Cenazeyê Rojîn Kabaîş a 21 salî û xwendekara Beşa Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê di 15’ê Cotmehê de li peravê Gola Wanê yê li gundê Mola Qasim hatibû dîtin.
Rojbîn Kabaîş êvara 27’ê Îlonê piştî şîvê ji Wargeha Seyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê derketibû û careke din agahî jê nehatibû wergirtin.
Cenazeyê Rojbîn Kabaîş piştî kiryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê anîn Amedê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li gel malbata Kabaîş çûn Amedê.
Cenazeyê Rojîn Kabaîşê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hate definkirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin û hevşaredarên navçeyan ên Amedê, endamên Tevgera Jinên Azad, endamên Partiya Herêmên Demokratîk û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Malbata Kabaîşê li goristanê sersaxî qebûl kir û piştre jî derbasî Mala Şînê ya Abdûrrahman Enç bû.