Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Xesan Casim El Elawî yê di 10’ê Mijdarê de di encama krîza dil de şehîd bibû, bi tevlîbûna şêniyên bajarê Til Hemîs, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî, rûspî û serokeşîran ve li Goristana Til Hemîsê hate veşartin.
Di serî de Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Tirbespiyê Mihemed Zêdan diyar kir ku şehîd Xesan nimûneya fedakarî û welatparêziyê bû û di nav hevrêyên xwe de xwedî ruhekî niştîmanperwer bû.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze El Xelef axivî û fedakariya şehîdan a ji bo pêkanîna aştî û aramiyê silav kir.
Hevserokê Desteya Olî ya bajêr Muitez El Enter jî destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê projeya xwişk û biratiya gelan a li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk anî.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Beşdaran nimêja cenazeyê kir û veşart.
Beşdarên merasîma veşartinê piştre serdana şîna mala malbata şehîd a li gundê Ebteh Jorîn ê rojhilatê kirin. Di serdanê de soza dilsoziya bi şehîdan re hate dayîn. Peyama dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re hate dayîn.
Malbata şehîd li mala xwe sersaxiyan qebûl dike.