Rêber Apo ku 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda dijmirovî de tê girtin, piştî 43 mehan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Rêber Apo ku di 23’yê Cotmehê de li Îmraliyê bi biraziyê xwe parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan re hevdîtin kir, diyar kir ku tecrîd hîn dewam dike û têkildarî nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd got: “Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna şer ber bi qada hiqûqî û siyasî ve bibim.” Dewleta Tirk piştî vê hevdîtinê yekser cezayên dîsîplînê li Rêber Apo birî.
Têkildarê vê mijarê Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Neîmî ji ANF’ê re axivî.
‘PÊNGAVA NAVNETEWEYÎ DENGEK LI CÎHANÊ VEDA’
Mihemed Emîn Neîmî got, “Demeke pir dirêj agahî ji Rêber Apo nehate wergirtin. Di 23’ê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinek bi malbata xwe re kir. Lê di peyama xwe de ragihandibû ku êşkence li ser dewam dike. Piştî vê hevdîtinê yekser cezayên dîsîplînê careke din li Rêber Abdullah Ocalan hat ferzkirin. Zagonên dewleta Tirk a dagirker li dijî mafên mirovan dixebite. Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ li cîhanê deng veda. Dema ku dewleta Tirk a dagirker dît ku hêdî hêdî ew jî dikeve bin bandora vê pêngavê, xwest sist bike. Lê xwesteka wê bê encam ma.”
‘ÇAVÊ XWE LI HEMBER MAFÊ RÊBER APO GIRTIN E’
Mihemed Emîn Neîmî bi bîr xist ku nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker nêzîkatiyeke dûrî ji mirovî ye û dijî tevahî zagonan e. Mihemed Emîn Neîmî got, li gor tevahî zagonên mafnasiyê yên cîhanê nabe girtiyek 26 salan di zindanê de bimîne û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van rê û rêbazên qirêj ew e ku mafê hêviyê qut bike. Hemû tişt li ber çavê tevahî cîhanê diqewime û her kes dizane ku dewleta Tirk li dijî zagonên hiqûqî û mafnasiyê kar dike. Cihê mafê Rêber Apo di tevahî zagonên navneteweyî de heye, lê her kes çavê xwe li vî mafî girtine û bêdeng bûn e. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku Rêber Abdullah Ocalan wê bi hêz û îradeya tevahî gelê aştîxwaz azad bibe.”