Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Zarokên me canê xwe di ber Şengalê de dan, em ne poşman in’
Kurdistan

‘Zarokên me canê xwe di ber Şengalê de dan, em ne poşman in’

Malbatên cangoriyên Şengalê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê diyar kirin ku zarokên wan xwe ji bo Şengalê feda kirin û ew ji vê yekê ne poşman in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bi munasibeta 9’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê malbatên Şehîdan ji ANF re axivîn. Dayîka Şehîd Bawer Pakîza Celal got, “Her gava em nêzî salvegera rizgarkirina Şengalê dibin dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û dixwaze wê kêfxweşiya me ji me re bike reşî. Di sala 2023’an jî û di heman rojê de dewleta Tirk êrişî Şengalê kir û 2 zarokên me yên YBŞ’ê Şehîd xistin. Îsal jî bi heman awayî careke din êrîş kir û ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şehîd bû. Ev kiryarên dewleta Tirk tev ji ber ku da gelê me li ser cih û warê xwe venegere.”

‘NEMA GELÊ ME JI GEF Û ÊRÎŞAN DITIRSE’

Pakîza Celal destnîşan kir ku gelê wan nema ji gef û êrîşan ditirse û got, “Raste em bi rizgarkirina Şengalê û salvegera wê ya 9’mîn gelek kêfxweş in lê di heman demê de bi êş in jî. Kêfxweşiya wê ew e ku niha bi 100 hezaran kes ji gelê me li ser axa Şengalê dijî û li gel êrişan jî vegera gel berdewame. Ya bi êş jî ew e ku di nava salekê de me gelek şehîd dan û beriya salvegerê bi 2 rojan careke din jî me dan. Ji xwe dijmin karê xwe dike û em jî karê xwe dikin. Sekna gelê me ya berxwedêr bersiva her êrîşê ye.”

Pakîze Celal got, “Di dema rizgarkirina Şengalê de careke din PDK’ê bi derewan xwest gelê me bixapîne û wek ku wê Şengal rizgar kiribe xwe bide nîşan dan. Lê her kes jî dizane ku cihê PDK’ê û Pêşmeregeyên wê yek fîşek jî neteqand, lê cihê şervanên azadiyê û zarokên Êzdiyan tê de bûn şerê pir dijwar rû dide û gelek şehîd jî hatine dan. Şehîdgeha em niha tê de ne wê rastiyê radixe ber çavan. Gelek caran PDK dibêje me Şehîd li ber axa Şengalê de dane. Em ji wan pirs dikin gelo şehîdekî bê kur heye yan jî bê dayîk û bav heye, ka bila yek ji dayîk û bavê wan şehîdên ku PDK’ê behs dike derkeve bibêje zarokên me li ber axa Şengalê şehîd ketiye. Bila gelê me bes were xapandin bi destê PDK’ê. Ji derewên wan bes bawer bikin. Rastiya heyî li ser axa Şengalê ye. Vegerin ser axa xwe û li axa xwe xwedî derkevin.”

Dayîka Şehîd Bawer Pakîza Celal bang li dayîkan kir û got, “Ji zarokên xwe fam bikin, gava diavêjin bila di bin kontrola we de bin. Dijmin dixwaze zarokên me bike sîxurên xwe û destê wan bixe nava xwîna civakê. Dijmin bi xwe nikare bê sîxurtî tu karî li ser civaka me û zarokên bike û wan bike hedef. Em jî zarokên xwe kontrol bikin û nehêlin ku bikevin xefikên dijmin. Dijmin dixwaza civakê bi hev bide kuştin û belavbûnê di nava civakê de çêbike. Em jî vê rêyê nedin wan, bi dilê xwe bin.”

Pakîze Celal herî dawî salvegera rizgarkirina Şengalê li gerîlayên azadiyê û Rêber Apo pîroz kir û sersaxî ji tevahiya malbatên gerîla û şervanên ku li ber rizgarkirina Şengalê şehîd ketine xwest.

‘DI DÎROKA ÊZIDIYAN DE CARA YEKEM E DIBIN XWEDÎ HÊZ Û ÎRADE’

Bavê Şehîd Mensûr Apocî Hemed Bişar jî salvegera Rizgarkirina Şengalê di şexsî Şehîd Kerîm Hecî de li tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir û got “Îro 9 sal li ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn. Em derbasî sala 10’mîn bûn. Ev cara yekem e ku gelê me wisa li ser axa xwe vedigere, li gel ku rastî fermaneke ne ji rêzê hat. Di nava 73 fermanên derbasbûyî de li ku ferman rabû be kesek careke din li wir venegeriya ye. Lê li Şengalê rabû ne gel bi temamî axa xwe terk kir û bi 100 hezaran jî îro li ser axa Şengalê dimînin. Ev yek kêfxweşiyeke herî mezin e ku îro em dibînin û ji xwe vê yekê xewin û xuyalên dijmin têk birin, hesabê wan ê malê û sûkê li hev derneket.”

‘CIVAKA ÊZIDÎ DI HER WARÎ DE XWE BI RÊ VE DIBE’

Hemed Bişar got, “Şengal ji kavilekî ber bi xweseriyekê gavên dîrokî avêtin. Eger em 9 salan li bîra xwe re bînin ferq û cudahiya wê pir heye. Em di destpêkê de bêrêxistin bûn. Niha li tevahiya gund û bajaran hêzên me yên Asayîşê hene û parastin û ewlehiya şêniyan dikin. Bi hezaran hêzên me yên YBŞ’ê, YJŞ hene û di warê siyasî civakî de jî me rêxistina xwe xurt kir û em xwe bi rêve dibin. Ev gavên dîrokî ne hatine avêtin û yek cara berê ye di dîroak Êzdiyan te tiştek wiha çêdibe. Di dema fermanê de em li tevahiya cîhanê ber belav bûn, lê bi rizgarkirina Şengalê re careke din gel berê xwe da Şengalê û li ser axa xwe vegeriya. Ev yek jî bi saya hêzên me yên leşkerî û rêxistina me ye.”

Bişar herî dawî bang li civaka Êzidî kir, ku vegere li ser axa xwe û got, “Em îro dinerin, cîhan ber bi şerekî mezin ve gavan diavêje. Ji cîhanê wirdetir Başûrê Kurdistanê di xeteriyek mezin de ye. Heya niha gelek ji civaka me li wir jiyan dikin. Eger rojek beriya ya din werin baştire. Bila gelê me nefikire ku hîna em ji fermanan xilas bûne, em xilas nebûne û ferman dewam dike. Êrişên îro yên dewleta Tirk li ser Şengalê dewamiya fermanê ye û tola DAÎŞ’ê hilanîne. Bila gelê me hîn bêhtir şiyar be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji ADKM’ê banga ji bo meşa li Kolnê
Nûçeya Pişt re Berxwedana li Xelfetiyê bênavber dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer

Rêber Apo: Hêvîdar im sala nû li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê derî li paşerojeke…

Ji aliyê Stêrk TV

3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin

Di 3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê de îşaret bi rola jinên Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?