Yekşem, 31 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Krîza avhewayê êdî rojane ye, ne tenê gefa li ser paşerojê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê berxwedanê: Hozan Zinar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hişyar Ozsoy: Enqere bi refkleksa ‘bila bûyerên herêmî zelal bibe’ tevdigere

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Hasan Ogut ê piştî 32 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Berxwedana Bêrîtan di vê demê de jî dewam dike’
Kurdistan

‘Berxwedana Bêrîtan di vê demê de jî dewam dike’

Gerîlayê HPG'ê Bawer Rûbar û gerîlaya YJA Starê Amargî Îsyan Reqa anî ziman ku ew li ser xeta Bêrîtan têdikoşin û gotin, berxwedana Bêrîtan di vê serdemê de jî li gel zor û zehmetiyan dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Du xet, du deng bi hev re diqîrin; berxwedan û xiyanet wê bi hev re bêne bihîstin. Sala 1992’an li Xakurkê dîrokê careke din ji şerekî qirêj re şahidî kir. Ji gerîlayên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) dîroka Kurdan guhert û bi berxwedana xwe, xeta xiyanetê têk bir.

Gerîlayê HPG’ê Bawer Rûbar û gerîlaya YJA Starê Amargî Îsyan Reqa ku li ser xeta Bêrîtan li tunelên şer têdikoşin, ji ANF’ê re qala bandora vê çalakiyê ya li nava tevgera PKK’ê kirin.

Gerîla Bawer Rûbar bi bîranîna şehîdên şoreşê dest bi axaftina xwe kir û got, “Helwesta hevala Bêrîtan a li dijî xiyanetkaran gelekî girîng e. Planên PDK’ê bi bersiva hevrê Bêrîtan hate têkbirin. Berxwedana wê li her derê belav bû û di roja me ya îro de jî li gel şert û mercên giran ev berxwedan dewam dike. Bi taybetî berxwedana ku hevrêyên me niha li Zap, Metîna, Xakurkê û Bakurê Kurdistanê dimeşînin, xeta Bêrîtan temsîl dike. Dijmin li hemberî hevrêyên me her cûre çekan bi kar tîne, bi çêkên kîmyewî êrîş dike. Ev yek jî nîşan dide bê dijmin di kîjan astê de tengav bûye.

Çalakiyên hevrêyên me dijmin asê kiriye. Li gel piştgiriya PDK’ê jî dewleta Tirk li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Dewleta Tirk şer tenê li ser teknîkê dimeşîne, 24 saetan balafirên keşfê digerin, bombeyan li her qadê dibarînin. Gelê me qetil dike, xiyanet û sîxuriyê ferz dikin. Li gel hemû êrîşên hovane yên dijmin jî li çiyayên Kurdistanê serwerî di destê me de ye. Dijmin li hemberî gerîla nikare şer bike û derbên giran dixwe. Ji bo baweriya gel a li PKK’ê tine bike, her roj li dijî gel şerê taybet dimeşîne. Lê belê dijmin û hevkarên wan wê ti carî bi ser nekevin.”

‘BAWERIYA ME YA BI RÊBERÊ ME RE TAM E’

Şervana Ereb Amargî Îsyan Reqa jî li ser Bêrîtan got, “Di şexsê hevala Bêrîtan de şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim, soza ku me dane wan, em ê teqez bi cih bînin. Mîrateya berxwedanê ya ku hevrê Bêrîtan ji me re hişt, gelekî bandor li min ikr Bi sekna ku wê demê nîşan da, helwesta ku divê em li dijî dijmin nîşan bidin, raxist pêş çavan. Ji wê rojê û vir ve berxwedan hîn jî dewam dike. Weke jineke Ereb li vê derê şer dikim, ku ev yek têkoşîna me hîn xurt dike. Divê em li ser xeta Şehîd Bêrîtan bimeşin û îradeya xwe xurt bikin. Ji bo welatê me pêwîstî bi çi hebe em ê wê bikin; weke hêzên YJA Starê em bi giraniya wezîfe û berpirsyariya xwe zanin.

Êrîşa hovane ya dijmin a li ser partiya me, nîşan dide bê çiqasî tengav bûye. Êdî nizanin bê wê çi bikin, kîjan çekê biafirînin. Li gel ku çekên kîmyewî jî bi kar tînin nekarîn berxwedana me bişikînin û niha hewl didin tiştên nû bikin. Hevrêyên me hem li tunelên şer hem jî li qadê bi çalakiyan dijmin bêçare hiştine. Baweriya me ya bi Rêbertî û dîroka me tam e. Tecrûbeyên ku me ji dîrokê wergirtine ji bo me bingeha fedakarî û têkoşînê ye. Em careke din soz didin ku li ser xeta berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan û Zîlan bimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Egîd û mêrxasê Kaniya Kurda: Apê Nemir
Nûçeya Pişt re Aktîvîstên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îbrahîm hate veşartin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îbrahîm ê li Dêr Hafirê şehîd bû, li Dirbêsiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amûdê çalakiya malbatên dîlgirtiyan: Zarokên me berdin

Malbatên dîlgirtiyan li Qada Jina Azad a Amûdê hatin ba hev û daxwaza berdana tavilê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 1709ˊan

Hate diyarkirin ku li bajarê Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê hejmara kesên ku di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?