Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan bi berxwedana destanî ya li hemberî dijmin raber kirîn, di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girtin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 37 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê derbarê gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ev tişt diyar kirin:

“5’ê Mijdara 2019’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan şehîd bûn. Em di salvegera şehadeta wan de hevrêyên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan ên hêja bikin sedemê hîn zêdetir têkoşînê.

Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê me xurt bibe, ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo di her kêliya jiyana gerîla de van armancên xwe yên pîroz bi cih bînin, bûn xwediyê têkoşîneke bênavber. Hevrêyên me zarokên herî hêja yên gelê me ne. Hevrêyên me ji bo mîsyona xwe bi cih bînin, bêyî ku bibêjin havîn zivistan, şev roj bi xwestek û biryardariyeke mezin têkoşiyan. Weke milîtanên dirûst ên Paradîgmaya Rêbertî ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê’ armanc kirin ku civaka azad û Kurdistana ava bikin û ev yek weke wezîfeya xwe ya herî bingehîn zanîn. Hevrêyên me xwe di warê îdeolojîk û leşkerî kirin pispor û wezîfeyên xwe yên demê bê kêmahî bi cih anîn. Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan di kesayetên xwe de nûneriya sadebûn, dirûstî, fedekarî û dilnizmiyê kirin ku ev taybetmendiyên hevpar ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne. Hevrêyên me bi berxwedana destanî ya li dijî dijmin pêş xistîn, cihê xwe yê di dîroka têkoşîna me de girtin.

Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Demhat Gever
Nav û Paşnav: Hakan Firat
Cihê Jidayikbûnê: Gever
Navê Dayik – Bav: Fatma – Faris
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sema Dersim
Nav û Paşnav: Dersim Temîz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Xezal – Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nalîn Dilgeş Çiya
Nav û Paşnav: Ayşe Dagdelen
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik – Bav: Şemsî – Sadik
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Elîşêr Kûfran
Nav û Paşnav: Elî Amûştekîn
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Cemîle – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Serhildan Dersim
Nav û Paşnav: Ahmet Varsak
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Nazime – Şukru
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Mijdara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DEMHAT GEVER

Tevî hemû hewldanên dijmin, gelê Geverê ji sekna xwe ya serhildêr û welatparêziya xwe tawîz nedaye û bi hezaran egîdên ku daye Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bûye kelha berxwedanê. Hevrêyê me Demhat li navçeya Gever a Colemêrgê ku ji bo jiyaneke azad gelek tevlîbûn jê çêbûne, hate dinê. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz tevlîbûnên nava refên gerîla hebûn, hevrêyên me hîna di temenekî zû de Tevgera me bihîst. Hevrêyê me li cihekî weke Geverê ku zext û zilma dijmin lê zêde ye, mezin bû. Lewma hîna di temenekî zû de rastiya dijmin dît. Hevrêyê me Demhat li derdoreke ku pîvanên welatparêziyê lê dijwar in û li ber çiyayên Zagrosê mezin bû. Dibistanên sîstemê heta amadeyî xwend. Di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de hem li dibistanên sîstemê hem jî li derdora ku lê dijî, rastiya dewletê dibîne û ev yek bû sedem ku bikeve nava nakokî û lêpirsînan. Hingî ku şerê dijwar ê li Kurdistanê û zextên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî gelê me dît, hêrsa wî ya li hemberî sîstemê zêde bû. Mîna her ciwaneke Kurd ê bi rûmet, ji bo ji tiştên diqewimin re bibe bersiv lêgerînên xwe kûrtir kir. Hevrêyê me xwest tevgera me hîn nêztir nas bike û di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me Demhat dizanî ku ciwan hêza şoreşê û siberoja gelekî ne. Bi rengekî aktîf di nava xebatan de cih girt û derbarê partiya me PKK’ê, hîn zêdetir agahî bi dest xist. Bi kesayeta xwe ya sade û gihayî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Bi saya cidiyeta xwe û daxwaza xwe ya ji bo çalakiyan, di nava gelek xebatan de cih girt û encamên serketî bi dest xist. Di nava xebatên xweparastinê de cih girt ku hesasiyet û veşartîbûneke kûr dixwaze. Hevrêyê me di gelek çalakiyên serketî de xwedî ked e û tevî hemû hewldanên dijmin ji sekna xwe ya şoreşgeriyê tawîz neda. Di ferqa giraniya pêvajoyê de bû û bi hewldanekî zêde xebat dimeşandin. Hevrêyê me Demhat di sala 2012’an de di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê belavî her çar aliyên Kurdistanê bûyî de, xwest berpirsyariyên mezin û wezîfeyên dîrokî bigire ser xwe û vê carê berê xwe da çiyayên azad.

Di sala 2012’an de hevrêyê me Demhat li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me bi hezkirin û coşeke mezin tevlî perwerdeyan bû û di nava demeke kurt de pêş ket. Hevrêyê me ku ne biyaniyê jiyana gerîla ye û berê gelek caran bi gerîlayan re xebatên hevpar meşandiye, di demeke pir kurt de adapteyî jiyana çiyê bû. Hevrêyê me Demhat di warê rêxistinî de xwedî tecrube ye û tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi serketî perwerdeya xwe qedand. Hevrêyê me xwest tecrubeya pratîk qezenc bike û têkildarî jiyana gerîla fêrî her hûrgiliyê bibe. Li her qada ku lê ye, bi kedkarî û fedekariya xwe hate naskirin. Hevrêyê me Demhat li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn meşand û bi tevlîbûna xwe ya dirûst û bi sekna xwe ya ku bawerî dida hevrêyên xwe, di gelek xebatên girîng de berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêyê me piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl da li dijî gelê me komkujiyan pêk bîne, biryar da ku bi gelê me re di çeperên berxwedanê de cih bigire. Li ser vî bingehî beşdarî berxwedana dîrokî ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî pêşxistin, bû. Hevrêyê me Demhat li gelek qadan li dijî çeteyan şer kir, tevî ku du caran bi giranî birîndar bû ji biryardariya xwe ti tişt winda nekir û di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û bi rengekî hîn çalaktir beşdarî têkoşînê bû. Di gelek çalakiyên serketî û pêngavên şoreşgerî de, bû parêzvanekî xurt ê xeta têkoşîna Apoyî. Şehadeta bi hezaran şervanên azadiyê yên ku ji bo projeya Rêbertî ya Konfederalîzma Demokratîk zindî bibe, bi îradeya Apoyî şer kirin, armanc kirin ku gelê me bibe xwedî siberojeke ronî û xwe feda kirin, bandor li hevrêyê me kir. Her roja borî têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêyê me Demhat dizanî ku rêya herî bi bandor a zindîkirina bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd, bi mezinkirina têkoşînê pêkan e. Car din berê xwe da çiyayan ku warê pîroz ê gerîla ye. Hevrêyê me yê ku gihiştî çiyayên azad, li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker dixwest li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, ji amadekariya tunelên şer heta fêrbûna taktîkên gerîla yên dema nû di nava gelek xebatan de cih girt. Her xebata ku girtî ser xwe, ji bo bibe layiqê nirxên Partiyê û şehîdan bi cih anî û ket nava hewldaneke zêde. Hevrêyê me Demhat ê xwedî jiyaneke mînak û kesayeteke şerker, mîrateya têkoşîneke bênavber ji me şopdarên xwe re hişt.

5’ê Mijdara 2019’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyê me Demhat şehîd bû. Bi jiyana xwe ya dilnizm, hevrêtiya xwe ya kûr û weke şervanekî bi wêrek ruhê demê di xwe de gihand lûtkeyê. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşîna ya ku hevrêyê me Demhat dewrî me kirî, her tim bilind bikin û di şexsê wî de bibin layiqê hemû şehîdên xwe.

SEMA DERSIM

Hevrêya me Sema li navçeya Xana Axpar a Amedê, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber vê taybetmendiya malbat û derdora xwe, girêdayî cewherê xwe mezin bû. Hevrêya me Sema di nava jiyana gund a xwezayî de mezin bû û pir zêde ji taybetmendiyên sîstema kapîtalîst bandor bû û bû xwedî jiyaneke li gorî rastiya civakî. Hevrêya me mîna hemû zarokên Kurd ên li Kurdistanê dijîn, rastiya dijmin ji temenê biçûkatiyê û şûnde nas kir. Bi taybetî li dibistanên mêtingeriyê, ev rastî pir baş fêm kir. Hevrêya me ferq kir ku dijmin dibistanên li Kurdistanê weke navendên asîmîlasyon û qirkirinê bi kar tîne û piştî vê pêvajoyê hîn zêdetir xwedî li nirxên çandî, manewî û neteweyî derket. Dewleta Tirk a mêtinger ji bo ku gelê me bi birçîtiyê terbiye bike, Kurdistan di warê aborî de paş hişt. Lewma hevrêya me Sema bi malbata xwe re weke karkerên demsalî çû bajarên Tirkiyeyê. Li vir rastî nêzîkatiyên nîjadperest hat, li dijî vê yekê hîn zêdetir xwedî li nasnameya xwe ya Kurdî derket. Nakokiyên wê yên têkildarî jiyanê, di vê pêvajoyê de hîn zêdetir derketin pêş. Fêm kir ku dewleta Tirk bi zihniyeta nîjadperest hemû civakê jehrî dike. Hevrêya me fikirî ku divê teqez li dijî van nêzîkatiyên dijmin têbikoşe û di vî warî de ket nava lêgerînan. Di heman demê de hevrêya me Sema weke jineke ciwan ket ferqa mîsyona ku di nava civakê de li jinê hatî barkirin û nexwest bibe qurbana vê mîsyona weke koletiyê. Lewma ket nava lêgerîna jiyaneke alternatîf a ku bikare azad lê bijî. Ji ber ku derdora wê welatparêz e, hevrêya me Sema têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin, nas kir û bi taybetî ji têkoşîna hevrêyên me yên jin bandor bû. Di sala 2014’an de êrîşên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava zêde bûn. Li Kobanê li ser navê mirovahiyê berxwedaneke dîrokî dihate raberkirin û şervanên jin pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Vê yekê mîna gelek ciwanên Kurd bandor li hevrêya me Sema jî kir. Di vê pêvajoyê de mîna bi sedan ciwanên Kurd, xizmên nêz ên hevrêya me Sema  jî berê xwe dan çiyayên azad û lêgerînên xwe yên têkoşînê zelal kirin. Dewleta Tirk a mêtinger a xwedî zihniyeta desthilatdariya mêr, ji bo qirkirina gelê me israr dike. Li dijî vê yekê hevrêya me Sema fêm kir ku yekane qada têkoşînê, çiyayên Kurdistanê ye û di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên azad û tevlî nava refên gerîla bû. 

Hevrêya me Sema bi perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê re hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê bû û bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan, di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir. Bi perwerdeya îdeolojîk a wergirtî re hîn bêhtir rastiya dijmin nas kir û polîtîkayên şerê taybet ên dijmin fêm kir. Hevrêya me her wiha bi dersên ku li ser dîroka Kurdistan û dîroka Partiyê dîtî re derfet dît ku civaka jê hatî û cewhera kesayeta xwe baştir nas bike. Weke jineke ciwan, bi xwendina analîz û parêznameyên Rêber Apo yên têkildarî rizgariya jinê re karî guhertinên girîng di kesayetiya xwe de pêk bîne. Hevrêya me bi taybetî ket ferqa ku divê li hemberî sîstema desthilatdar a ku jinê bi hezaran sal in di statuya koletî, îstîsmar û zextê de radigire, têkoşîna herî xurt bimeşîne. Li ser vê bingehê, weke milîtaneke dîlawer a PKK-PAJK’ê bi cesaretek mezin xwe tevlî têkoşînê kir, astengiyên li pêşiya xwe yek bi yek rakir û bi gavên ji xwe bawertir meşa xwe ya azadiyê dewam kir. Di heman demê de hevrêya me ya ku ket ferqa divê weke gerîlayek YJA Starê ku erka pêşengiyê girtiye ser milên xwe bibe xwedî performanseke leşkerî, bi coş û kelecaneke mezin tevlî perwerdeya xwe ya leşkerî bû. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serketî bi dawî kir, berê xwe da herêmên pratîkê. Hevrêya me weke gerîlayek jin a YJA Starê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn kir û tecrûbeyeke pratîkî bi dest xist. Piştre jî li Akademiya Jina Azad tecrûbeya xwe bi felsefeya Rêber Apo re xurtir kir. Hevrêya me Sema ku xwe ji aliyê leşkerî û bîrdozî ve bi awayekî xurt amade kir, ji bo biçe qadên ku êrîşên dijmin lê girane û şer bike gelek israr kir. Sekna wê ya zelal a di xeta jina azad de, jêhatîbûna wê ya leşkerî û hevrêtiya wê ya xurt, baweriya hemû hevrêyên xwe qezenç kir û gihîşt armanca xwe.

Li ser vê bingehê hevrêya me Sema ku di eniyên şer de tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, bi cesaret û fedekariya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me ya ku di wê ferqê de bû ku bi her derbe û guleyek ku li dijmin dixe, tola sedsalan digire, bi biryardariyeke mezin li dijî dijmin şer kir û erka girtiye ser milên xwe bi layîqî bi cih anî. Hevrêya me Sema ya ku baweriya wê ya bi xwe di nava şer de xurttir bû, bi ramanên Rêber Apo re zane bû, têkoşîn meşand û bû milîtaneke mînak a PAJK’ê ku hemû rengên paşverû yên li ser jinê tên ferzkirin, parçe parçe bike. Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêya xwe Sema ku bi kesayetaiya xwe ya sade, kedkar, fedekar û girêdana wê ya xurt a bi hevrêtiyê re ku di dilê her hevrêyek xwe de cih girtiye, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

NALÎN DILGEŞ ÇIYA

Hevrêya me Nalîn li Mêrdînê ku di têkoşîna me ya azadiyê de tim bûye navenda berxwedan û serhildanan û bi helwesta xwe ya bêtawîz a li dijî dijmin bûye mînak di nava malbateke welatparêz de jidayik bûye. Lê belê piştre ji ber malbat mala xwe barî navçeya Wêranşêr a Rihayê dike, li vir mezin dibe. Hevrêya me ya ku neçû dibistanên dewleta Tirk, di vî alî de qismî be jî xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin parast. Hevrêya me ji ber ku di nava malbat û hewirdorek welatparêz a bi çanda xwe ve girêdayî mezin bû, ji ciwantiya xwe ve lêgerîna wê ya li hemberî jiyanê pêş ket. Hevrêya me ya ku pêşî derbarê mêtingeriyê li ser gelê me de pirsên wê çêbûn, di vê pêvajoyê de hê baştir dest bi fêhmkirina rastiya dijmin kir. Hevrêya me Nalîn rastiya dijmin ê ku di her firsenda ku bi dest dixîne hewl dide qirkirina gelê me temam bike û komkujiyan dike nas kir, li dijî dijmin bû xwedî hêrsek mezin. Di heman demê de nerazîbûna hevrêya me Nalîn li dijî polîtîkayên zîhniyeta serdest a mêr ku di nava civakê tê belavkirin û dibe sedema qirkirin û kuştina jinan, zêde bû. Dîsa li dijî statuya koletiyê ya ku di nava civakê de li ser jinê tê ferzkirin, lêgerîn û lêpirsîna hevrêya me Nalîn kûrtir kir. Hevrêya me ji ber ku xizmên wê yên nêz tevlî nava refên gerîla bibûn partiya me PKK’ê nas dikir, bi taybetî ji gerîlayên jin ên ku li çiyayên Kurdistanê çek hildane û bi awayekî azad şer dikin, gelekî bi bandor bû. Hevrêya me ya ku her gerîlayên jin didît difikirî ku jiyan tenê heke azad be dikare watedar bibe, li ser vê bingehê lêgerîna xwe kûrtir kir. Şehadeta mamê wê hevrê Delîl Bagok di sala 2024’an de di şerê li dijî çeteyan de li Kobanê, biryardariya hevrêya me xurtir kir. Hevrêya me Nalîn di vê pêvajoyê de hem xwest çeka mamê xwe hilîne û têkoşîna xwe bidomîne û hem jî xwest bibe xwedî jiyaneke azad û watedar. Hevrêya me fêm kir ku rêya vê jiyanê tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla û li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Li ser vê bingehê hevrêya me ku di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi tevlîbûna li nava refên gerîla re xwe gihandin armanca xwe ya yekemîn.

Hevrê Nalîn dema ku tevlî nava refên têkoşînê bû tişta ewil têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal ya gerîla bala wê kişand. Hevrêya me ya ku ji ruhê hevpar ên gerîla ku her yek ji herêmên cuda ên Kurdistanê ji bo armancekê hatine ba hev bi bandor bû, ji bo bibe milîtaneke baş û gerîlayeke azadiyê, hîn bêhtir ket nava hewldanan. Hevêya me Nalîn a ku rastiya jiyana komunal a gerîla ku bi berdêl û kedên mezin hatine avakirin û xwe dispêre wekhevî û azadiyê, fêhm kir, bê dudilî tevlî her kêliya jiyanê bû. Hevrêya me ku li nava refên gerîla hînî xwendin û nivîsandinê bû, roj bi roj xwe bi pêş xist. Hevrêya me ya ku bi taybetî hewl da xwe di felsefeya azadiya jinê de kûr bike, bi vê gavê re bersiva ewil û watedar da dijmin. Ji bo ku nûnertiya pîvanên jina azad ku di şexsê partiya me PAJK’ê de şênber bûye bike, di xeta azadiya jinê de bû xwediyê ked û hewldaneke mezin. Hevrêya me ya ku di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû, ji bo ku weke gerîlayeke YJA Starê bi mîsyona xwe rabe û li dijî êrîşên dijmin şer bike, hewl da xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe û di demeke kurt de gelek taktîkên şerê gerîla hîn bû. Hevrêya me piştî perwerdeya xwe bi dawî kir, bi israr pêşniyar kir ku derbasî qadên ku şer lê giran e û di vê israra xwe de bi ser ket. Hevrêya me Nalîn li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li kur hewce kir li wir tevlî xebatê bû û bi pratîka xwe ya serketî re hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me ku karekterê otorîter ê jinên Mêrdînê bi felsefeya Rêbertî re di çarçoveyeke demokratîk de xurt kir, di her kêliya jiyanê de bû xwedî tevlîbûneke xurt. Bi taybetî bi saya zekaya xwe ya pratîkî, di gelek xebatan de di demeke kurt de encamên serketî bidest xist. 

Hevrêya me Nalîn a ku her demê armanc dikir ku hêrsa ku di dilê xwe de li dijî dijmin kom kirî veguherîne çalakiyê, li dijî êrîşên dijmin ên herî giran tim li pêş bû. Bi cesaret û biryardariya xwe ya di van çalakiyan de û bi meşa xwe ya bê dudilî ber bi çeperên dijmin ve, ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Bi kesayetiya xwe ya durust, sade, dilpak û fedekar hevrêya me Nalîn ku ji roja tevlî nava refên gerîla bû heta kêliya gihaşt şehadetê, bi bi jiyan, sekn û kesayetiya xwe re ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê xeyalên jiyana azad a ku hevrêya me Nalîn dewrî me kiriye teqez pêk bînin.

ELÎŞÊR KÛFRAN

Hevrêyê me Elîşêr li navçeya Şêrwan a Sêrtê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî di her kêliya jiyana xwe de çanda gelê me dijîn, hevrêyê me Elîşêr girêdayî çanda xwe mezin bû. Hevrêyê me demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend û tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin, cewhera xwe parast. Mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî rastiya dijmin di her kêliya jiyanê de hîs kir. Hevrêyê me ti carî rewşa mêtingeriyê ya ku gelê me di nav de ye, qebûl nekir. Di encama polîtîkayê koçkirinê yên dijmin de, bi malbata xwe re koçî Stenbolê kir. Hevrêyê me li vir dibistan berda û ji bo di warê madî de alîkariya malbata xwe bike, di gelek karên cuda de xebitî. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de wateya kedê nas kir û bi fedekariya xwe hem rêzdariya malbata xwe hem jî ya derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me Elîşêr li derdora ku lê dijî û lê dixebite rû bi rûyê êrîşên nîjadperest dimîne, bi demê re polîtîkayên dijmin ên ji bo koçkirina gelê Kurd hîn baştir fêm kir. Êşa qutbûna ji erdnîgariya Kurdistanê ya ku lê ji dayik bûyî, mezin bûyî û hemû heyîna xwe deyndarê wê ye, her tim di dilê xwe de hîs kir. Li dijî êrîşên ku li Metropolan rast hatiyê, bû xwedî hêrseke mezin. Lewma dewleta Tirk a mêtinger gelek êş bi wî û malbata wî û hemû gelê Kurd daye jiyankirin. Hevrêyê me fikirî ku divê tolê ji dewleta Tirk bistîne û li ser vî bingehî ket nava lêgerînan. Lewma hevrêyê me Elîşêr di nava xebatên şoreşger û ciwanên welatparêz de cih girt û hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin, gihand têkoşînê û ji hemû ciwanên Kurd ên ku mîna wî di sirgûnê de dijîn re bû mînak. Hevrêyê me bi demê re xwe di warê îdeolojîk de pêş xist û fêm kir ku bersiva herî bi wate ya bide dijmin, mezinkirina têkoşîna xwe ye. Her roja derbas bûyî, bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me Elîşêr êdî bû şoreşgerekî profesyonel û di gelek qadan de kar û domand. Ji bo ku ciwanên Kurd bi zane bibin û tevlî nava refên têkoşînê bibin, bû xwedî ked û hewldan. Li dijî êrîşên ku dewleta Tirk di sala 2015’an de li dijî gelê me û Tevgera me dayî destpêkirin, weke milîtaneke Apoyî fikirî ku divê teqez ew jî di nava refên berxwedanê de cih bigire. Hevrêyê me Elîşêr li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Elîşêr demek kurt li herêma Garzanê ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya şervanên nû wergirt. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku wergirtî derfet dît zanebûna xwe ya îdeolojîk û teorîk bixe meriyetê û di demeke kurt de di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand. Di warê leşkerî de jî derfet dît ku xwe pêş bixe û xwest ji pêvajoya şerê dijwar re bibe bersiv. Li dijî êrîşên dijwar ên ku dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, ji bo ku demildest biçe qadên şer pêşniyar kir. Hevrêyê me bi tecrubeya xwe ya leşkerî, îdeolojîk û zanebûna rêxistinî bawerî da hevrêyên xwe. Lewma derbasî qadên ku şer lê dijwar bû, beşdarî pêvajoya berxwedanê bû. Hevrêyê me Elîşêr li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn meşand û bi kedkarî û fedekariya xwe, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê di nava gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin de, cih girt û bi cesareta xwe ji bo ev çalakî bigihijin serketinê, bû xwedî rol. Hevrêyê me Elîşêr hêza xwe ya ji bo çareseriya aliyên kêm ên çalakiyan û encamgirtinê, nîşan da û ji bo ev kêmahî bên derbaskirin, fikirî ku divê xwe ji bo taktîkên gerîla yên dema nû de pêş bixe. Fêm kir ku ev yek jî encex li akademiyê pêkan e û derbasî akademiya pisporiyê ya leşkerî bû. Hevrêyê me Elîşêr li vir derfet dît ku xwe di gelek taktîkên gerîla de pêş bixe. Di heman demê de di warê îdeolojîk de pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me di nirxandineke ku li akademiyê kirî de, diyar kir ku bi saya jiyana Partiyê û felsefeya Rêbertî ew xwe baştir nas dike û anî ziman ku jiyana gerîla û PKK qasî ku bi dev neyê gotin xweş e û nêzî heqîqeta mirov e. Ragihand ku hemû ciwanên Kurd divê teqez vê jiyana binirx tam bikin. Di heman demê de hevrêyê me diyar kir ku armanca wî ya herî mezin azadiya fîzîkî ya Rêbertî û serbixwebûna gelê me ye. Li ser vî bingehî fêm kir ku divê bi fedekarî têbikoşe.

Li ser vî bingehî hevrêyê me Elîşêr car din çû herêmên ku şer lê dijwar e û derfet dît ku perwerdeyên pisporiyê yên girtî, bi serketî pratîk bikin. Di gelek çalakiyên serketî yên li dijî dijmin hatin kirin de, cih girt û bû yek ji wan hevrêyên me yên ku hêviya serketinê ya dijmin şikand. Hevrêyê me Elîşêr bi hevrêtiya xwe ya xurt, dilê xwe paqij, kesayeta xwe ya kedkar û fedekar di her hevrêyekê ku pê re têkoşîn meşandî de şop hişt. 5’ê Mijdara 2019’an di êrîşeke dijmin de, şehîd bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cih girt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku teqez xeyal û armancên hevrêyê xwe Elîşêr pêk bînin.

SERHILDAN DERSIM

Hevrêyê me Serhildan li navçeya Licê ku kongreya damezirandina Partiya me lê pêk hatiye û li wir welatparêziyeke kûr tê jiyîn, ji dayik bûye. Hevrêyê me ku li hawireke ku çanda Kurd lê serwer bû û zexta sîstemê timî lê zêde bû, bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Ji ber ku li erdnîgariya Kurdistanê ku polîtîkayê înkar û îmhayê bi awayekî kûr lê tê meşandin mezin bû, bû wesîle ku hevrêyê me di temenek biçûk de partiya me PKK’ê nas bike. Hevrêyê me ku mîna her zarokekî Kurd zilm û zordariya dewletê dît û jiya, her tim hêrsa wî li dijî dagirkeran xurt bû. Di temenê biçûk de bi rastiya dijmin hesiya. Rastiya ku li Licê tevlîbûna li nav partiya me zêde ye, gerîla lê berxwedaneke destanî nîşan dide û derfeta dîtina gerîla bi dest xist û sohbet li gel wan kir hebû, bû sedem ku hevrêyê me xeyal bike ku bibe gerîla. Hevrêyê me Serhildan ku heyranê gerîla bû, ji tevgera her gerîlayeke ku didît bandor lê dikir. Hevrêyê me ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta dagirker di dibistanên sîstemê de dît û nakokiyên kûr jiya, ji ber ku nekarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive hêrsa xwe ya li dijî sîstemê hê bêhtir kûrtir bû. Hevrêyê me rastiya dibistanên sîstemê ku hewl dide zarokên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne û wan tevlî nav çanda ku ne aydî wê ye bike dibîne, di salên xwe yên lîseyê de dev ji dibistanê berdide. Hevrêyê me ku dixwest tevkariyê li debara malbata xwe bike, bi tevlîbûna li nava têkoşîna jiyanê re hînî nirxa û pîroziya kedê bû. Hevrêyê me ku di gelek karên cuda de xebitî û di her karê de dihate hezkirin, di nava malbat û hewirdora xwe de bû kesayetek ku rêz jê re bêgirtin. Li dijî konsepta êrîşê ya ku dewleta Tirk a dagirker ji bo çavtirsandina tevgera me û gelê me da destpêkirin, lêgerînên wî pêşketin. Hevrêyê me ku di demeke ku Berxwedana Xwerêberiyê û Berxwedana Kobanê hebû de, bi fikra ku azadî di nava refên gerîla de ye, lêgerîna wî ya tevlîbûna li nava gerîla pêş ket. Bi hişmendiya ku qadên gerîla yekane cihê jiyaneke bi rûmet û têkoşîneke çalak a li dijî neheqiyê ye, berê xwe da çiyê.

Hevrêyê me ku sala 2015’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, bi pêkanîna xeyala xwe ya ewil gava destpêkê ber bi azadiyê ve avêt. Ji bo perwerdeya şervanên nû berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me yê ku ji hevrêtiya germ a gerîlayên lê rast hat bibandor bû, bi moral û coşeke mezin tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Tevlîbûna wî ji bo dersên leşkerî û lêhûrbûnên wî bû sedem ku zû pêş bikeve. Hevrêyê me li bendê bû ku rojekê berê xwe bide qadên cuda û tiştên hîn bûye bixe pratîkê. Hevrêyê me ku hem di perwerdeya leşkerî hem jî di aliyê îdeolojîk de lêhûrbûneke kûr jiya, di her wateyê de guhertin di kesayetiya xwe de çêkir. Piştî ku di pêvajoyeke xurt a perwerdeyê re derbas bû, weke şervanekî serketî berê xwe da qadên pratîkî. Hevrêyê me yê ku di qada pratîk de ji bo di aliyê leşkerî de jîr bibe hewldaneke xurt raber kir, di demeke kurt de bi hûrguliyên li ser jiyana gerîla pêşketineke xurt bi dest xist. Hevrêyê me Serhildan ku di her karê xwe de xwest ji tecrûbeya hevrêyên xwe sûdê werbigire û xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir, vê erka xwe bi layiqî bi cih anî û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû û pêşniyar dikir ku berê xwe bide qadên ku şer lê giran bûye, bi sekna xwe ya li nav jiyanê û bi hakîmiyeta xwe ya li ser taktîkên şerê gerîla re baweriya hevrêyên xwe bi dest xist û xwe gihand armanca xwe. Hevrêyê me Serhildan ku bi her awayî alîkarî dida hevrêyên xwe û tevlî her karî dibû, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û hêrsa ku bi salan di dilê xwe de kom kir, bi serketina xwe ya di çalakiyan de nîşan da. Bi fedekarî û pêşniyara xwe ya ji bo her xebatê, ji gelek aliyan ve îlham da hevrêyên xwe. Hevrêyê me bi têkiliyên xwe yên hevrêtiyê yên kûr, jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî û kesayeta xwe ya kedkar, bû şervanekî leheng ê Apoyî ku ti carî neyê jibîr kirin.

Hevrêyê me Serhildan ê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk anî, di êrîşa dijmin de ku 5’ê Mijdara 2019’an pêk hat, tevlî karwanê şehîdan bû. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Serhildan derkevin û xwedî li têkoşîna ku jê bawer dikir û bênefes ji bo wê ked dida derkevin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê berxwedan qet nesekinî
Nûçeya Pişt re Ev 120 roj in bi Pexşan Ezîzî re hevdîtin nayê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî tecrîda li Îmraliyê serî Baroya Enqereyê hat dayîn

Rêxistinên Hiqûqê, ji bo Baroya Enqerê derbarê tecrîda li Îmraliyê bikeve nava tevgerê daxwazname hat…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Huner serpêhatiya me ya herî bedew e (1)

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?