Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî careke din êriş bir ser navenda bajarê Kobanê.
Êriş li navenda stasyona elektrîkê, dema ku Desteya Enerjiyê daxuyanî dida çapemeniyê, hate kirin.
Li navenda Kobanê her wiha qadeke înşaetê hate bombekirin.
Her wiha navçeya Şêxlerê jî hate bombekirin.
Têkildarî encama êrişan agahî bi dest neketin.