Narîn Guran a 8 salî li taxa bejahî ya Çulî ya ser bi navçeya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxê de winda bûbû û piştî 19 rojan cenazeyê wê li çemê nêzî gund di hundirê kîsekî de hatibû dîtin. Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî hate veşartin.
Cenazeyê Narîn serê sibehê ji Saziya Tipa Edlî hate wergirtin û anîn taxa bejahî ya Qereqoçê.
Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze li taxa Çulî hate veşartin ku lê hatibû ukştin. Gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.