Parêzeran ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di nava tecrîda mutlaq de tê ragirtin re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ve hat kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an dema komploya navneteweyî û vir ve di nava tecrîdê de dîlgirtî ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi rengekî kêfî têne redkirin yan bêbersiv têne hiştin, ya jî piştî bi mehan hincetên kêfî û nehiqûqî yên cezayên dîsîplînê têne pêşkêşkirin. Sedema cezayên dîsîplînê jî nayê zanîn.
Biryara qedexeya hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya ji bo 6 mehan a herî dawî di 3’yê Gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hate dayin.
Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.