Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Boksorê Kurd Kabayel bû şampiyonê cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Aslan: Aştî tespîta maliyetên sosyolojik û hevrûbûneke bi kok divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abbas Arakçî li Bexdayê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Heta ku koka dîrokî ya tundiyê neyê fêhmkirin çareserî nikare bê afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Batûfa Çekdar: Bakur qada şerê fedaiyan e
Kurdistan

Batûfa Çekdar: Bakur qada şerê fedaiyan e

Ji Fermandariya Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar anî ziman ku têkoşîna PKK'ê li qada Bakur xwedî cihekî girîng e û got, "Qada bakkur qada şerê fedaiyan e. Dijmin ji bo qada Bakur bê gerîla bihêle bi hezaran operasyonên dagirkeriyê kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dike. Ji Fermandariya Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar li ser qada Bakur axivî ku êrîşên dagirkeriyê bê navber lê dewam dikin.

Batûfa Çekdar bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 52 salan dest bi têkoşîna azadiyê kir û got, “Meşa Rêberê me ji Bakur destpê kir. Bi demê re bi milyonan mirov tevlî vê berxwedanê bûn. Têkoşîna ku li Bakur şîr bûn, li welatê me veguherî daristaneke mezin. Her çeperek veguherî berxwedaneke mezin. Bi fîşeka destpêkê ya hevalê Egîd re şerê gelê me destpê kir. Ew fîşeka ku li dil û mejiyê dagirkeran ket, 40 sal li pey xwe hişt. Îro bi hezaran Egîd 15’ê Tebaxê bi heman ruhê têkoşînê pêşwazî dikin. Tovê jiyana azad ê beriya 52 salan li Kurdistanê hate reşandin, îro civakeke berxwedêr afirandiye. Fermandar û milîtanên Apoyî ku bi salan e li dijî dagirkeriyê li her çeperê heta nefesa xwe ya dawî şer dikin, artêşa Kurdistanê ne.”

HÊZÊN HEGEMONÎK ÊRÎŞÊN HOVANE YÊN DEWLETA TIRK JI NEDÎTÎ VE HATIN

Berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê bi taybetî 8 salên dawî ji pêvajoyeke nû re şahidiyê dike. Di vê pêvajoyê de şerê li qada Bakur xwedî stratejiyeke bi bandor e. Ji Fermandariya Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar têkildarî vî şerî got, “Şerê ku 8 salên dawî tê kirin, qonaxeke cuda ya şer a dîroka me ye. Eşkere ye ku şerê herî giran ê 8 salên dawî li Bakurê Kurdistanê diqewime. Bênavber şer lê diqewime. Şerekî li dijî teknolojiya herî pêşketî ya demê ye. Em li dijî dijminekî welê şer dikin ku bi exlaqê şer nizane. Van êrîşan bi komploya li ser Rêber Apo destpê kir û piştre jî bi taybetî ji sala 2016’an û vir ve bi êrîşên hovane yên li hemberî tevgera me û gelê me dewam kir. Hêzên hegemonîk çavên xwe li van êrîşan girtin.

Yanî van hêzan dîtin ku gelê me û tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye, nikarin teslîm bigirin. Ji ber vê jî derî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker vekirin. Di heman demê de hemû derfet û teknîka demê pêşkêşî xizmeta dewleta Tirk kirin. Xwestin bi kevirekî li çend çivîkan bixin. Destpêkê li Bakurê Kurdistanê û li hemû qadên gerîla di şexsê gerîlayên azadiyê de xwestin îradeya rêxistinî ya gelê me bişikînin. Lê belê êrîş ne tenê li ser tevgera me û gelê me bû. Ji bo bigihêjin armanca xwe bi salan êşkence li Rêbertî kirin, xistin nava tecrîdê. Di heman demê de di şexsê gerîlayên PKK û PAJK’ê de xwestin hêvî û îradeya gelê azadîxwaz bişikînin. Xwestin îradeya jinan jî bişikînin ku bi pêşengiya jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest bi meşa azadiyê kirin. Xwestin gel bêalternatîf bihêlin û bixin nava pençeyê sîstema kapîtalîst. Ji ber vê yekê jî heta ji wan hatin êrîş birin ser nirxên felsefeya jiyana azad a Rêber Apo. Bi hêrs û hesteke mezin a tolhildanê êrîş kirin.”

ARMANCA XWE YA BINGEHÎN EW E KU LI BAKUR GERÎLA NEHÊLIN

Batûfa Çekdar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker û got, “Herêma ku herî zêde êrîş lê tê kirin Bakurê Kurdistanê ye. Ev rewş hîn jî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk ji bo tinekirina gelê me bi planeke demdirêj û berfireh dest bi êrîşan kir û hîn jî di çarçoveya heman stratejiyê de êrîşan dewam dike. Armanca xwe ya esasî ew e ku Bakurê Kurdistanê bê gerîla bihêle. Ji ber vê jî Hîtlerê duyemîn Erdogan ê faşîst beriya çend rojan ragihand ku di nava salekê de li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 38 hezar operasyon pêk anîn. Lê belê ev rewş ne tenê di sala 2024’an de hate kirin. Ev rewş 8 sal in bi vî rengî ye. Plana dagirkeriyê wê di ser çend gavan re bimeşanda.”

Batûfa Çekdar diyar kir ku li gel balafirên keşfê û sîxurên xwe jî hîn jî nekarîn li ser çiya û cografyaya Kurdistanê serwer bibin û got, “Gerîlayan di her rewşê de derbên giran li wan xistin. Ji ber vê jî girîngiyê didin teknolojiya pêşketî ku bi temamî bi navendên înternetê ve girêdayî ne û kêlî bi kêlî dişopîne. Li her derê mobesse, fotokapan û cîhanên cuda yên şopandinê bi cih kirin. Balafirên keşfê ji xwe her saet difirin. Di navbera Bakur, Rojhilat û Rojava de dîwar lê kirin. Operasyonên li Bakur û Başûr berfireh kirin. Bi operasyona ku navê ‘Pençe Kîlît’ lê kirin, bi qasî 40 kîlometreyî ev sînor berfireh kirin û xwestin bi sedan bendên kontrolê û qereqolan ava bikin. Ji ber vê yekê li van herêman 8 sal in şer û berxwedan bi zor û zehmetî dewam dike.”

LI GEL ÊRÎŞAN JÎ GEL SERÎ NETEWAND

Batûfa Çekdar anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya noker-xayinan hewl dide vê xitimandina xwe çareser bike û got, “Dewleta Tirk li gel hemû derfetên xwe li hemberî gerîla nekarî bi ser bikeve lewma 8 salên dawî xwest li Bakurê Kurdistanê civakê birizîne. Ji ber vê jî bi sedan sîxur û kontra da pêş û il dijî gerîlayên azadiyê da şerkirin. Kontra li qadên Bakur gav bi gav li gerîla digerin. Mixabin ev rewş li welatê me dubareya dîroka xiyanetê ye. Ji ber vê jî 8 sal in em neçar man berdêlên giran bidin. Zilmeke mezin li gelê me hate kirin. Li gel van hemûyan jî gelê me ji rûmeta xwe tawîz neda, nirx, Rêbertî û doza xwe parast.

Li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên bi tank, balafiran, çekên kîmyewî, gerîla mîna li her qadê li Bakurê Kurdistanê jî li ber xwe da. Di sala 2024’an de jî ev berxwedan hebû. Erdogan gotibû 38 hezar operasyon kiriye. Di van operasyonan de me berdêlên giran dan. Bi vê wesîleyê di şexsê fermandarên mezin hevrê Bêrîtan Nûrhaq, Berwar Dêrsîm, Şêxmûs Milazgîr, Axîn Gabar, Herekol, Brûsk Kato, Benda Amed û Hebûn de şehîdên sala 2024’an hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. wan rûmeta gelê me parastin. Jiyan, şer û têkoşîna her yek ji wan destanek bû. Di rêzên herî pêş ên rûpelên dîroka berxwedan û şerê PKK’ê de cih girtin. Di heman demê de navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşînê ya gelê me nivîsandin.

Bêguman ne tenê sala 2024’an, di nava 8 salên derbasbûyî de di şerê rûmet û berxwedanê yê li Bakurê Kurdistanê gelek fermandarên efsanewî şehîd bûn. Di nava 8 salan de weke heval Delal, Berçem, Azad, Şevîn, Leyla, Yilmaz, Axîn, Berwar, Şêxmûs, Hewraman, Rizgar, Azê, Medya, Diljîn, Rojbîn û Egîd Civyan bi sedan fermandarên fedaî yên hêja berxwedaneke mezin nîşan dan û li her qada Bakur xwîna xwe rijandin nava xaka pîroz. Ji Dersimê heta Serhedê, ji Botanê heta Amedê, Xerzanê, ji Erzîromê heta Wan, Mêrdînê hîn jî şerekî mezin tê meşandin. Têkoşîn û berxwedana li Bakurê Kurdistanê bi rêbazên nû dewam dike. Gerîlayên azadiyê li çiyê li hemberî artêşa dagirker a dewleta Tirk têkoşîneke bêeman dimeşînin. Têkoşîneke bêhempa ye, gerîla wê hêz û îradeya artêşa dagirker bişikîne. Lê belê bi şerê gel ê şoreşgerî ev têkoşîn wê hîn xurt bibe. Divê êdî gel û gerîla hêza xwe bikin yek û her derê bikin qada berxwedanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Têkildarî ‘tecrîda li Îmraliyê’ serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê hate dayin
Nûçeya Pişt re MAK’ê li Amedê fotokapan îmha kir û li Sêrtê jî pankart bi darve kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo wê di sala 47’an de hîn xurt bibe’ – NÛ BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Pakistan û Hindistan agirbest îlan kirin

Serokê DYE’yê Trump ragihand ku Hindistan û Pakistanê bi navbeynkariya DYE’yê agirbest pêk anîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Dîroknasê Îtalî Gentile: Gava PKK’ê hêvî geş kir

Dîroknasê Îtalî Emilio Gentile têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk peyamek ji DEM Partiyê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?