Navenda Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hedefnîşandana Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya partiyê de hate gotin, “Di demekê de ku talankeriyê qeyûm diqewime ku yek ji qirêjiya dîroka siyaseta Tirkiyeyê ye û civak bi temamî li ber vê mijarê radibe, di serî de CNN Turk a ku desthilatdariyê mafdar nîşan dide, gelek organên medyayê yên alîgirê desthilatdariyê gotinên Hevserokê me Tûncer Bakirhan ê li ser qeyûm ku têkildarî Şêx Seîd û Seîd Riza kiribû berevajî dikin û bang li dozgeran dikin. Li hemberî ti kar û kiryareke neheq û bêhiqûqî we heta niha bang li dozgeran nekirin ku wezîfeyê bikin. Derdekî we nîne ku hûn li ser çareseriyê yan jî rastiyan biaxivin. Bi qasî ku nehêlin mafê xwe yê bersivdayinê bi kar bînin hûn dûrî exlaqê pîşeyî ne. Gotinên Hevserokê me Tûncer Bakirhan ê di dema şermezarkirina demokratîk de ku mafê me yê destûra bingehîn e, li ber çavan û diyar e. Di axaftinê de işaret bi hişekî dîrokî hate kirin û rêbazên ku di mijara pirsgirêka Kurd de neçareseriyê ferz dike, tê rexnekirin. Ji aliyekî ve darbeya qeyûm li şaredariyên me tê kirin, li aliyê din jî bi rengekî organîzeyî li dijî me lînç a siyasî tê kirin. Em zanin ku çavkaniya herdu êrîşan yek e. Bi lînç ên siyasî û berevajîkirina rastiyê hûn ê nikaribin qeyûman rewa bikin.”