Şaredariya Dersimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û ya Pulur a di bin rêveberiya Partiya Gel a Komarê (CHP) de, şeva 22’yê Mijdarê hatin desteserkirin. Li dijî vê yekê xelkê Dersimê herikî kolanan. Nerazîbûn didomin û gelek siyasetmedar, partî û aktîvîst ji bo li dijî derbeya qeyûm li ber xwe bidin, bang kirin.
Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak ji ANF’ê re axivî û ev tişt bilêv kir: “20’ê Mijdarê biryareke siyasî hate girtin. Îradeya Dersim û Pulur’ê xesp kirin. Ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza dan me. Dersim van dagirkeriyan dizane, sed sal in ji dîroka komarê û vir ve Dersim û Kurdistan encamên vê dagirkeriyê dizanin. Kevneşopiya têkoşînê ya li dijî van encaman jî pir baş dizane. Di vî warî de 7 meh in em li ser wezîfeya xwe ne û bi gelê xwe re ne. Em li kolan, tax û cadeyan ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe pêk bînin, têdikoşin. Şeva 22’yê Mijdarê derdora hemû yekîneyên ayîdê Şaredariya Dersimê, mîna zilma di 90’an û 12’ê Îlonê de dorpêç kirin.”
‘EM Ê ÎRADEYA XWE TESLÎMÎ HÊZÊN DAGIRKER NEKIN’
Konak anî ziman ku xelkê Dersimê li dijî xespa îradeyê, berxwedaneke mezin raber dike û got, “Bila baş bizanin ku, em li Dersimê îradeya xwe qet teslîmî hêzên dagirker nakin. Xelkê Dersimê baş dizane ku hêzên dagirker çiqas zirar daye wan. Em ê bi govend, stran û dirûşmeyên xwe li dijî waliyê mêtingeriyê û faşîzma AKP-MHP’ê, heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘EGER SÛC BE, EZ Ê SIBE JÎ VÎ SÛCÎ BIDOMÎNIM’
Konak gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vexwend qadên têkoşînê û ev tişt got: “Em bang li hemû dostên Dersimê dikin; ev der erdnîgariyeke ku Denîzan, Mahiran, Îbrahîman, Mazlum Doganan, Sakîne Cansizan, Aysel Doganan û hevrêyên wan bêkefen lê hatine spartina axê. Lewma divê her kes xwedî li vê erdnîgarî, xak, şaredarî û îradeyê derbikeve. Wezîfeya şaredarekî, ne tenê paqijkirina kolanan e. Şaredar bi gel re ye; di kêfxweşî û berteka demokratîk de, pê re ye. Em beşdarî merasîmên veşartina cenazeyan bûne ku nirxekî gelê me ye, me bendav û HES protesto kirine. Evane weke sûc dîtin. Ez ê vî sûcî îro jî û sibe jî bidomînim. Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku xwedî li Dersimê derbikevin.”