Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ’Em ê 25’ê Mijdarê ji bo şikandina tecrîdê û azadiyê li qadan bin’
Jin

’Em ê 25’ê Mijdarê ji bo şikandina tecrîdê û azadiyê li qadan bin’

Jinan di çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de axivîn û diyar kirin ku Rêber Apo û azadiya jinê ji hev ne qut in û gotin, "Di 25'ê Mijdarê de em ê tecrîdê bişkînin û azad bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

25’Ê MIJDARÊ

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

AMED

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo jinên girtî li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jiyana azad wê bi jinên azad pêk bê” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma ve hat xwendin.

 Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Têkoşîna me di çar dîwaran de nayê girtin. Digel ku dewletên serdest ên mêr, ji afirandinên dîrokî yên jinan bigire heta destkeftiyên wan ên îroyîn, her cure nirxan hedef digirin, em jin dê bi cudahiyên xwe xeteke hevpar a têkoşînê bimeşînin. Bi hezaran sal e em bêdeng namînin, îro jî bêdeng namînin û sibe jî bêdeng nabin. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê ji bo jinan, ji bo azadiya civakî û edaletê jî pêwîst e. Ji ber ku pergalên serdest ên mêr tundiyê li ser jinan ferz dikin, em jin jî bi hevgirtina hêrs û tecrûbeyên têkoşînê bi hêztir li ber xwe bidin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê û şaredariya Hewagê, ji bo jin û zarokên ku hatin qetilkirin şitil danîn. Çalakiya ku li ser rêya Çatak a Şaredariya Hewagê hat lidarxistin de gelek jin tevlî bû. Beriya şitil danînê daxuyaniyek hat dayîn û banga mezinkirina rêxistinbûna jinan hat kirin. Şitil bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hatin danîn. Dûre wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin li şitilan hatin daliqandin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Şaxa Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê civîna jinan li dar xist. Di civîna ku gelek jin lê amade bûn de hevseroka DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê Nebat Çelîk bertek nîşanî destserkirina şaredariyên Dersîm û Pulurê da û got, “Bi qeyûman vîna Elewiyan hat destserkirin, em vê yekê qebûl nakin. Weke ku Seyîd Riza gotiye, em ê serî li ber wan netewînin.”

Rêvebera DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê Fadîme Dapakli ji anî ziman ku jin li her qadê bi newekhevî, cudakarî û tundiyê re rû bi rû ne û got, “25’ê Mijdarê roja berxwedana ji bo mafên jinan, azadî û wekheviyê ye. Êdî dem hatiye ku em ji bo wekhevî û edaletê bi hev re dengê xwe bilind bikin.”

BÊDLÎS

Bi pêşengiya TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê daxuyanî hat dayîn. Nûnerên partî û saziyan û gelek jin tevlî daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat lidarxistin bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundiya mêr-dewlet Jin, jiyan azadî” hat vekirin û dovîzên “Jin, jiyan e, jiyanê nekûje”, “Jin şoreşê pêk tîne” û “Jin jiyan azadî” hatin hildan.

Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Canbey diyar kir ku yekane çareseriya hemû jin û gelan avakirina modernîteya demokratîk e û got, “Îro hêza çareseriyê li girtîgeha girava Îmraliyê di tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê ji Îmraliyê destpê dike li hemû şaneyên civakê belav bûye. Yên ku herî zêde ji tecrîdê bandor bûne dîsa jin in. Em azadiya jinê di şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin. Di 25’ê Mijdarê de weke jin em ê tecrîdê bişkînin û azad bibin.”

WAN

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê têkildarî destserkirina vînê û 25’ê Mijdarê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Perîşan Aslan di çalakiya li avahiya DEM Partiyê ya Wanê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku desthilat zilmê li gelê Kurd dike û got, “Em laçikên xwe yên spî banga aştiyê dikin. Divê êdî ev zilm bi dawî bibe. Niha jî qeyûm tayîn kirine. Şaredarî yên me ne û em ê rê nedin ku wan desteser bikin.”

Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî got, “Ev ax axa me ye. Qeyûm talan û wêranî ye. Em pergala qeyûman qebûl nakin. Pêwîste her kes li dijî qeyûman têbikoşe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tifaqa Dersimê çû serdana Sarigul ê wezîfeya wî hatî xespkirin
Nûçeya Pişt re Li Dersimê girse li dijî qeyûmê dest bi meşê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin

Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bangeke bi vî…

Ji aliyê Stêrk TV

Skandala Gendeliyê li Ukraynayê: Wezîrê Berê yê Enerjiyê hate binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke mezin a gendeliyê de ku sektora enerjiyê ya Ukraynayê hejand, Wezîrê berê…

Ji aliyê Stêrk TV

Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Elmanyayê Roja Zimanê Dayikê 21’ê Sibatê pîroz kir û bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?