Li dijî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
RIHA
Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Sewêregê bi daxuyaniya çapemeniyê û meşê desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê protesto kir. Di çalakiya ku li Qada Kanlikuyu hat lidarxistin de Hevseroka DEM Partî ya Sewêregê Selma Ayebe axivî û diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li îradeya gel derbikevin.
Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê me” heta avahiya rêxistina DEM Partî ya navçeyê meşiyan.
COLEMÊRG
Rêxistina Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê” hat vekirin.
Beriya daxuyaniyê girseya gel bi qîrîna dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Colemêrgê ve ber bi navenda sûkê ya ku daxuyanî hate dayîn meşiyan. Piştre endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan metna daxuyaniyê xwend.
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku qeyûm darbe û desteserkirina îradeyê ye, banga hevgirtinê hat kirin.
Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.
GEVER
Rêxistina Navçeya Geverê ya DEM Partiyê jî meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Rêxistinên DBP, DEM Partî yên navçeya Geverê, Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn, TJA û gelek kes tevlî çalakiyên protestoyî yên li navçeyê bûn. Di meşê de ji Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê ber bi navenda sûkê ve gelek caran bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Roj wê were û qeyûmên AKP’ê hesab bidin” hatin berzkirin. Daxuyaniya li navenda navçeyê ji aliyê Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Geverê ya DEM Partiyê Ercan Sevmez ve hate xwendin.
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
Ercan Sevmez di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di her şert û mercî de parastina vîna gel û parastina rêveberiyên herêmî yên gel sedema hebûna partiya wan e. Ercan Sevmez got: “Em ti carî serî netewînin, em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Ger hikûmet bi van rêbazên îflasê bifikire ku dê bi ser bikeve, dê pir xelet be.”
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiya rûniştinê de gelek caran dirûşm hatin berzkirin.
Girseya gel bi qîrîna dirûşman dîsa ber bi avahiya partiyê ve meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.
EDENE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonu desteserkirina şaredariyan protesto kir. Beriya daxuyaniyê park ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û polîsan daxuyaniya gel asteng kirin. Girseya ku li parkê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Gel bi çalakiya rûniştinê helwesta polîsan protesto kir û gelek caran dirûşmeya “Her der Dersim, her der berxwedan” berz kirin. Tevî astengiyan jî daxuyanî hate dayîn.
Li ser navê platformê Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edenyê Yakup Ataş daxuyaniya çapemeniyê xwend. Li ser navê KESK’ê Berdevka Demê ya Platformê Fatma Sarioguz Guney destnîşan kir ku tu wateya hilbijartinên şaredariyan nemaye û bertek nîşanî pêkanînên bêhiqûq û antîdemokratîk ên desthilatdariyê da.
DERSIM/PULUR
Lı dijî Şaredariya Pulurê darbeya qeyûmê hate protestokirin. Gelê ku parlementerên CHP’ê jî di nav de bûn, heta şaredariyê meşiyan. Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu xwest ku barîkat bên rakirin û got: “Em vê pêkanînê qebûl nakin. Qeyûm desteserkirina îradeya gel e, darbeya li dijî demokrasiyê ye.”
Hevşaredarê Pulurê Mustafa Sarigul jî wiha got: “Ev şaredariya ku li pişt we qet neket binê deynan. Sedema vê jî ev e ku em û hevalên me yên ku li wê derê xebat dikin quruşekî me îsraf nakin. We min hilbijart ku tevlî dawet û şîna we bibim. We min hilbijart ku ez li rojên we yên zehmet de li gel we bim. Eger ez 12 sal in “endamê rêxistinê” bim çima walî bi min re rûnişt.”
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Mêrsînê Mahmut Sumbul anî ziman ku îradeya gel hatiye desteserkirin.
Parlementera DEM Partî ya Mêrsînê Perîhan Koca destnîşan kir ku şaredariyên ku hatine desteserkirin veguherandine qereqolê û wiha got: “Li Dersimê bi polîtîkaya dijminatiyê êrîşî gelê ku li serî li ber polîtîkayên 100 salî netewandiye dikin. Dizanin ku têk çûne, pir baş dizanin ku ji bo diziyê hatine wir. Li hemberî we gel heye.”
DÎLOK
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê li dijî desteserkirina şaredariyan li Parka Yeşîlsu daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li dijî desteserkirina îradeyê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate vekirin. Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa SES’ê ya Dîlokê Serpîl Dagdemîr daxuyanî da.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û çepikan bi dawî bû.
AMED
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li ber AZC Plazayê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê desteserkirin. Em ê rê nedin qeyûman” hat vekirin û dirûşmeyên “Qeyûm xespkirine, em ê rê nedin xespkirinê” û “Dersîm rûmeta gelê Kurd e” hatin berzkirin. Hevseroka Egîtîm Senê ya Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlû li ser navê platformê daxuyanî xwend.
Salîha Zorlû diyar kir ku ew şahidiya desthilatdariya AKP-MHP’ê xwe di ser vîna gel, qanûn, destûra bingehîn û biryarên darazê re dibîne, dikin û got, “Li Dersim û Pulurê vîna gel hatin desteserkirin. Plan ji berê de hatibû avakirin. Em careke din binê vê yekê xêz dikin. Şertê bingehîn ê hebûna demokrasiyê rêzgirtina li vîna gel e. Divê desteserkirina vîna gel a bi rêyên zext, zordarî bê hiqûqî bên rawestandin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.