Çarşem, 27 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lokman Akbaba ê piştî 31 salan hat berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana goristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzerên jin ên Kolombiyayê ji bo ‘mafê hêviyê’ name ji Konseya Ewropayê re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê bi wesîleya cejnê ji bo yekîtî û piştevaniyê banga xurtkirinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnas Clemens Lahner: Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, di heman demê de sembolek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xitimîna pêvajoyê hêrsa civakî mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê serdana Şehîdgeha Şehîd Nûjîn hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konsolosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlum Ebdî ezimand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî li Hewlêrê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Serdeştê kasibkarekî Kurd kuşt, li Mahabadê 3 ciwan binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan li 4 bajaran lêgerîna edaletê domandin
Rojane

Xizmên windayan li 4 bajaran lêgerîna edaletê domandin

Endamên ÎHD û xizmên windayan ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin, li 4 bajaran lêgerîna edaletê domandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê destnîşan kirin ku heta winda bên dîtin û faîl bên cezakirin dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 818’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz ê di meha îlona 1993’yan de li gundê Şenê ya ser bi navçeya Pasûrê ve hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.  

Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya windakirina Mehmet Salîh Akdenîz xwend.

Piştî daxuyaniyê ji bo Akdenîz û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 554’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiya v ê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Mîkdat Ozeken ku di 27’ê îlona 1994’an de li gundê Befircana Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û cenazeyê wî winda ye bên dîtin û li aqûbeta cenaze hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya kuştin û windakirina Mîkdat Ozeken xwend.

Piştî daxuyaniyê ji bo Ozeken û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.  

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 144’emîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan.  

Di çalakiya vê hefteyê li faîlên Fettah Yaşar û Şevkat Kartal ên li gundê Alekana yê Geverê di sala 1994’an de ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê û bi gulebarandina ji helikopterê jiyana xwe ji dest dabûn, hat pirsîn.

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyanî da û serpêhatiya qetilkirina Yaşar û Kartal xwend. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.  

ÎZMÎR

Xizmên Windayan û ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart vekirin.  

Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Ayhan Efeoglû yê di 6’ê cotmeha 1992’yan de hat windakirin û Alî Efeoglû yê di 5’ê çileya 1994’an de hat windakirin, xwend.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin û zarokên Efrîkaya Başûr ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî lidar xistin
Nûçeya Pişt re Di Kongreya Baroya Amedê de nerazîbûna li hemberî tecrîda Îmraliyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser ji bo penaberan zend û bend ba daye

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikumeta demkî bêyî îradeya Çelebiyê şaredarek tayîn kir, gel daket qadan

Hikumeta demkî ya Şamê bêyî îradeya gelê bajarokê Çelebiyê şaredarek tayîn kir. Şêniyên bajarok nerazîbûn…

Ji aliyê Stêrk TV

14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

14’emîn Konferana Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya bi dirûşmeya ‘Em Civaka Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lokman Akbaba ê piştî 31 salan hat berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Endama RAF’ê ya berê Daniela Klette piştî 30 salan 13 sal ceza danê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava serdana şehîdgehan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?