Yekşem, 28 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Gelbûyîna bi çand û hunerê -II
Çand û Hûner

Gelbûyîna bi çand û hunerê -II

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî tinebûna çand û hunera Kurd weke ronahiyekê şewq da, li Rojavayê Kurdistanê bi hunermendan re civiya û çand û huner kir malê gel.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Dema ku mijar dibe civaka Kurd, rastiyeke ku zêde girîngî ji karên çandî re nayê dayin. Dema ku girîngiya karên çandî ji gel re têne vegotin û ev kar tê teşwîqkirin, hingî li qadên din ên jiyanê zindîbûneke girîng tê afirandin. Çand gava ku hate hilberandin, civakî ye. Weke pîvan û nirxên civakê, jiyana paşerojê ya civakê diyar dike. Lewma çand pir alî ye, dînamîk û xwedî roleke girîng e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rastiya Kurdan de civakîbûn û girîngiya avakirina çandeke nû bi zimanekî fêhmkirî nirxand.

Yên ku di salên 1980’î de bi Rêberê Gelê kurd re man Yûsûf Hacî û hunermend Cemal Tîrêj û Endama Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê ya Hîlala Zêrîn Fatma Mihemed qala nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li karên çand û hunerê kirin.

Yûsûf Hacî ku ji sala 1986’an û vir ve kedeke mezin dide karên çand û hunerê got, “Beriya sala 1986’an ji bo pîrozbahiya Newrozê kom hatibûn avakirin. Bi taybetî piştî Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo ragihandina lehengiya gerîla, ji bo bibe deng, reng û dilê gerîla li Rojava kom hatin avakirin. Yek ji van koman jî Koma Cûdî bû ku sala 1987’an ava bû. Komên me bi taybetî di pîrozbahiyên Newrozê de derdiketin ser dikê. Di sala 1989’an de Rêber Apo nirxandineke bi vî rengî kir, ‘Di navbera çeka gerîla û tembûra hunermend de ti cudahî nîne. Her du jî li ber xwe dide, têdikoşe û ji bo gel şer dike’. Piştî vê nirxandinê di karên çand û hunerê de gaveke xurt hate avêtin. Piştî vê nirxandina Rêber Apo kom êdî ne tenê ji bo festîval û pîrozbahiyan, di heman demê de veguherîn komên gel. Kom tevlî nava gel bûn û bi hezaran jin ên ciwan û mêr ên ciwan bi rêxistin kirin. Di vê demê de koman bandoreke mezin li gel kirin. Wê demê karên siyasî bi giranî li ser koman dihatin meşandin.

Komên mîna Koma Cûdî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo gihand gel. Wê demê karên çand û hunerê gelekî bi pêş ket. Ji Dêrikê heta bi Efrîn-Cindirêsê kom hatin avakirin. Ber bi sala 1989’an ve bi giştî 13 kom hatibûn avakirin. Ne tenê rojên girîng pîroz dikin; her wiha dest bi çalakiyên heftane jî kirin. Ji bîranîna şehîdan heta bi çalakiyên têkildarî tundiya li jinê çalakiyên cuda dihatin lidarxistin. Ji ber ku wê demê toreke pêşketî ya weke niha ya çapemeniyê tine bû, koman pêvajo ji gel re vedigotin û atmofera heyî radigihandin.

BI SEDAN KES TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛN

Kom bûn wesîle ku bi sedan kes tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibin. Di vê demê de gelek hevalên weke Dijwar, Warşîn, Ehmed, Xalîde û Berçem di nava vê têkoşînê de şehîd bûn. Mirovan bi rêya koman Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kirin û koman ji bo hildana ala azadiyê bi rol û berpirsyariyeke mezin rabûn.

Koman di nava zehmetiyeke mezin de karê xwe dikirin. Bi rojan em li qadê diman û me provayên xwe dikirin. Ev kar hemû bi rengekî veşartî ji rejîma Baas dihatin kirin. Di bin zext û zilmê de berhem dihatin afirandin. Malbatên ku têkiliyên xwe yên welatparêziyê xurt nebûn, zarokên xwe tevlî koman nedikirin. Tevlîbûna li nava koman mîna şoreşê bû; mirovan mirin, êşkence û girtin didan ber çavên xwe. Ber bi salên 1990’î re komên hatin avakirin veguherîbûn dengê gel. Li gel astengiyên rejîma Baasê jî me dest ji doza xwe bernedan. Kom ne yê partiyekê, bûbûn komên gel. Zarokên gel di nava van koman de dixebitîn. Ev tevlîbûn ne kêm bû. Tê bîra min ku 120 kes di pîrozbahiyên Newrozê de derketin ser dikê. Normal komên govendê yên ji 8 kesan zêde bûn, lê belê komên me yên govendê yên zêdeyî 20 kesan hebûn. Dilsoziya gel a bi çanda xwe zêde bûbû û ji bo parastina çandê têkoşîn dihate meşandin.

‘KONGREYA ÇAND Û HUNERÊ YA DESTPÊKÊ LI HELEBÊ HATE KIRIN’

Karên çand û hunerê yên bi amatorî destpê kirin, di salên 1990’î de di asta akademiyê de bi pêş ketin. Ji rê û rêbazên perwerdekirina zarokekî heta bi lêdana li tembûrê li gelek qadan lêgerînên me hebûn û hunermendên pispor hatin amadekirin. Ya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd afirand çand û hunerek bû. Beriya PKK’ê komên bi vî rengî tine bûn. Karên çand û hunerê bi rêya kesan dihatin meşandin û van kesan jî xizmet ji rejîma Baasê re dikirin. Lêkolînkirina çand û hunera gelekî, zanekirina gel a di vê mijarê de ne armanca wan bû. Bi demê re ji komên muzîkê heta bi komên şano, govend û zarokan toreke berfireh a rêxistiniyê hate avakirin. Ber bi sala 2005’an ve jî kongreya destpêkê ya karên çand û hunerê li gundê Malikiye yê Helebê hate lidarxistin.”

Cemal Tîrêj jî bal kişand ser çanda civakan û têkildarî karên çandî yên ku di salên 1980’î de hatin meşandin ev agahî da: “Di sala 1980’î de me li Hesekê Koma Şoreş ava kir. Li Rojavayê Kurdsitanê koma destpêkê ye ku bi rengekî fermî Newroz pîroz kir. Beriya wê pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û li malan bi rengekî veşartî dihatin lidarxisitn. Mînak dema ku 10 kesan Newroz pîroz dikirin, 20 kesan jî li derdora malê çavdêrî dikirin. Avakirina vê komê rêbazeke tevgerê ya bi zanebûn nebû; lê belê hestên me yên welatparêziyê em teşwîq kir ku koman ava bikin. Hevalê me yê ku karîbû li kemanê bixe tenê Serbest Mela Reşît bû, pêşkêşvanê me Seydayê Tîrêj bû. Serbest Mela Reşît piştre tevlî nava refên gerîla bû û 30 sal û 20 rojan li zindana dewleta Tirk dîl hate girtin. Di sala 1980’î de dema ku ji bo Newrozê em derketin ser dikê 70 kes tevlî bûbûn. Di sala 1981’ê de jî rewş bi heman rengî bû. Lê belê sala 1982’an û piştî wê, wê êdî demeke nû destpê bikira, ji ber ku li Tirkiyeyê darbeya leşkerî bû. Gelek kesên di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de derbasî Rojava bû bûn. Wê demê ji wan re ‘Talebe’ dihate gotin. Me hîn gotina ‘Heval’ nebihîstibû. Nêzî 12 talebe li mala min man û min didît ku timî nîqaşên kûr dikirin.

JI BER GOTINA SERXWEBÛN STRAN HATE ASTENGKIRIN

Di sala 1983’an de min bar kir Şamê û li wir tevlî nava Koma Azadî ya ser bi PDK’ê bûm. Di nava strana min de ku cara destpêkê derketim ser dikê, ji ber ku gotina ‘Serxwebûn’ derbas dibû, dengê mîkrofona min hate girtin. Em ciwan bûn, xwîngerm bûn. Ji min re gotin, ‘Tu bûye Apoyî’ û min jî rahişt tembûra xwe û dika pîrozbahiyê terikand. Li ber derî li du ciwanan rast hatim; Heval Hamza (Hasan Bîndal) û Heval Hacî bûn. Bi vî rengî min ê bi Apoyiyan re dest bi jiyana çand û hunerê bikira. Sala 1983’an çûm Akademiya Mahsûm Korkmaz û min Rêber Apo nas kir. Têkildarî çand û hunerê parvekirinên me çêbûn. Rêber Apo destnîşan kir ku di çandê de eger jirêderketinek pêk were wê ev yek bandoreke neyînî li jiyana gel bike. Di asteke welê de vegot ku guherîna rengê çand û hunerê dida fêhmkirin. Piştre hatim Cizîrê. Êdî Koma Tolhildan û Serhildan ava bûbûn. Van koman bi rengekî fedaî dixebitîn.

Afirandina çand û hunera gel atmosfereke welê afirand ku rengê şoreşê, têkoşîn û şer vedigot. Em bi gelê ku pembo, nîsk û nok kom dikir re diçûn nava zeviyan. Karê wan ne tenê derketina ser dikê bû. Karê xwe yekbûna bi gel re bû. Xîtaba li hest û nêrîna gel bû. Her wiha bi wan re pembo, nîsk û nok kom dikirin.

Di hevdîtina duyemîn a bi Rêber Apo re me firsendek dît ku li ser çand û hunerê hîn bi berfirehî biaxivin. Wî digot, çanda Kurd xizmeteke yekser ji gel re nake. Piştî sala 1983’an di nava çanda Kurd de guherîn û veguherînên mezin kir; xist xizmeta gelê Kurd. Rêber Apo çanda Kurd xist ser rêyeke rast.

ÇAND Û HUNERA ŞOREŞGERÎ BI SAYA KOMA BERXWEDAN HATE NASKIRIN

Bi şoreşa PKK’ê re şoreşeke çand û hunerê ya nû hate afirandin. Ya rast ev şoreş bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêk hat. Mînaka herî mezin a vê şoreşê jî Koma Berxwedan bû. Beriya wê hunermend Şivan Perwer, Ciwan Haco, Bengîn, Xemgîn Bîrhat hebûn ku stranên şoreşgerî digotin; lê belê çand û hunera şoreşgerî bi saya Koma Berxwedan hate naskirin. Kaseta bi navê ‘Botan’ a ku destpêkê hate amadekirin, li hemû parçeyên Kurdistanê bû mînak.

Çand û hunera ku bi Şoreşa Rojava re bi pêş ket, dewama çand û hunera PKK’ê ye. Ji hev cuda nikare bê nirxandin. Ji xwe Rojava qada Rêbertî bû û berhemên hatin afirandin jî hemû bi saya Rêbertî hatin afirandin. Eger Rêber Apo çand û hunera Kurd ji xweliyên wê jinûve neafirandibûya, em ê li pey çanda feodal, axa, beg û arabeskê biketibûya. Hunergeha Welat û Pargîn ku bi şoreşê re hatin avakirin ruhê çand û hunera berê nîşan dide.”

‘FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇANDA GELAN PARAST’

Fatma Mihemed jî bal kişand ser girîngiya çand û hunerê û got, “Çand û huner ziman, nasname û hebûna me ye. Çand û huner dayik e. Dayik jî welat e. Dilsoziya bi welêt re, bi çandê dibe. Çand ne tenê huner e. Gelekî ku nekarî xwedî li çanda xwe derkeve wê tine bibe. Rastiya gelekî bi çanda xwe tê naskirin û bi vî rengî bi pêş dikeve. Rêber Apo dibêje, ‘Yên ku çanda xwe diparêzin dikarin dijminê xwe jî tine bikin’. Dijmin destpêkê ji bo tinekirina çanda me êrîş dike. Bi talankirina çanda ji pênc hezar salî çand û hunera gelan didize. Dixwaze çanda gelê Mezopotamyayê tine bike. Karên çand û hunerê jî li hemberî vî şerê tinekirinê têkoşîna xwe dewam dike. Bi felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo re çanda gelan tê parastin.”

Fatma Mihemed destnîşan kir ku jinên di çarçoveya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşîna çandê dimeşînin, bi rengekî çalak di karê çand û hunerê de cih digirin û got, “Di nava komên ku salên 1980’î ava bûn gelek jin hebûn. Cihgirtina jinekê li nava koman rewşeke ji rêzê nebû. Li gorî niha kêm bû, lê belê di nava koman de rengê jinê hebû. Niha jî jin pêşengiyê ji kom, karên çand û hunerê re dikin. Bi helbest, muzîk, şano û govendê têkiliya çandî ya navbera gelan xurt dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Tirkiye li derveyî hevsengiyê ye
Nûçeya Pişt re Civak bi ruhê yekîtiyê xwedî li ‘pêngava azadiyê’ derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump bû hevkarê peymana agirbestê ya navbera Kamboçya û Taylandê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump roja yekşemê weke îmzevanê hevkar tevlî peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin li qadan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jin li bajarên Bakurê Kurdistanê daketin qadan. Li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

ADGB: Hewce ye em êrîşa li Colemêrgê berteref bikin

ADGB'yê li hemberî xespkirina Şaredariya Colemêrgê nerazîbûna xwe nîşan da û got: ‘’Em bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê: Israra li ser yekperestiyê û peymanên li ber şikestinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelîl: Sûriye di nava valatiyekê de tê hiştin, ev rê ber bi şerê nû ve dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?