Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî çêkirin”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlgesû Erenûs jiyana we ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Jineolojiyê: Wezîfeya me ye ku nêrînên Rêber Apo li cîhanê belav bikin
Jin

Konferansa Jineolojiyê: Wezîfeya me ye ku nêrînên Rêber Apo li cîhanê belav bikin

Di encamnameya Konferansa Akademiya Jineolojiyê de hate gotin, "Konferansa me ji xwe re weke wezîfeya esasî dibîne ku nêrînên Rêber Apo bigihîne hemû jinên cîhanê û azadiya wî ya fîzîkî misoger bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konferansa 2’yemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansa ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin. Encamnameya 2’yemîn Konferansa Jineolojî hat ragihandin.

Di encamnameya konferansa ku nîqaşên dewlemend lê hatin meşandin de wiha hat gotin: “Jineolojî di mayîndekirina şoreşa jinan de xwedî roleke girîng e û bê şoreşa jinan Jineolojî ne pêkan e.”

Dİ ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ DE WİHA HAT GOTİN:

“Konferansa me ya duyemîn bi dirûşma “Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” 25-26’ê îlonê li bajarê Hesekê pêk hat. Konferansa me bi tevlibuna nûnerên ji hemû saziyan û dezgehên ku di nava qadên avakirina pergala neteweya demokratîk cih digrin, rehendên pergala konfederal a jinan pêk hat.

Yê ku cara yekemîn peyva jineolojî anî ziman Reber Apo bû. Pergala serdest bi pêkanînên tecrîda herî giran hewl dide pêşiya belavbûna fikrên Rêber Apo di nava civak û cîhanê de bigire. Ji ber vê yeke konferansa me gihandina nêrînên Rêber Apo ji hemû jinên cihanê re wekî têkoşîneke ji bo şikandina tecride û erkeke serekî dibîne.

Em konferansa xwe di şexse şehîd Malda Kusa û Nagîhan Akarsel de diyarî hemû şehîdên azadiyê dikin. Şehîd Leyla Agirî yek ji damezrînêrên Akademiya Jineolojiyê bû, bi kesayeta xwe re nûnertiya dîrok û tecrubeya tevgera jinên azad a Kurdistanê dikir. Coş û evîna zanîn û zanistê, zanatiya şehîd Helîn Dêrsim riya me ronî kir. Endama xebatên ciwanan ên Jineolojiyê şehîd Îsyan Armanc ruhê şoreşgeriya jinên ciwan temsîl dikir. Şehîd Denîz Poyraz weke endama kargehên Jineolojiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bû bi sekna xwe pîvanên welatparêzî, civakîbûyîna zanistî temsil dikir. Rastiya van hevalan jî dide diyarkirin ku li ser vê axê her gava ber bi gihandina zanista jiyana azad ve bi berdelên giran tê avêtin.

Di konferansê de hat nirxandin ku divê analîz û xebatên Jineolojiyê zêdetir bi rehendên neteweya demokratîk, tevahiya sazî û dezgehên jinan re û bi taybetî jî bi hemû beşên civakê re werin parvekirin. Gerdûnîbûna xebatên Jineolojiyê û her wiha belavkirin û kûrkirina şaxên xebata me di nava jiyana civakê de hêzê didin hev û hev temam dikin.

Danasîna Jineolojiyê heya astekê pêk hatiye. Her çiqas hê jî pêdiviya bi berdewamkirina xebatên danasîn û famkirina Jineolojiyê hebe jî êdî divê em derbasî merheleyeke nû bibin. Konferansa me nirxandiye ku girîng e ji niha û şûnve Akademiya Jineolojiyê zêdetir ji pêdiviyên şoreşa jinan re bibe bersiv û ji pirsgirekên civakî re bi nêrîna sosyolojiya azadiyê ve bibe rênîşandana çareseriyan. Girîng e ku bi tevahiya qadên civakê re pêwendiyên hev tamamker werin xurtkirin da ku rê û rêbazên Jineolojiyê di her rehendê de bibin bingeha avakirina feraset û pêkanînên pergala konfederaliya demokratîk a jinan.

Lİ SER MİJARA ASTA SAZÎBÛNA AKADEMÎK A JİNEOLOJİYÊ;

Di zaniste de şoreşeke paradîgmayî çêkirin, avakirina modernîteya demokratîk de erkên rewşenbîrî dikeve ser Jineolojiyê. Ji bo vê erke xwe pêk anîn û kar û xebatên Jineolojiyê gavek din pêşve bibin girîng e ku pergala akademîk a jineolojiyê were rûniştandin. Divê endamên navênden lekolînê, akademî û perwerdekarên Jineolojiyê giranî bidin ser erkên xwe yên rewşenbîrî û kadroyên terker ên akademîk bi pêş bixin. Ji bo bikaribin di kesayet û jiyana xwe de, di kar û xebatên xwe de nûnertiya Jineolojiyê bikin.

Lİ SER MİJARA METODOLOJİYÊ;

Girîng e em nîqaşên xwe der barê rê û rêbazên xwegihandina heqîqetê de kûrtir bikin. Xala sereke di mijara metedolojiyê de derbaskirina bandorên hişmendiya desthilatdar e ji bo em bikaribin bi jiyanîkirina paradîgmaya xwe ve bigihîjînin nêrînên zelal û çareseriyê.

Lİ SER MİJARA PERWERDEYÊ;

Perwerdeyên Jineolojiyê li ser civakê bandorek mezin çêdikin. Ji bo  ev perwerde bigihîjin hemû jinan û civakê girîng e. Divê jinên ku perwerdeyên Jineolojiyê didin di serî de daîmî xwe perwerde bikin ji bo bikarin têrker bin. Him di aliyê naverok de him jî di aliyê sekna xwe, uslub, ziman û rêbazên xwe de bikarin bandorekî erênî li guhertin û veguhertina demokratîk li civakê bikin.

Lİ SER MİJARA ŞOREŞA JİNAN;

Jineolojî di mayîndekirina şoreşa jinan de xwedî roleke girîng e û bê şoreşa jinan Jineolojî ne pêkan e. Li ser vê bingehê dive akademiya jineolojiyê di peşxistina bingeha zanistî ya şoreşa jinan di hemû rehendan de bi awayeke çalak di nava pergala konfederal a jinan de rola xwe bilîze. Ji bo avakirina girêdana rast di navbera zanist-jiyan û jin de, Jineolojî analîzên xwe, encamên lêkolînên xwe dive biteyîsîne bi xebatên komun, meclis, kooperatîf û akademiyan.

Lİ SER MİJARA GERDÛNÎBÛN Û ROJHİLATA NAVÎN;

Gerdûnibûna kar û xebatên Jineolojiyê li ser bingeha şoreşa ku li Kurdistanê dest pê kiriye çedibe. Bi taybetî bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bandora xwe li ser jinên cihanê, bi taybetî Rojhilata Navîn dike û Jineolojî weke zanista vê şoreşê tê naskirin. Divê têkiliyên li ser asta cihanî zedetir fireh bibin, tekiliyên heyî gihandina asta rexistinê û van xebatan kirina bingeha konfederaliya jinên cîhanê.  

Konferansa me bi biryar, peşniyar û hedefên nû hat temamkirin. Şoreşa jinan li ser Jineolojî bigihîje bingeha xwe ya zanistî. Li ser koka zanînên civaka axlaqî û polîtîk, tecrubeyê şoreşa jinan em dikevin merheleyek nû ya Jineolojiyê. Ji bo sedsala 21’ê bibe sedsala jinan, bi formula bi sêhr Jin, Jiyan, Azadî em ê têkoşîna xwe ya qada zanistî bilind bikin.

Jin Jiyan Azadî”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li DYE’yê bahoz rabû: 3 kes mirin
Nûçeya Pişt re Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bang li dewletê kir ku gav bavêje

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna “aştiya civakî û azadiyê” de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandara YPJ: Em ê ji bo azadiya tevahî jinên Sûriyeyê têbikoşin

Ji fermandarên YPJ'ê Emîra Mihemed destnîşan kir ku ew ê li Sûriyeyê feraseta ku rola…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?