Ferhat Şamî ji Ronahî TV re axivî, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev 12 roj in êrîşên giran li ser kantona Minbicê dimeşînin û wiha got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê 12 roj in êrîşên xwe yên li ser gundan, bakur, başûr û rojavayê Minbicê didomînin. Îro şêniyên Minbicê rûxandina rejîma Baas pîroz kirin. Hin şaneyên çeteyan ji vê yekê sûd wergirtin û bi belavkirina çekan li gel xwestin bajêr dagir bikin. Di encamê de di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Cebhet El Ekrad û çeteyan de şer derket û dewam dike.”
TIŞTÊN DI MEDYAYA DÎJÎTAL DE DERDIKEVIN DEREW IN
Ferhat Şamî bal kişand ser nûçeyên hesabên nêzî çeteyan ên di medyaya dîjîtal û saziyên çapemeniyê yên sereke yên Tirkiyeyê de ku dibêjin “Minbic ketiye” û wiha domand: “Dagirkirina Minbicê ne ewqas hêsan e. Em dikarin bi rehetî vê bibêjin; Însiyatîfa şer di destê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê û şervanên Cebhet El Ekrad de ye. Hêzên Asayîşê bi dilsoziyeke mezin bersivê didin çeteyan. Pevçûn hene, lê însiyatîf di destê me de ye. Di şer de gelek taktîk hene, carinan hûn vedigerin û dijmin dikişînin da ku wî bikişînin hundir. Tişta ku niha li Minbicê diqewime û çeteyan plan nekirin ev e. Ev taktîk ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Babê û Cebhet El Ekrad ve hat meşandin û didome. Gelek çete hatin kuştin. Li hin gundên başûrê Minbicê jî şer û pevçûn diqewimin. Dewleta Tirk a dagirker ji hewayê destekê dide çeteyan û herêmê bombebaran dike. Minbic wê ji çeteyan re bibe goristan. Minbic ne bajarekî ku çete karibin bi hêsanî dagir bike.”
‘DIVÊ HER KES LI BENDA DAXIYANIYÊN FERMÎ BIN’
Ferhat Şamî amaje bi wê yekê kir ku di çarçoveya şerê taybet de nûçeyên sexte di medyayê de tên belavkirin û got, “Dema şer destpê dike, ji gelek aliyan ve destpê dike. Êrîşên li ser Minbicê ne yên yekemîn e. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Minbic ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyên DAÎŞ’ê hat paqijkirin, êrîşên xwe nesekinandiye. Minbic baş dizane kî aramiyê tîne. Berê jî şaneyên wan derketin ser rûyê erdê. Li Reqa, Tebqa û herêmên din jî em bi vê yekê re rû bi rû man. Divê her kes li benda daxuyaniyên fermî bin. Bicîkirina çeteyan a li taxekê nayê wê wateyê ku şer bi dawî bûye. Ger çeteyan derbên giran nexwariba, balafirên Tirk ên dagirker mudaxele nedikir. Divê her kes li benda daxuyaniyên fermî bin. Çi qewimî em ê parve bikin. Artêşa Sûriyê artêşeke mezin bû û di nava çend rojan de hat rûxandin. Li hemberî hemû êrîşan em bi qehremanî li ber xwe didin. Dibe ku hin şaneyên din li bajarên din jî derkevin û ew dixwazin kaosê çêbikin. Weke QSD’ê em dixwazin gelê me di vî alî de hesas bin û em peywira ku bi pêşxistina însiyatîfê dest li rewşê werdin didin gel. Mafê tu kesî tune ku li bajarên me kaosê çêbike. Ev şerê hebûn û tinebûnê ye. Divê her kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bajarên xwe biparêze û neyên lîstikên çeteyan.”