneta ajanan de şehîd bûn.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku armanc ji êrişan têkbirina aramiya herêmê ye û got: “Êrişên li dijî gelê me, li dijî hêzên ewlehî, saziyên xizmetguzariyê û binesaziyan bi armanca têkbirina îstîqrariya herêmê ye. Ew yek jî encama lihevkirinan in. Di wan lihevkirinan de asîman li pêş balafirên Tirkiyeyê hat vekirin. Dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi erkên wan bûn.”

Yûnis got: “Bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle Tirkiye komkujiyan li dijî gelê me pêk bîne. Gelê me ji van helwest û siyasetên navneteweyî ne razî ye. Helwesta gel îro li Dêrna Axê zelal bû. Ev helwest dê heta bidawîkirina van êrişan bidome.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku têkoşîna jinan gihîştiye astekê ku êdî dijmin li ser xwe xeter dibîne, ji ber wê êrişên hovane pêk tînin û got: “Ew hêza jinan, zanîn û zanista li gel jinan dizane, her wiha rêxistinbûyîna jinan jî dizanin. Bi wê re çi şoreşa banga azadiyê bike bi pêşengtiya jinê ve girêdayî ye. Ji lew re êrişên xwe li dijî jinan zêde dikin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên herdu şehîdan xwendin û radestî malbatê kirin.

Kurê şehîd Xalîde û birayê şehîd Hejar, Egîd Qamişlo got: “Hedefgirtina dayika min û birayê min karekî tirsonek ê dewleta Tirk a dagirker e.”

Egîd bang li şêniyan kir ku ji bo eşkerekirina sîxur û xayînên ku dixwazin bi dewleta Tirk a dagirker vê projeyê têk birin, hevgirtinê xurt bikin.

Egîd li ser xewn û xeyala dayik û birayê xwe ku di welatekî azad de tevî Rêberê xwe bijîn axivî û got: “Rojekê jî bi berjewendiyên xwe nefikirîn. Ez bi têkoşîna malbata xwe serbilind im.”

Cenazeyên herdu şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” û “Bimire Îxanet” hatin veşartin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Werîşe Mûradî: Jin wê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî hemû cîhanê bike
Nûçeya Pişt re Çîftyurek: Desthilatdariyê çandinî qedand, divê em çareseriya xwe hilberînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kurdistanê rapora mafên zarokan: Mirin, binçavkirin, girtin, êşkence…

Di rapora Şaxê Amedê ya ÎHD'ê de ya li ser binpêkirina mafên zarokan a salane,…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê – 1

Siyasetmedarê Îtalî Ramon Mantovanî ku di balafira Rûsya-Romayê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sedan kes hatin revandin

Çeteyên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Dîlan Şirnex li Kobanê û Hesekê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?