Pêncşem, 5 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Desthilatdariyê ev biryar da, ne dadgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Patrice Franceschi: Ne Kurd, El Kaide hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Naskirina statuya Kurdan wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be.”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berê me li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya hunermendên ji Rojava vegeriyan: Metirsî dewam dike, divê em berxwedanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di ‘Çarşema Yekbûnê’ de şehîd Ehmed Hêmin hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir
Jin

TAJÊ bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê rêzeçalakiyên xwe yê di navbera 5’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanya bi dirûşmeya “Li dijî tundiya li ser jinê, Jin Jiyan Azadî” ji 5’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî li navenda Şengalê li Sûka Kevn ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate xwendin. Di daxuyaniya TAJÊ de hate diyar kirin ku bi wesîleya roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê, wekî jinên Êzidî zihniyeta ku tundiyê pêşdixîne red dikin. Jinên Êzidî diyar kirin ku li dijî tundiya li ser jinê ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û bang li hemû jinên Iraqê kirin ku bi awayekî xurt tevlî vê kampanyayê bibin.

Di berfirehiya daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hatin gotin:

Berî her tiştî em ji xaka pîroz Êzidxanê silav û heskirinên xwe ji hevrê û mîmarê felsefeya jin, jiyan, azadî Rêber Apo re dişînin. Em ê silavên ku we ji tevahî jinan re şandiye bi mezinkirina têkoşînê, bi xwe rêxistinkirin û ji bo azadiya we ya fîzîkî pêk werê bilindkirina berxwedanê têbikoş in.

Di destpêka dîroka mirovahiyê de li ser xaka mezopotamya, civakbûn bi cewhera jinê, jiyaneke li ser esasê wekhevî û azadî jiyan kir. Bi avabûna dewlet û zihniyeta desthilatdariyê re, ev 5 hezar sal in di kesayeta jin de jiyana azad û xweza tê tune kirin. Pergala kapîtalîst ji bo bîrdoziya netew dewlet û desthilatdariyê biparêze, di kesayeta jin de civak dîl girtiye. Li hemberî vê jin û civakan her tim li ber xwe da ne.

‘LI HER DERÊ ÊRÎŞÎ JINAN DIKIN’ 

Di sala 1960’an de Xuşkên Mîrabel, ji ber ku li dijî vê pergalê sekinîn, bi destê zihniyeta mêr-dewlet bi awayekî hovane hatin qetil kirin. Di sala 2014’an de em wekî jinên Êzidî yên ku bi nasname xwe, çanda jin-dayîk diparêzin rastî fermanekî mînaka wê çênebûye hatin. Bi hezaran jin û keçên me hatin revandin, firotin, bi qirkirina fîzîkî û her cure tundiyê re rû bi rû man. Li Efganîstanê jin ji ber rêjîma çete ya Talîbanê ji hemû mafê xwe yê jiyanê hatine qutkirin. Li Hindîstanê bi awayekî pergalî jin rastî destdirêjiyê tên. Li Îranê ji ber zext û tundiya li ser jin tê meşandin di sala 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî bi rêbazekî herî tund hat qetilkirin. Jinên li dijî qetilkirina Jîna Emînî serî hildan û têkoşîna azadiyê dimeşînin, îro cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Bi heman zihniyetê, li Tirkiyê, Iraq, li welatê Rojhilata navîn û cîhanê di şerê cîhanê yê sêyemîn de li dijî jinan şerê qirkirinê tê meşandin. Rêber Apo bi felsefeya jin, jiyan, azadî bersiva şerê mezin yê li dijî jin dide. Em wek jinên Êzidî vê felsefeyê dikin bingeha azadiya xwe û civakê. 

‘LI DIJÎ TUNDIYÊ HER TIM JIN SERÎ HILDAN E’

Li cîhanê jin, di hemû qadên jiyanê de rastî bê mafiyê tên. Tundutûjiya fîzîkî û derûnî li ser jin, zarok û ciwanan di astekî bêtehemûliyê de ye. Di nava malê de, li kolanan, li dibistanê, di cihên kar de, di qada siyaset, perwerde û li her devera jiyanê jin rastî tundiyê tên. Êdî bi awayekî pergalî xwe kuştin, zewaca temen biçûk, pir-jinî, hevdû berdan û destdirêjî her ku diçe zêde dibe. Jin ne tenê bi awayekî fîzîkî rastî destdirêjiyê tên, di milê fikrî û ruhî de jî tên kole kirin. Di dîrokê de jinan li hemberî vê yekê têkoşîna azadiyê meşandine, jinên Iraqê jî li hemberî pergala desthilatdar ya mêr têkoşîn meşandiye. Jina têkoşer a bi navê Nezîha El dilêmî û bi dehan weke wê ji bo mafê xwe têkoşiyane. 

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’

Dewleta Iraqê her çiqas xwedî pergalekî konfederal be jî, lê di serî de jin, pêkhate û hemû civak di pergala heyî de ne xwedî tu mafekî demokratîk in. Qanûna ‘rewşa şexsî’ ku ev demeke li parlementoya Iraqê tê nîqaş kirin, dide nîşandan jin ne xwedî tu mafî ne. Armanca guhertina vê ew e zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin. Ev qanûn rêbaza herî dijwar a tundiyê îfade dike. Di vê qanûnê de ne mafekî jin û ne jî parastina wê heye. Qanûn bi aqlê mêr-dewletê hatiye avakirin. Wê têkoşîna me li dijî vê qanûnê û hemû bêmafiyên li hemberî jinên Iraqê têne kirin berdewam bike. Pêwîste her jineke Iraqî jî, vê qanûnê li dijî xwe bibîne û li hemberî wê têkoşîn bimeşîne. 

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA ME JINAN YEK BE’

Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, em wekî jinên Êzidî zihniyeta ku tundiyê pêşdixîne red dikin. Ji bo dawî li vê hişmendiyê were em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî pêş bixînin. Azadî bi rêxistinbûn û parastinê re pêkan e. Heta ku jin hêza xwe ya rêxistinî û hişmendiya parastina cewherî pêş nexîne wê dawî li şerê qirkirina li dijî jinan neyê anîn. Ji ber ku êşa jinan yek e, divê têkoşîna me jî yek be.

Li ser vî esasî bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin, em wek jinên Êzidî kampaniya bi dirûşmeya ‘LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JIN, JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji 5’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê radighînin. Em bang li tevahî jinên Iraqê dikin beşdarî vê kampaniyayê bibin. Em bi baweriya sedsala 21’emîn bi hêza têkoşîna hevbeş ya jinan û hevgirtina gelan, bi jiyana demokratîk û azad bibe sedsala şoreşa jin, têkoşîna azadiyê bilindtir bikin.”

Piştî daxuyaniyê plansaziya ku dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Şengalê pêk were hat parvekirin.

PLANSAZIYA ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ YÊN TAJÊ

*7-8’ê Mijdarê endamên meclîsê wê têkildarî tundiyê û hevjiyana azad broşur belav bikin,

*14’ê Mijdarê li navenda Şengal-Sinûnê wê pankart ji aliyê TAJÊ, jinên ciwan û şaredariyê ve bê daliqandin,

*15-16 û 17’ê Mijdarê wê li Şengal, Herêmên Ereban û Komelgeha Digûrê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê semîner bên lidar xistin.

Çalakiyên Jinên Ciwan; 

*18’ê Mıjdarê jinên ciwan wê çalakiya meşê pêk bînin,

*19’ê Mijdarê li ser onlaynê civîna jinên ciwan,

*Wê di 20’ê mijdarê jinên ciwanên dahurandinên Rêber Apo temaşe bikin.

*21 hata 23’ê Mijdarê li ser girîngiya rojê wê perwerdeyek xweser ji bo mêr bên dayîn,

*Wê TAJÊ semînerekî bi boneya vê rojê ji bo hêza Asayîşa Êzîdxanê bide.

*Di navbera 21 û 24’ê Mijdarê de bi jinên Iraqî re li Mûsilê panelek li ser tundiya li hemberî jinan û her wiha rêyên çareseriyê were lidarxistin.

*Di 18’ê Mijdarê de li ser girîngiya rojê bi tevlibûna jin û mêran re paneleke giştî were lidar xistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCDP: Di mehekê de 48 jin hatin qetilkirin, 23 jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Jin ber bi Şaredariya Sûrê ve meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pasîfîkê erdhêjekî bi pileya 7.1 rû da

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYE’yê(USGS), ragihand ku li giravên Pasîfîkê erdhêjek bi pileya 7.1 pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Duhokê êrîşî qada petrolê hate kirin: Şîrketa DYE’yê xebatên xwe rawestand

Piştî êrîşa li ser qada petrole ya Sersingê ya girêdayî bajarê Duhok a Herêma Kurdistanê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber dirûşmeya “Şehîd namirin” 10 meh cezayê girtîgehê dan Mîthat Yilmaz

Bi hinceta ku di dema şîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de dirûşma “Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?