Polîsên dewleta Tirk îro di danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrt a Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin partiyiyan ketin hundir, qilfeya derî jê derxistin û wisa ketin ketin hundir. Polîsan, wêneyên di avahiya partiyê de, flama û pirtûk avêtin erdê û lêgerîna wan heta saet 11.00’ê berdewam kir. Piştî lêgerînê jî hinek wêne û pirtûk hatin desteserkirin.
Di heman demê de Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kirin.