Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di çarçoveya pêngava Tîrêjên Rojê de weke TJK-E me kampanyaya nameyan dabû destpêkirin. Em weke TJK-E xwedî li vê kampanyayê derdikevin. Em biryara civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo tecrîdê ku heta salekê dem daye, qebûl nakin. Divê bi awayekî demildest tecrîda mutlaq bê rakirin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.”
Di daxuyaniya YJK-E de hat gotin, “Rêbertiya me bi paradîgma û stratejiya Rêya 3’yemîn ji bo gelan bûye hêvî” û wiha dewam kir:
“Paradîgmaya Rêbertiya me ku bi Şoreşa Rojava re bi jiyanî bû, nîşanî her kesî daye ku jiyaneke azad, bi rûmet û hevpar pêkan e.
Desthilatdariya faşîst a Erdogan ku her şêwe argumanên şerê qirêj heta bikaranîna çekên kîmyewî li ser bingeha qirkirina gelê Kurd bi kar tîne, li pêşberî mafê xwerêvebirinê yê civaka Kurdistanê û azadiya jinê têk çûye.
Di heman demê de şervanên azadiyê yên Kurd li ber xwe didin û nirx û destketiyên gelê Kurd diparêzin. Tevî tecrîda mutleq jî berxwedana Rêbertiya me berdewam dike.
Têkoşîna ku bi pêngava ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’ ku salek li du xwe hişt, hatî destpêkirin gav bi gav berfireh dibe. Hemû beşên civakê tevî gelan, jin, ciwan, siyasetmedar, hunermend û xwediyên xelata Nobelê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.
Em careke din tînin ziman ku em bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî ya Konseya Ewropayê napejirînin!
Li ser vê bingehê, di serî de jin em bang li ciwan, dost û gelê xwe yê welatparêz dikin ku tevlî meşa me ya dîrokî ku em ê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê pêk bînin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin.”