Hunermendê Kurd Daniş Botan ku bi salane di warê çand û hunerê de li Rojavayê Kurdistanê xebat dimeşîne û di sala 1988’an de ji ber xebatên xwe yên çandî ji aliyê rejîma BAAS’ê ve hatibû girtin, di salvegera berxwedana zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê de ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Botan bilêv kir ku ev berxwedan di dîroka gelê Kurd de cihê xwe girtî ye û heta îro jî ruhê tekoşînê di nav civakê de zindî digire.
Hunermend Daniş di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên berxwedana zindana Amedê û hemû pakrewanên azadiyê bi rêzdarî bibîr anîn û got, 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî, bi nirx û bi rûmet e.
Daniş Botan diyar kir ku Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kurtay û Elî Çiçek bi berxwedana xwe bûne sembolên tekoşînê û destnîşan kir ku van şehîdan ruhê xwedîderketina li ziman, çand û welat bihêz kir û bûne çavkaniya moralê ji bo gelên bindest. Daniş Botan ev tişt jî got, “Berxwedana zindana Amedê ne tenê di nav zindanan de ma, lê bandora xwe li hemû parçeyên Kurdistanê û heta li cîhanê jî hişt. Vê berxwedanê nîşan da ku mirov dikare li hember zilm û zordariyê bi îrade bisekine û nirxên xwe biparêze.”
Hunermendê Kurd Daniş Botan her wiha qala bîranîna ezmûna xwe ya girtinê kir û rastiya rejîmê ya li hemberî Kurdan wiha anî ziman:
“Di sala 1988’an de ji ber xebatên xwe yên çandî ez ji aliyê rejîma BAAS’ê ve hatim girtin. Di zindanê de min dît ku çawa desthilat hewl dide îradeya gelê Kurd bişkîne, ziman û çanda Kurdan qedexe bike û manewiyata wan têk bibe. Di şertên zindanê de ez bi zilm, êşkence û gelek qedexeyan re rû bi rû mam. Qedexe bû ku em bi Kurdî biaxivin yan jî stranên Kurdî bêjin, lê ez û hevalên xwe me ti carî ji ziman û nasnameya xwe tawîz neda.”
Daniş Botan bal kişand ser gotina “Berxwedan Jiyan e” ya Mazlum Dogan û diyar kir ku ruhê 14’ê Tîrmehê di gelek qadên jiyanê de berdewam e.
Botan diyar kir ku vî ruhî li Rojava jî xwe nîşan da û li gorî wî, gelek kes li ser rê û rêbaza berxwedanê meşiyan.
Daniş Botan derbarê azadiya Rêberê Gelan ev tişt bilêv kir:
“Tenê tiştek ji me kêm maye, hêvîdar im ku di demê pêş de roj û hebûna me û ronahiya me azad bibe, divê Rêber Apo azad bibe. Hêviya me ew e ku Rêberê me di nav gelê xwe de be, em bi hevdû re bin, mîna salên 90’î dema ku gel diçû cem Rêber Apo. Rêbertî her kes dianî ser riya rastî û heqîqetê.”
Botan hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bibîr anî û got, hêviya wî ew e ku rojên pêş şert û mercên baştir ji bo gelê Kurd pêk bên. Wî ragihand ku divê gel bi azadî, aştî û bi çand û zimanê xwe bijî.
Botan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “14’ê Tîrmehê ji bo me rojeke bi nirx, bi dîrok û bi têkoşîn e. Em hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bibîr tînin.”

