Li gorî agahiyên hatine wergirtin, îro di saetên siharê de li ser rêya Dêrelok-Amêdiyê droneke bombebarkirî kete xwarê.
Li qada ku dron lê ketî, rê ji trafîkê re hate girtin.
Rayedarên herêmî hîna ti daxuyanî nedane. Ev bûyer, di demeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin de, pêk hat.