Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Tevgera me wê pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe esas bigire
Rojane

KCK: Tevgera me wê pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe esas bigire

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe ve wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe tevbigere” û anî ziman ku ji bo vê jî divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêber Apo bên avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hevdîtina 23’yê Cotmehê roja Çarşemê ya bi Rêber Apo re pêk hat daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîd dewam dike, hat destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî neyê rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên li ser Rêber Apo neyên avakirin, ne pêkan e ku behsa pêşketinan bê kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di meha Cotmehê de roja Çarşemê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk hat. Hin peyamên ku Rêber Apo dixwest bi raya giştî re were parvekirin, hatin parvekirin. Piştî pênc salan hevdîtina bi Rêber Apo re pir girîng e. Di vê hevdîtinê de agahîgirtina ji Rêber Apo me, gelê me û dostên me gelekî kêfxweş kir. Lê belê weke ku Rêber Apo diyar kir tecrîd nehatiye rakirin û didome.

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN TENDURISTÎ, EWLEHÎ Û XEBATÊ YÊN RÊBER APO BÊN AVAKIRIN

Rêber Apo bi zelalî diyar kir ku ew ê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne û anî ziman ku ger şert û merc pêk werin ew ê di çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze. Divê ev helwest ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin. Yên ku ji bo aştî çareseriya pirsgirêkê helwestê nîşan didin, bangawazî dikin û piştgiriyê didin divê nêzîkatiya pêwîst nîşanî vê helwesta Rêber Apo bidin. Ji bo vê jî beriya her tiştî şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê bên avakirin. Heta ku ev şert û merc pêk neyên, bi Rêber Apo re şert û mercên diyalog û danûstandinên lezgîn neyên avakirin, ne raste ku mirov li bendê be ku Rêber Apo rola xwe bilîze û bi niyeta baş nayê nirxandin. Em hevdîtinê erênî dibînin. Lê belê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebûye. Tecrîd didome. Rêber Apo jî diyar kir ku tecrîd didome. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî neyê rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêber Apo neyên avakirin, ne pêkan e ku mirov behsa pêşketinê bike.

MISOGERKIRINA AŞTIYÊ BI MUXATABGIRTINA RÊBER APO PÊKAN E

Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Aştiya li Tirkiyeyê jî bi muxatabgirtina Rêber Apo pêkan e. Em weke tevger di wê baweriyê de ne ku demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye û me gelek caran ev helwest nîşan daye. Her wiha hem em hem jî gelê me her tim nîşan daye ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Em vê nêzîkatiyê careke din tekez dikin. Gelê Kurd bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve wê pêvajoya ku Rêber Apo bi pêş bixe esas bigire. Rêber Apo îradeya tevgera me û gelê me ye û muxatab û muzakerevanê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Di vê mijarê de nêzîkatî û helwesteke cuda nîne. Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye tevbigere.

HEDEFGIRTINA ROJAVA PARADOKSEKE MEZIN E

Tê gotin ku çalakiya ku li Enqereyê pêk hatiye ji aliyê tevgera me ve hatiye kirin. Ger ku ev çalakî ji aliyê hêzên me ve hatibe kirin, wê HPG daxuyaniya pêwîst bide. Lê weke ku tê xwestin ku wisa bê xuyakirin, teqez ti eleqeya vê çalakiyê bi pêvajoyê tê pêşxistin re tine ye. Ji ber vê çalakiyê hedefgirtina herêmên parastina Rojava, Şengal û Herêmên Paratinê yên Medyayê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bêyî ku cudahiyê têxin nava hedefan êrîşî  gund û bajarên Rojava kirin, gel rasterast hedef hat girtin, cihên jiyanê yên gel, depoyên xwarin û avê, stasyonên ceyran û enerjiyê, bendav, nanpêjxane, nexweşxane kirin hedef. Di van êrîşan de gelek sivîlên ku em hejmara wan nizanin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Em van êrîşên hovane şermezar dikin. Li aliyekî ve behsa aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêkan tê kirin, li aliyê din jî êrîşên wiha bêperwa tên kirin, gel tên qetilkirin, qadên jiyanê û çavkaniyên gel tên hedef girtinî ev paradokseke mezin e.

SERKETIN Û PÊŞKETIN WÊ BI TÊKOŞÎNÊ PÊK BÊN

Divê gelê me û dostên me bi zanebûna vê rastiyê tevbigerin. Her tiştên ku heta niha bi dest xistine bi têkoşînê pêk hatine. Hemû geşedanên ku me pêk anîne, encama têkoşîna me ye. Ji niha û pê ve hemû serketin û pêşketinên ku em ê bi dest bixin wê bi têkoşînê bin. Divê em bi vê hişmendiya dîrokî tevbigerin û pêşxistina têkoşînê esas bigirin. Tê zanîn ku em alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in û alîgirê çareseriya pirsgirêkê bi diyalog û muzakereyê ne. Weke tevger û gel me ev helwest û îradeya xwe nîşan daye. Rêber Apo di hevdîtina ku di bin tecrîda giran de pêk anî de careke din helwesta xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkê bi awayekî zelal nîşan da. Lê belê tecrîda li ser Rêber Apo didome. Divê em ev têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, berfirehtir bikin. Divê gelê me û dostên me li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojava gel li dijî êrîşan daket qadan: Li hemberî êrîşan berxwedanê mezin bikin
Nûçeya Pişt re Li Cizîra Botanê teqînên dijwar rû dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelo okyanûsên li Cîhanê bi saya Rojê çêbûne?

Li gorî lêkolîneke nû, ava li Cîhanê dibe ku ji Rojê hatibe.

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer û malbatan bi wesîleya cejnê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo hevdîtinê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Daxwaz ‘rakirina kontrola edlî’ ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin

Di rûniştina dawî ya darizandina 19 rojnamevanên li Amedê, daxwaza ji bo rakirina tedbîra kontrola…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?