Çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya dewleta Tirk a dagirker ku berê xwe dabûn Qereqozaxê ketin kemîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Çeteyên ku derba giran xwarin neçar man vekişin.
Di vê navberê de çeteyên SMO yên hewl dan xwe bigihînin bendava Tişrînê, derba giran xwarin. 5 wesayit hatin îmhakirin û gelek çete mirin, yan jî birîndar bûn.