Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Gênco Qamişlo (Ebdurehman Omer) ku 8ˈê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.
Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Zeytûniyê ya Qamişloyê hat vedan. Tevî şêniyên bajar û gundewarên Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, rêxistinên jin û ciwanan ku bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” herikîn bin kon û sersaxî da malbata şehîd.
Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Hisên Ebdurehman axivî.
Ebdurehman şehîdên azadiyê bi bîr anîn û ji malbata şehîd Gênco re sebir û sersaxî xwest.
Ebdurehman îşaret pê kir ku pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişan rêya têkoşînê hilbijartine û bi hezaran şehîdan dane. Her wiha anî ziman ku Meclisa Malbatên Şehîdan di bin konê sersaxiyê yê şehîd Gênco de soza domandina xeta şehîdan û Rêber Apo nû dike.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo anî ziman ku şehîd Ebdurehman mîraseyeke mezin a têkoşîn û berxwedanê hişt û got: “Wek QSD em soz didin şehîdên xwe em ê meşa şehîdan a parastina ewlehiyê herêmê û destkeftiyên gelê xwe bidomînin.”
Endamê PYDˈê Mihemed Xêr Elîka jî geşedanên siyasî nirxandin û got: “Gelên herêmê rojekê xwe nespartiye siyasetên dewletên hegemonic, lê di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr in. Wekî her carê em dibêjim ku em ê xwedî li mîraseya şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan derkevin.”
Di dewama merasîmê de endama Rêxistina Kongra Star a Qamişloiyê Leyla Murad bal kişand êrişên li ser gelên herêmê û pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo.
Endama Kongreya Îslama Demokratîk Mele Elî Resul îşaret bi nirxên şehadetê di ola îslamê de kir.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
LI DÊRIKÊ JI BO PÊŞEWA SORANÎ MERASÎMA BÎRANÎNÊ
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanê YPGˈê Pêşewa Soranî (Şivan Mihemed Emîn) merasîmek lidar xist.
Merasîm bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa û hevreyên şehîd, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Bawer a li bajarê Dêrikê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û got gelê Kurdistanê îsbat kir ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna azadiya gelan de bi israr e. Sûad bal kişand ser tevlêbûna ciwanên her çar aliyên Kurdistanê ya di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê em xeta şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bişopînin heya civakeke azad û demokratîk ava bikin.”
Hevserokê Meclisa PYDˈê ya Dêrikê Mutîh Elî jî anî ziman ku gelê Kurd xeta berxwedanê wekî bingeh ji xwe re girtiye û got: “Gelê Kurd gelekî berxwedêr e, xwedî îradeyeke azad e ku ji bo azadiya xwe û rizgarkirina Kurdistanê tê dikoşe.”
Elî di dawiya axaftiya xwe de got şehîdan bi xwîna xwe ya pak dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsand.
Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Pêşewa dê îro ber bi deriyê Sêmalka ve were oxirkirin û li Başûrê Kurdistanê were veşartin.
Şervanê YPGˈê Pêşewa Soranî ji Silêmaniyê ye, di 9’ê Sibata 2020’an de li Kobanê di encama qezayekê de şehîd bûbû.