Girtiyên bi navê Huseyîn Surgeç û Ersan Nazlier ên li Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê ya Stenbolê dihatin dîlgirtin, hatin sirgûnkirin.
Malbatên girtiyan ji bo hevdîtinê çûbûn girtîgehê, lê destûr nehat dayîn ku bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Rêveberiya girtîgehê, astengkirina hevdîtinê sirgûnkirina girtiyan weke hincet nîşan da. Lê belê têkildarê ka girtî sirgûnê ku derê hatine kirine, agahî nedan malbatan.
Malbata girtiyan ên ji rewşa girtiyan bi fikar in, bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku bihistyar bin.