În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Jin

Li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, bang li hemû jinan hate kirin ku dakevin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Serokatiya Daîreya Jin û Xizmetên Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya şaredariyên navçeyan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî û bi dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” kampanya dabû destpêkirin. Kampanya, dê salekê bidome. Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de berdewam in. Di çarçoveya kampanyayê de îro di wesayîtên komelî de broşur hatin belavkirin û bal kişandin ser tundiya li dijî jinê. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag û endamên Meclisa Şaredariyê jî tevlî xebatê bûn.

Li ser broşuran agahiyên têkildarî navendên jinan ên şaredariyan û dirûşma kampanyayê hebû. Di xebatê de banga pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan hate kirin. Hat destnîşankirin ku tu hincetên tundiya li dijî jinê tune ne û wiha hate gotin: “Tundiya li dijî jinan sûc e. Nebin şirîkê vî sûcî, em bêdeng nemînin. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê em bi hev re têbikoşin.”

Hinek rêwiyên di otobûsan de jî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” piştgirî dan xebatê.

STENBOL

Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê jî Cadeya Halaskargazî ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê ji trafîkê re girt. Jinan, pankarta “Têkoşîna me ji bo me ye, em dixwazin wekhev û azad bijîn” hilgirtin. Jinan, dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin” berz kirin.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku her kes di 25’ê Mijdarê de tevlî meşa li Taksîmê bibe. Çalakî bi meşê hat bidawîkirin.

MÊRDÎN

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi boneya 25’ê Mijdarê li Mêrdînê şitil danî. Çalakî li gundê Kelekê yê navçeya Şemrexê hate lidarxistin ku di 21’ê hezîranê de 15 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn.

Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu di çalakiyê de axivî û wiha bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo: “Hêza çareseriyê îro li Girtîgeha Girava îmraliyê di tecrîdê de ye. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo şikandina tecrîdê hemû kolan û taxan veguherînin qadên çalakiyê.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî bal kişand ser 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê û got ku zarokên kurd hêj niha jî nikarin mafên xwe bi kar bînin. Piştî axaftinan, ji bo jin û zarokên hatine qetilkirin şitil hatin danîn.

ŞIRNEX

Aktîvîstên TJA’yê xebatên xwe yên li Şirnexê jî didomînin. Di vê çarçoveyê de li navenda Şirnexê û li navçeyên wê yên Silopiya, Hezex û Cizîrê têkildarî tundiya li dijî jinan xebat hatin meşandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Êşkence li zarokên Kurd tê kirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma sêyemîn a Efrîniyan ber bi warê xwe ve bi rê ket

Komeke din a koçberên Efrînî piştî 8 salên ji koçberiya ji neçarî ber bi warê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkirina şaredariyan wê li Qada Seyîd Riza bê protestokirin

Li Dersimê wê li dijî xespê li Qada Seyîd Riza çalakî bê lidarxistin. Banga tevlîbûna…

Ji aliyê Stêrk TV

NY pêkanîn jinûve xist meriyetê: Qîmeta pereyê Îranê ket

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî 10 salan ambargoyên tund li ser Îranê sepand.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Parêzgarê Hesekê û serokê Desteya Derî û Gumrikê serdana deriyê Nisêbînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîlançoya teqîna li Şamê: 7 kuştî û 22 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?