Wezareta Karên Derve li ser X’ê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan têkildarî erîşa dawî ya Îsraîlê ya li ser rojnamean û navendên çapemeniyê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daye.
Wezaretê anî ziman ku êrîşên Îsraîlê yên li ser ekîbên çapemeniyên yên dubare sûcekî şerî ye û ragihand ku divê Îsraîl weke berpirsiyar were girtin û were cezakirin.
Di êrîşa Îsraîlê ya roja Înê ya li ser bajarokê Hasbayê de navendeke nûçegihanan hatibû hedefgirtin û di encama êrîşê de sê rojnamevan hatibûn qetilkirin. Êrîş dema ku rojnamevan di xew de bûn pêk hatibû. Çend ekîbên çapemeniyê beriya mehekê ji bo şopandina şerê di navbera Hîzbullah û Îsraîlê de hatibûn vir.
Ji 8’ê Cotmeha 2023’yan heya niha ku ev dîrok destpêka şerê Îsraîl û Hîzbullahê ye, li Lubnana Başûr gelek xebatkarên çapemeniyê di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin yan jî birîndar bûne.