Ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Xemgîn Heleb (Xelef Dahir) ku 7ˈê Cotmehê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, taziye hate danîn.
Tevî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn, partiyên siyasî û yekîneyên parastinê herikîn bi konê sersaxiyê ku li pêşiya mala şehîd a li herêma Marûf a Helebê hatiye vedan.
Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Bi fedaîtiya şehîdan welat azad dibin û aştî mîsoger dibe.”
Rêvebera Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê Ferîda Zekereya jî anî ziman ku bi pêkvejiyanê destkeftiyan bi dest dixin û planên dagirkeriyê têk dibin.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Xemgîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.