Sêşem, 18 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li pismamê Esad ê li girtîgehê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya ‘Hevgirtina Neteweyî’ civîna xwe ya ewilî wê 24’ê Tebaxê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna Çarçoveyê’ di Rojnameya Resmî de hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervana YPJ’ê Tolîn Pelşîn a li Minbicê birîndar bû, şehîd ket
Rojava

Şervana YPJ’ê Tolîn Pelşîn a li Minbicê birîndar bû, şehîd ket

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku şervana wan Tolîn Pelşîn a ku meha Îlonê di êrîşa dewleta Tirk a li ser Minbicê birîndar bû, şehît ket.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervana wan Tolîn Pelşîn Baz (Emîne Ehmed) şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Şervana me hevrê Tolîn Pelşîn Baz ku di encama êrişa dewleta dagirker a Tirk de bi giranî birîndar bûbû, ruxmî hemû mudaxeleyên tibî jî gihaşt şehadetê.

Em ruhê pak yê şervana xwe Tolîn Pelşîn bi minetdarî bi bîr tînin. Ji malbata welatparêz, gelê xwe û hevrêyên wê re sersaxiyê dixwazin. Soz û peymana xwe ya bi rêya şehîdan re dubare dikin.

Şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê di her gaveke xwe ya têkoşînê de bi domdarî serkeftinên qedirbilind û mezin bi dest xistiye. Şoreşa me di nava salên derbasbûyî de bi keda şehîd û qehremanên vî gelî, xwe di her warî de îsbat kir. Lewma di roja îro de jî bi taybetî ji bona jin û ciwanan bûye cihê hêz, bawerî, îrade û serkeftinê. Li ser van bingehan, bi hezaran jin û ciwanên ji her netewê berê xwe dan vê şoreşê û bûn dilopek ji herikîna çemê têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkerî û zilmê. Ji bo pêşîgirtina vê şoreşê, bi taybetî jî ji bo tepisandina şoreş û têkoşîna jinan, di serî de dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên faşîst, bi awayên şênber û razber êrişan didin pêkanîn.

Hevrêya me Emîne Ehmed, bi nasnav Tolîn Pelşîn Baz di dîroka 25.09.2024’an de dema ku li eniya Ewn Dadat a girêdayî Minbicê li ser erka xwe bû, di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de bi awayekî giran birîndar dibe. Hevrê Tolîn Pelşîn Baz bi qasî mehekê di nexweşxaneyê de ma, lê ruxmî hemû mûdaxeleyan jî di 27.10.2024’an de gihaşt asta şehadetê.

Hevrê Tolîn, li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz û xwedî nirxên şoreşê de ji dayik dibe. Ji zarokatiya xwe ve li ser çîrokên qehreman û lehengên vê welatî mezin dibe û bi vî awayî jî têkoşînê nas dike. Di dema xwendina xwe ya li dibistanên BAAS’ê de ji polîtîkayên nîjadperest ku li ser gelê Kurd dihate pêkanîn hayedar dibe û soza têkoşîn kirinê li hember van polîtîkayên kirêt dide. Êrişên dagirkeriyê yên li dijî Şoreşa Rojava pêk tê, di wê de hêrsa tolhildanê bilind dike. Li ser vê bingehê di sala 2021’an berê xwe dide nav refên azadiyê.

Cangorî Tolîn di rêwîtiya xwe ya nava refên azadiyê de bi baldarî, eşq û xwestekek bê hemta ve Rêbertî dixwîne û nas dike. Bi naskirina Rêbertî re kesayeta jina ciwan ku şoreşgeriyê îfade dike, di xwe de ava dike. Her wiha di kesayeta şehîdên nemir û pêşeng yên mîna apê wê hevrê Baz de dibe şopdareke bê teredut a xeta fedaîtiyê. Bi van ramanan ve di jiyana xwe de kesayeta jina milîtan, fedekar, dilnizim û bi moral ji hevrêyên xwe re diteyisand. Bi rihê xwe yê Apogerî ve di xebatên ciwanan de pêşengtî kir û bû yek ji mînakên jinên serhildêr û wêrek. Herî dawiyê jî cihê xwe di nava yekîneyên xweser yên YPJ de girt, li wê derê xwe di rastî û pîvanên jina azad de kûr kir û bi awayekî çalak têkoşîn da meşandin.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şexsê heval Tolîn Baz de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin û minetdariya xwe raber dikin. Em ji malbata xwe ya hêja, hevrêyên wê yên têkoşînê û tevahî gelê xwe re dubare sersaxiyê dixwazin. Em wek hevrêyên hevala Tolîn, soza tolhildana şehîdan û bilindkirina têkoşîna di oxira azadiyê de didin. Em ê heyanî serkeftinê şopdar û pêkanînerên xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bin.”

NASNAMEYA ŞEHÎDÊ

Nav û Paşnav: Emîne Ehmed
Nasnav: Tolîn Pelşîn Baz
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Dîrok û Cihê Şehadetê: Minbic, 27.10.2024

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nameyên çalakgera fedaî Asya Alî
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Tolîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin, şehîd Zinar hat bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Civaka Ereb a Şengalê fermana 3’yê Tebaxê şermezar kir

Gelê Ereb ê Şengalê bi boneya 11. salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya liser Şengalê daxuyanek…

Ji aliyê Stêrk TV

Teqîna amûrên ragihandinê û bêtêlan: Hejmara mirîyan derket 37’an

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas Abaîd ragihand ku di encama teqîna amûrên ragihandinê û bêtêlên…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Devedjian: Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê ye

Parêzer François Devedjian anî ziman ku Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan berdewama çanda dagirkerî û nefretê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?