Meclisa Edaleta Civakî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya pêkanîna biryarê de îro 50 girtiyên din ên ku ketin ber efûyê, ji girtîgeha navenedî ya Hesekê berdan.
Meclisa Gelan a Demokrataîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 17’ê Tîrmeha îsal de biryara 10’an a efûya giştî derxistibû.
Girtiyên ketin ber efûyê, bi amadebûna nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rûspiyên eşîran hatin berdan.
Di 21’ê Tîrmehê de beşeke girtiyên ketibûn ber eftûyê, hatibûn berdan. Bi vê yekê hejmara girtiyên ku hatine berdan, dibe hezar û 111. Çav li rê ye ku di rojên bê de beşeke din a girtiyên ketine ber efûyê bê berdan.
Biryara 10’an a efûya giştî di encama civîna 17’ê Tîrmehê ya berpirsên Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê û li ser daxwaza rûspiyên eşîran a di civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de hatibû dayîn.