Mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ ya li Êlihê, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk tê lidarxistin, bi coş dewam dike. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê derketin ser dikê. Girseya gel jî dirûşmên ‘Êlih bi we serbilind e’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriya.
Piştre Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (TJA) Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku gel qeyûman qebûl nake. Ayla Akat Ata ragihand ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd wan mîtîng lidar xistine û ew li ber desteserkirina îradeya gel radibin.
Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derket ser dikê û got; “Gel ji qeyûm re dibêje na.” Ata, got ku ew ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd mitîngê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Gelo kesên biryara qeyûm dayin Êlihiyan nas dikin? Em hinek qala Êlihê bikin. Vî gelî di salên 1970’î de got ‘Edîp Solmaz.’ Ji sala 2009’an heta niha tevî qeyûm, girtin û binçavkirin jî got; ‘Ez heme, em Kurdistanî me.’ Êlih hinek Amed e, hinek Sêrt e, hinek Mêrdîn e. Lê Êlih temamiya wan e. Êlih, Cegerxwîn e ku dibêje ‘Em kî ne.’ Ew bajare ku bi cînayetên kiryarnediyar nehat bêzarkirin û bêdengkirin. Yên îradeya gel xesp kirin, Êlih tirsa dilê wan e.”
Ayla Akat Ata da zanîn ku di demokrasiyan de kes bi hilbijartinan tên hilbijartin û wiha berdewam kir: “Di demokrasiye de muxalîf hene. Di demokrasiyê hilbijartin serbest e. Bi hilbijartinê kes tên ser kar. Lê li Tirkiyeyê û Kurdistanê 3 serdem, ev gel bihilbijêran nayê rêvebirin. Qeyûm tayîn dikin û vîna gel xesp dikin. Ji ber vê yekê yên ku gel wan hildibijêre em ji wan re dibêjin ‘Hevserok e.’ Yên ew tayîn dikin em dibêjin ‘Qeyûm.’ Yên gel hildibijêrin Hevşaredar in. 15 roj in ciwan dibêjin ‘Em li vir in. Dawiya dawî tê qeyûm biçin, lê em livir in. Dê qeyûm biçin lê em ê li vir bin.’ Lê mixabin yên dengê ciwanan nabihîzin di polîtîkayên qirêjî de israr dikin. Ew şerm nakin. Rûyê van polîtîkayên derbeyan dikin û tune dihesibînin qeyûm e. Ji ber vê yekê em ji qeyûman re dibêjin na. Em ji vîna gel a bi demokrasiyê tên hilbijartin re dibêjin erê.”
Bi domdarî Ayla Akat Ata ev tişt anî ziman: “Qeyûm berî her tiştî dijminê jinan e. Berî her tiştî dijminê vîna jinan a azad e. Em li pratîkên wan binêrin. Di hilbijartina dawî de ev bajar li gel 2 caran qeyûm tayîn kiribûn bi dengê rekor hevşaredara jin hilbijartin. Lê ew vê yekê nabînin. Seroka me Gulistan zaroka vî gelî ye. Wê ji sedî 65 bi dengekî rekor hat hilbijartin. Seroka me Gulistan 15 roj in li qadan di nava gel de li ber xwe dide. Em bi hevre li ber xwe didin. Em bi hevre qeyûm qebûl nakin. Jiber ku qeyûm dijminê jinan e. Di sala 2016’an de dema cara yekem qeyûm tayîn kirin di serî de deriyê saziyên jinan girtin. Saziyên jinan ji bo mêran kirin qiraatxane. Ji vê yekê şerm nakin. Lê em vê yekê ji bîr nakin. Ev nêzîkatiya wan sedema têkoşîna TJA’yê ye. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin em têdikoşin. Ji ber vê yekê ew ditirsin. Ew ji ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ditirsin. Jin Jiyan Azadî rastiya gelê Kurd e. Em dibêjin heta jin azad nebe civak azad nabe. Ew çawa dikin. Qeyûm tayînî şûna hevşaredaran û saziyên jinan dikin. Li şûna wan meran tayîn dikin. Deriyê şaredariyan li gel û jinan girtin. Ji ber vê yekê em ê têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin û azad bibin.”
Bi domdarî Ayla Akat Ata anî ziman ku polîtîkaya qeyûm polîtîkaya şerê taybet û neçareseriyê ye û wiha qedand: “Bi tayînkirina qeyûm vîna gel nas nakin. Em bi salan dibêjin li vî welatî şer naxwazin. Em dibêjin em dixwazin vê pirsgirêkê bi rêya çareseriya demokratîk çareser bikin. Lê vê daxwaza gel naxwazin têxin rojeva xwe. Niha li vê qadê 14 roj in tevî terora dewletê gel li ber xwe dide. Yên dibêjin gotina we tune ye. Em li vê qadê bersiv didin. Em dibêjin hûn rastiyan şêlî dikin. Rastiyan berovajî dikin.
Gel her tim li qadan, li kolanan, di girtîgehan û binçavan de got rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Got rêya çareseriyê, çareseriya demokratîk ku hemû gel bi hevre bijîn e. Lê îktîdara siyasî vê yekê red dike. Di 2013’an de Rêber Abdullah Ocalan got 20 sal in em çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin. Got ‘ez ji çareseriyê re amade me.’ Ji wê rojê heta niha gel li ser piyan e. Gel got ‘Rêya Abdullah Ocalan rêya me ye.’ Lê hûn kerr û kor in. Em dibêjin êdî tu mafê kesî tune ku şaşiyan bikin. Vîna gel li vir e. Nûnerên gel li vir e. TJA li vir e. Gel li vir e. Tevgera jinên kurd li vir e. Ji bo çareseriyê amade ye. Ji bo gavan biavêje amade ye. Heta dawî em ê têbikoşin. Heta dawî heta çareseriyê em ê têbikoşin. Bila her kes amade be. Lê divê tişta dawî ewil nebêjin. Em dibêjin van deriyan vekin. Gel dixwaze dengê Rêber Abdullah Ocalan bibihîsin. Vekin wî derî. Gel Bahçelî jî guhdar kir. Gel Erdogan jî guhdar kir. Edî dizane kî derewan dike û kî rastiyan dibêje. Em careke din li vir ji bo çareseriya demokratîk dengê xwe bigihînin.”